Dadgeha Qanuna Bingehîn dê bo HDPê biryarê bide

Dadgeha Qanuna Bingehîn wê di 6ê Çileyê de li ser qutkirina alîkariya xezîneyê ya bo Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bicive. Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn di derbarê HDP de doza girtinê vekiribû û  xwestibû ku hemû alikariyên madî yên bo HDPê bêne qutkirin. Ger dadgeh daxwaza Şahîn qebûl bike, wê partî ji alikariya xezîneyê, ku […]

Dadgeha Qanuna Bingehîn dê bo HDPê biryarê bide
Dadgeha Qanuna Bingehîn dê bo HDPê biryarê bide
Botan Times
  • 30 Aralık 2022 13:04

Dadgeha Qanuna Bingehîn wê di 6ê Çileyê de li ser qutkirina alîkariya xezîneyê ya bo Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bicive.

Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn di derbarê HDP de doza girtinê vekiribû û  xwestibû ku hemû alikariyên madî yên bo HDPê bêne qutkirin.

Ger dadgeh daxwaza Şahîn qebûl bike, wê partî ji alikariya xezîneyê, ku di 10 Çileyê de li partiyên sîyasî tê belavkirin, bê par bimîne.

Şahîn di serlêdana xwe ya bo girtina HDPê de îdia kiribû ku HDP alîkariya xezîneyê ne ji bo faliyetên xwê sîyasî bo armancên rêxistina terorî bi kar tîne.

Foto: Wikipedia