Çûka Xwedê Firî

13/03/2024

Tu radibî, tu dibêjî ev jin dîn bûne. Berê xwe didî aliyê mêran, mirov dibêje qey di nav hev de rûniştine, lê ji hev cuda ne. Dîwarek, perdeyek tuneye di navbera wan de lê sînorekî veşartî heye, tu hîs dikî. Tu diçî ba wan. Li ba wan qêrîniyek tuneye; xemgîniyek, şaşmayînek, çimabûnek heye. Tu diçî ba hinekan, li nava bîbîka çavê wan temaşe dikî, serê xwe dibî û tînî. Hêstirên wan dibînî, sorbûna çavê wan. Çavê xwe piçekî hûrik dikî, nêzîkî yê wan dikî, hema hema pozê te li yê wan dikeve, lê ecêb e xwe tev nadin. Qey te nabînin!

***

Şeveke qîr û tarî. Qêrînî û îskeîskên hinekan, te ji cihê te radikin. Tu nikarî bimeşî, bedena xwe hîs nakî. Wekî ku hêdî hêdî difirî. Tu dibînî, derdora te tije însan dibin. Tu wan nas dikî, belê. Lê çima, çima ew li te nanêrin? Tu dixwazî bi wan re biaxivî, çima bersiva te nadin, hey bi ya xwe dikin û digirîn. Qey dengê te naçe wan. Tu şaş dimînî. Destên xwe li hev didî, dîsa pêjnek nayê ji wan. Temaşeyî te nakin. Tu disekinî, şeqizî yî! Disekinî û li wan dinêrî. Meraq dikî ka dê kengî bi te bihesin û bersiva te bidin.

Ji derên din jî deng tê. Xwe didî aliyên din. Li wir jî însanên ku tu nas dikî hene. Yên ku ji wan hez dikî, yên ku nakî, yar û neyarên te, yên ku li ser wan dimirî. Diçî ber wan û qêrîniyekê dikî. Çimaaa, çima kesek bersiva min nade! Çima hûn li min nanêrin? Tu ewqas diqîrî, geriya/qirika te qul dibe, lê dîsa bê bersiv dimînî. 

Serê xwe radikî jor, bayekî hênik tê, tu dibêjî qey tinazê xwe bi te dike. Lê hê jî te ew matmayîn ji ser xwe neavêtiye. Çi dibe qey hema bersivek bidin te. Çi dibe qey bibêjin ev qêrînî ji bo çi ye.

Tu ditirsî. Berê xwe didî aliyekî din, aliyekî ku dawiya wî xuya nake. Destên te diricifin, tu hê jî wekî ku difirî, lingên te gav navêjin. Tiştek heye ku te digire û hêdî hêdî difirîne. Tiştek heye. Lê tu nizanî çi ye. Tu yê dîn bibî di nav vê bêdengiya qêrîniyan de. Serê xwe dixî nav her du lepên xwe. Tiliyên xwe li serê xwe didî û heta ji te tê diqîrî. Tu dibêjî bê guman, niha dê bi ser hewara min de bên. Lê na! 

Tu bi wê tirsa mezin, di wê tariyê de dîsa vedigerî ba wan. Tu dixwazî bi kulman bi wan bikevî, tu diceribînî, milên wan diqurmiçînî, destên wan. Bi te nahesin, pê nahesin ku tu li ba wan î, dengê te seh nakin, destê te hîs nakin. Wekî keremejiyek diçî di navbera wan de rûdinî û tu jî wekî wan dest bi qêrînê dikî, heta ji te tê. Tu fam nakî, tu hê jî fam nakî ka çi bûye. 

Tu radibî, tu dibêjî ev jin dîn bûne. Berê xwe didî aliyê mêran, mirov dibêje qey di nav hev de rûniştine, lê ji hev cuda ne. Dîwarek, perdeyek tuneye di navbera wan de lê sînorekî veşartî heye, tu hîs dikî. Tu diçî ba wan. Li ba wan qêrîniyek tuneye; xemgîniyek, şaşmayînek, çimabûnek heye. Tu diçî ba hinekan, li nava bîbîka çavê wan temaşe dikî, serê xwe dibî û tînî. Hêstirên wan dibînî, sorbûna çavê wan. Çavê xwe piçekî hûrik dikî, nêzîkî yê wan dikî, hema hema pozê te li yê wan dikeve, lê ecêb e xwe tev nadin. Qey te nabînin!

