Komîteya Parastina Rojnamegerran (CPJ) li dinyayê bûyerên hatîn serê rojnamegeran rêz kirine.
Li gor rapora CPJyê ya 17ê Tebaxê hatî weşandin:
- * Rojnamegerên Guatemalayî Edin Alonso û Hugo Gutiérrez bi çekên gulexwer hatine kuştin
- * Li Port-au-Princeyê, bi çekan, gule li şîrovekarê radyoya Haitianê, Brown Larose, hatiye barandin
- * Lêpirsîn li du rojnamevanên Bangladeşî bi Qanûna Ewlekariya Dîjîtal hatiye kirin.
- * Hat îdiakirin ku rojnamevanên rûs ên sirgûnî Elena Kostyuchenko û Irina Babloyan bi jehrê ketine
- * Dadgeha Tacîkistanê îtîraza rojnamevan Xurşed Fozîlov a 7 sal cezayê girtîgehê red kir
- * Benîn û Burkîna Faso ji ber nûçeyên derbeya Nîjerê, weşana medyayê rawestandiye
- * Kesên bi maske li Nîjerê gefa revandinê li rojnamevan Sahiana Maman Hassan dixwin
- * Qanûna nû ya sûcê sîber ya Urdunê – rojnamegeran bi “nûçeyên sexte” sûcdar dike
- * Rojnamegerê Senegalî Abdou Khadre Sakho bi îdiaya nûçeyên derew hatiye desteserkirin
- * Rojnamegerê Îranî Alî Moslehî yê hatibû desteserkirin, ji bo Girtîgeha Navendî ya Keşanê hatiye şandin