Dadgeha Bilind cezayê Bekir Kaya pejirandiye

Dadgeha Bilind 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya pejirandiye. Kayayî di 18ê Mijdara 2016an de bi hêncetên “endamtiya rêxistina terorê”, “bi bikaranîna navê rêxistinê gefan dixwe” û “bi zanebûn û diladarî arîkarîya rêxistinê dike” hatibû girtin. Çi qewimîbû? Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê […]

Dadgeha Bilind cezayê Bekir Kaya pejirandiye
Dadgeha Bilind cezayê Bekir Kaya pejirandiye
Botan Times
  • 25 Aralık 2021 10:40

Dadgeha Bilind 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya pejirandiye. Kayayî di 18ê Mijdara 2016an de bi hêncetên “endamtiya rêxistina terorê”, “bi bikaranîna navê rêxistinê gefan dixwe” û “bi zanebûn û diladarî arîkarîya rêxistinê dike” hatibû girtin.

Çi qewimîbû?

Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya ku qeyûm tayînî şûna wî kirin û xebatkarên şaredariyê Cuma Koyluoglu, Çetîn Çîftçî, Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryigît, Can Tayan û rêveberên MEYA-DERê Îdrîs Şaybak û Nerîman Uyar girtî ne.

Bi hênceta “Tevlîbûna civîn û meşên derqanûnî yên bi çek û tevlî hişyarî hatiye kirin jî belavnebûyîn”, “Endamîya rêxistinên terorî”, “bi navên rêxistinên terorî gef avêtin” û “bi zanebûn û dildarî alîkarîya rêxistinên terorî” doz li van kesan hatiye vekirin.

Di encama rûniştina li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin de li Kaya 8 sal û 3 meh, xebatkarên şaredariyê Bekir Kîran, Çetîn Çîftçî, Cuma Köylüoglu, Îdrîs Şaybak û Nerîman Uyar jî 2 sal û mehek ceza hat birîn. Mehmet Yalım Eryiğit û Can Tayan beraat kirin.

Di naveroka dosyaya ku Kaya lê dihat darizandin de îdiaya pira ku şaredariyê li Çataxê çêkiriye ji bo endamên rêxistinê hatiye çêkirin, îfadeyên şahidên eşkere û veşartî û meş û cenazeyên ku Kaya bi wan re beşdar bûye hene.

Bianet*