Şaş dimînî. Tu wan nas dikî. Ji hinekan jî pir hez dikî. Lê, dibe ku ew te nas nakin? Qet nebe bila bibêjin, here ji vir. Dûr bikeve. Qet nebe! Lê na. Tobe estaxfîrullah! Tu hinekî din ji wan dûr dikevî. Di nav wê reştariyê de kevirên spî dibînî. Yên mezin, yên biçûk. Li ser çalan sekinîne, çalên ku li nêzîkî hev hatine kolan. Di tariyê de bi zorê dibînî. Xwe dibî û tînî, sebra te namîne. Tiştekî hîs dikî, hêrsbûn an tirs an meraq? Bersiva vê tu jî nizanî. Minemina ku ji wan jinan tê, te dîn dike. Mêr çima evqas bê deng in. Babû! Tu dibêjî, babû destê min bigire! Bersiva te nade. Dadê! Tu çima ji hişê xwe çûyî? Ez ditirsim dadê! Binêre, ez li vir im. Ne te ji min re digot Çûka Xwedê, tu çûka min î? Ka çima tiştek nabêjî? 

Çavên te tije hêstir dibin. Tu diçî, li ser kevirekî rûdinî, serê xwe dixî ber xwe. Dû re serê xwe radikî, li zarokan dinêrî, yên ku ji vir dikevin û ji wir derdikevin. Tu hêviyeke te ji wan jî tuneye. Bi bêçaretiyeke mezin dîsa radibî û li dora xwe dizivirî, difirî, hêdî hêdî. 

Xezebek hatiye bi ser wan de qey! Ji nişka ve dibînî hinek ber bi te ve tên, tu şa dibî, va ye dibêjî, va ye ew ê ji min re bibêjin ka ev çi teşqele ye. Ber bi te ve tên, tu ji nêzîk ve li wan dinêrî, tu wan nas nakî. Çima nasên te guh nadin te, lê ev ên nenas bi lez ber bi te ve tên, destên xwe li ser laşê te digerînin, cilê te ji te dikin û kirasekî spî li te dikin. Tu zîq li wan dinêrî, lê qeweta te tuneye ku li hember wan bisekinî. Tu nawêrî tiştekî jî bibêjî. Kirasê spî li te dikin. Tu dibînî ku fireh e, lê deyn nakî. Bila. Bila be!

Her du milên te digirin, ya rast hewce nake pê bigirin, lewre tu jixwe difirî, tu nizanî ev hunera firînê jî ji ku hatiye. Tu guh nadiyê. Tu xwe nadî alî jî. Çi dibêjin serê xwe dihejînî. Ecêb e, ev ên ha ji te re tiştmiştan dibêjin, ev te dibînin. Lê çi bi yên din hatiye? Ji te re dibêjin, têkeve nav vê şikeftê. Şikefteke wisa ku qîr û tarîbûna derve ji te re wek ronahiyê xuya dike. Tu naxwazî têkeviyê, tu ditirsî, diqîrî. Dadê! Dadê! Dadê nayê. Tu dixwazî birevî, lê nahêlin. Dibêjin, têkevê! Tu bi wê neçariya xwe, bi destê xwe yê ricifî, bi repîna dilê xwe -tu dibêjî qey dê niha ji devê te derkeve-, bi mejiyê xwe yê şilû dikeviyê. Tu dikevî, li hundir yek heye. Yeke nenas. Ji te re dibêje, dua bike. Heta ji te tê dua bike. Tu fam nakî, maneya wê çi ye? Hemû serboriya te tê ber çavê te. Lê herî zêde tu vî tiştî fam nakî, çima dadê û babû nayên hewara te.

Tu bi ya wê dikî. Tu destên xwe vedikî, lê nizanî tu yê çi bibêjî. Bi tenê dizanî ku dê tiştek bi te bibe. Wê demê bişirînek tê ser rûyê te, tu dibêjî heke tiştek bi min bê, dê pirtûkên min bê xwedî bimînin. Dû re xwe cidîtir dikî. Hinek dua dikî, dibêjî ez hazir im! Lê ji bo çi, nizanî. Hinek jî be dilê te sivik bûye. Bi wî kirasê spî yê fireh te dibin aliyekî din; çar mela rûniştine li hemberî te, bi cilên xwe yên spî. Çima wan jî spî li xwe kiriye? Tu nizanî. Ji te re dibêjin, ew duaya te ya dawî bû. Xwedê bike te tiştên baş gotibe. Tu fam nakî dîsa, sergêjiyek bi te digire. Çima kesek alîkarî nake! Û berdewam dikin. Ev, dibêjin, gotinên te yên dawî bûn. Îca em nizanin ka tu yê biçî ku! 

Tu hêdî hêdî difirî. Ji nişka ve dengê dadê seh dikî. Heta jê tê qêr dike, esman ji ber qêrîna wê digirî. Dibêje, Çûka Xwedê çûûûû. Çûka min firî çûûû. Dengê selayê nayê êdî. Kûrahiyek, tariyeke bêserî û binî. Bêhna axê tê.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Sevda Orak Reşitoğlu

Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Te ev dîtıne?

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Romana Kurdî û Rexne-2- : Bextîyar Elî, Cemşîd Xan û Supermenê Kurdan

“Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Josef K. herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî,