Pall Weşanê diyar kir ku dê sibata 2025an romana nû ya Ciwanmerd Kulek bi navê “Zemanekî li Sê Welatan” biweşîne. Kulek romana xwe ya dawî di 2016an de bi navê “20:39” weşandibû. Kovara Kundê di hejmara xwe ya 6an a 2019an de dosyeyeke taybet li ser berhemên Ciwanmerd Kulek amade kir û vê hevpeyvîna Înan Eroglu jî di wê dosyeyê de cih girt. Ji ber ku me wisa zanî ku haya gelek xwîneran ji vê hevpeyvînê nîne, me xwest bi boneya çapkirina vê romana nû, ji nû ve biweşînin ku Ciwanmerd Kulek tê de cara ewil mizgîniya vê romana xwe dide û diyar dike ku neh deh sal in her di hişê wî de bûye.
Ji Edîtorîyê
***
Rojeke zivistana sar a dawiya 2007an gava ji Cizîrê hat mala me ya li Bismilê, bi mizgîniyeke mezin ji diya min re got, “Min ji te re bûkek anî,” û ez şandim odeya din ji bo ku wê bûkê ji çenteyê wî derxim û ji diya min re bînim. Gava bê hay, safikane, bi niyeta bûkekê min ê devê çente vekira, qet min texmîn nedikir ez ê rastî wê berga qehweyî ya bi ometek nivîsên hûrik dagirtî bihatima ku yekser dê du nivîsên girs bala min bikişanda: NAMEYEK JI XWEDÊ RE – Yunus Eroğlu.
Ciwanmerd Kulek piştî demekê mîrasa edebî ya Yunus Eroğlu hilgirt û ji cihê mayî bi serpêhatiya xwe ya mişt bi roman, çîrok, werger, (û helbet) helbestan ve dagirtî kudand. Divê li xwe mikur werim ku ev serpêhatiya wî ya bêdeng, di nerma xwe de, ji bo min bû kana herî mezin a edebiyatê.
Bi Ciwanmerd re sê çar rojan li cih û deverên cuda yên Stenbolê, Uskudar, Kuzguncuk, Kınalıada, Karakoy, Eminonu, Beyoglu, Taksim, peyivîm, me suhbet kir; geh rabûnî, geh rûniştî, li cafeyan, li kuçeyan, li ser nêrdewanan, li ser piran, di vapûran, di metroyan, carna sekinandî, carna bi meşê. Soxî, bijarteyeke weha ji vê suhbetê hate meydanê. Di vapûra Uskudar-Karakoyê de jê dipirsim ka baweriya wî bi îlhamê heye an na. Dikene. “Gava tê baweriya min pê heye,” dibêje bi henekî. “Lê gava nayê baweriya min pê tune.”
9ê Tîrmeha 2019an, Stenbol
İnan Eroğlu
Tu hîn wekî bûkekê li Nameyek ji Xwedê re (2007) dinerî?
Weke berhema yekemîn, tecrûbeya yekemîn, tiştekî ezîz bû, delal bû. Diya min li benda bûkekê bû, a girîng ew bû ku wê ew bi bûkîtî qebûl bikira, çunkî min bi zimanê wê nivîsîbû. Lê meseleya me ya ziman… girêkeke pir hilboqî ye.
Di çapa duyem ya Nameyek ji Xwedê re (2015) de te îthafek lê zêde kiriye ku di çapa yekem (2007) de ev tune bû. Te di îthafê de gotiye: “Ji bo hemû kesên ku rojekê biryar dan êdî bi kurdî bibînin.” Te çima hewcehî bi îthafeke weha, guhertineke weha dît?
Nivîsandina bi kurdî biryareke radîkal bû di jiyana min de. Pêşî min xwestibû bibim nivîskar lê nivîskarî wekî tiştekî bi tirkî dihat kirin bû wê çaxê di hişê min de. Te dî însanan berê dema kaseta dengbêjekî filan derdiket, yekî pir jê hez bikirana, diçû ji her kesî dixwest ku ew jî bi qandî wî ji wî dengbêjî, ji wê albûmê hez bike. Belkî min jî xwestibe eşqa xwe bi vî rengî, wek şewbekê belav bikim û ên ku bi wê nexweşiyê, bi wê şewbê ketibin jî, weke hurmet û rêzgirtinekê ji bo wî halê wan min ew îthaf lê zêde kiribe.
Ciwanmerd Kulek heta niha piranî bi romana xwe ya Otobêsê (2010) tê naskirin. Tu kêfxweş î ku piranî bi Otobêsê têyî naskirin yan ji vê yekê aciz î?
Ez kêfxweş im ku min ew roman nivîsand. Lê ti nivîskar ne kêfxweş e ku tenê bi kitêbeke xwe bê naskirin, ev belayeke mezin e ku carina tê serê nivîskaran.
Fikra nivîsîna Otobêsê ya wek romaneke pir-deng û pir-navend, bi zeman, mekan û karakterên xwe xumam lê şexs û şexsîtî li pêş, çawa bi te re çêbû?
Min dixwest gelek tiştan bibêjim. A duduyan, min dixwest gelek şêwazan jî biemilînim. Vêya di romaneke kurt de min ê çawa bikira? Helbet tiştekî bi liv, bi ger, bi hereket lazim bû. Tiştekî ewqas navendeke wê ya sabît tune be, ew navend li her derê belav bibe, cîyên li per bibin navend, navend bibin per, ji bo wê otobês hate hişê min. Di wesayîtan de tu pir li însanan temaşe dikî, çav didî dinyayê. Bajar sehneyeke fireh bû ji bo ku ez gelek tiştan bêjim, ew jî digeriya, navenda bajaran jî tiştekî bi ger e.
