Conniya Almanî êdî Dilşa ya Kurdî ye

Conniya Almanî êdî Dilşa ya Kurdî ye
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Rêzepirtûka Conni ya Almanî, bi navê Dilşa ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Di nav Rêzepirtûka Conni da 6 pirtûkên çîrokê hene.

Ev 6 pirtûkên pedagojîk, ji seteke Almanî ya pir meşhûr û serkeftî a bi navê Conni hatine bijartin.

Wergera pirtûkan jî ji aliyê Abdullah Încekanî ve hatine kirin.

Pîrtûkên zarokan ya bi navê Dilşayê di sala 2022yan da ji weşanxaneya Nûbiharê bi Kurmancî û Zazakî wek du setên ji hev cihê derketibûn. 

Heman pirtuk li Almanyayê bi du zimanan, bi Kurmancî û Almanî derketin. 

Weşanxaneya Alman Reichert, ku zêdetir kitêbên zanistî derdixe, ev pirtuk wek xizmeteke ji bo zarokên Kurdan ra weşandin.

Dîlşa, di her pirtûkekê da bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas

dike û pêşve diçe.

Di nava seta Dilşayê da ev pirtûk hene:

Dilşa hînî ajotina biskilêtê dibe

Dilşa futbolê dilîze

Dilşa dest bi dibistanê dike

Dilşa diçe bexçeyê heywanan

Dilşa wenda dibe

Dilşa li nexweşxaneyê ye

Abdullah Încekan kî ye?

Dr. Abdullah Încekan (xelkê Erzirûmê) ji salên destpêka dibistana navîn

vir ve li Almanyayê dijî. Wî li unîversîteya Duisburg-Essenê beşên Ger-

manîstîk, Turkolojî û Pedagojiya Înterkulturel/Almanî wek Zimanê Dud-

iyan xwendine. Doktoraya xwe li zankoya Bambergê di beşa General Linguistic de li ser hin xalên gramera Kurdî kiriye.

Wî hetanî niha bi Kurdî, Tirkî û Almanî di xalên cihê de berhem çapkirine.