Li Colemêrgê polîsan bi ser sê dawetan da girt û gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan li Colemêrgê bi ser 3 dawetan de girt. Di serdegirtinê da hunermend, kameravan û xwedîyên dawetê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Di demên dawî de li Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Êlih û Stenbolê gelek kes ji ber govendên kurdî hatibûn girtin û binçavkirin. Dewleta Tirkîyeyê îcar jî dest bi serdegirtinên dawetan kir. Polîsên dewleta Tirkîyeyê li navenda Colemêrgê bi ser sê dawetên li taxên cuda de girtin. Polîsan, bi hinceta “stranên siyasî tên gotin” hunermend, xebatkarên şîrketa produksîyonê yên dîmenên dawetê dikişandin û xwedîyên dawetan de jî di nav de gelek kes desteser kirin.
Hat zanîn ku kesên bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin desteserkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê tên ragirtin.
Wêne: Ajansa Mezopotamyayê
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.