***

Navê kitêba Haruki Murakami hat bîra min. Eger Min Baznedaya Min Nedikarî Binivîsim. Lê em jî niha dimeşin. Tu difikirî ku ev çalakiya meşê, tesîrê li nivîsandina te dike yan jî tesîrê li nivîsandinê heye?
Eger dema ez dimeşim alaveke tomarkirinê di serê min de hebûya muheqqeq ê tesîrek li şêwaza min î vegotinê bikira. Lê ez rûniştî dinivîsim, pirsên ku rûniştî di serê min de dibin girêk dema ez dimeşim ji hev vedibin. Ez pir ji birêveçûnê hez dikim, birêveçûn di mejî de pêwendiyên nû saz dike, dihêle ku însan xweştir bifikire, hetta teşwîq dike ku bifikire. Carna tu rûniştî yî, di cîyekî de asê mayî, hişê te jî heçku mexel tê. Lê tu bi ger dikevî, çalak dibî, li wê gorê aktîvasyoneke mezin di zihna însanan de çêdibe. Ê min ji min re baş tê, ji alî hestiyarî ve jî, ji alî hişmendî ve jî.
Gava tu dimeşî li berhema xwe ya di wê kêliyê, wê demê de dinivîsî yan jî te nenivîsandiye lê dixwazî binivîsî difikirî, di hişê xwe de derbas dikî?
Ne mumkin e meriv her dem zanibe bi wan hemû tiştên ku di nav hişê meriv de diçin û tên. Bi meşê, carna hin tiştên ku te hay ji wan tune ye di qorziyeke hişê te de digihin hev, li hev dilefin, û dikevin pêşiya tiştên ku ji te were tu li ser wan difikirîy. Lewma di meşê de tu li ser tiştekî tenê nafikirî, carina mejiyê te hezar tiştî bi hev re distrê.
***
Bi romana malbatî, Zarokên Ber Çêm (2012) re êdî terza te jî gelek diguhere, hem ji aliyê mekanan, karakteran û şêwazê ve. Mekan û karakter zêde diyar û zelal in beramberî her du romanên te yên pêşî.
Dibe ku min tiştên li gor hinan şolî û bi xumam nivîsîbin berî wê. Keşifkirin hinekî jî maneya wê ev e ku dema tu tiştekî diceribînî, lêgerînekê dikî, di dawiyê de kişfekê dikî, wexta kişfekê jî dikî esas ser tiştekî jî vedikî, ku ser tiştekî vedikî êdî ew diyar dibe. Belkî piştî wan du romanan êdî hewce nedikir ez ser tiştan bigirim, min dixwest tiştinî yekrast ku bi navên xwe, bi zemanên xwe hene bikim bingeh ji fiksiyona xwe re.
Defterên Perrîdankan (2014) bêhtir romaneke rojane ye, mesele û nîqaşên siyaseta îro tê de cih digirin. Gava ku meriv dide ber romanên te yên berî vê, meriv naverokeke ewqasî rojane nabîne. Bi ya te romanek yan jî berhemek ji aliyê edebî ve divê çawa bi siyasetê re, bi meseleyên rojane re di nav pêwendiyekê de be?
Dema tu di romanê de aliyekî bigirî, mesajekê bidî, wê mesajê jî li ser xwendevanan ferz bikî ew dibe siyasî, mijar ne siyasî be jî. Romana baş ew e ku rewşê diafirîne, atmosferê çêdike, û di vir de psîkolojiyek dertê meydanê… Dixwazî bila mijar jiyana serokwezîrekî be jî. Dema tu wî halî bi aliyên rasteqîn ên jiyana şexsî û menzereyeke hûrbîn a giştî raxî êdî di wê naverokê de siyasetmedarek heye yan jiyana dergevanekî heye xem nake. Di Defterên Perrîdankan de vebêjekî ku fikrekê û mesajekê dixe pêşiya jiyana kesekî û serpêhatiyên şexsî tune.
***
Em hinekî behsa romannivîsiyê bikin. Te pênc roman nivîsandin. Amadekariya romanekê çawa ye ji bo te? Romana ku dinivîsî di çi qonaxan re derbas dibe?
Roman îro a herî meşhûr e di nav cûreyên edebiyatê de, û di nivîskariyê de jî weke karîzmayekê ye, lewma ez carina ditirsim nivîskariya min pir di bin siya navekî qerase-kirî de bimîne yan ji forsa wî navî sûd wergire. Herçî nivîsandina romanan e… wêne yan hevokek dikeve hişê min, tê de dimîne, ji bîr dibe, di bîr tê, mezin dibe, diguhere, belav dibe, fireh dibe, bilind dibe, li ber xwe dide heta ku bi ser min dikeve. Berê min digot qey di pêvajoya nivîsîna romanekê de a diyar û misoger tenê dawî ye, ji ber ku tu nizanî kengî di te de dest pê kiriye. Lê niha difikirim ku ew jî ne diyar e, lewra roman çawa ji jiyanê îlhamê digirin, ji kaniya rastiyê diherikin her weha piştî ku nivîsandina wan diqede îcar ew jî tev li jiyanê dibin û tesîrê li rastiyê dikin. Carina ji min tirê tiştên ku ez dinivîsim tên serê min, ne ku tiştên tên serê min dinivîsim.

Hin prensîbên te hene ji bo romannivîsînê?
Pêşî ez dixwazim tişta ku ez dinivîsim min îqna bike û tetmîn bike. Eger tiştek ji bo xweşkirinê yan jî xweşxuyakirinê be girrê min jê diçe. Û tiştên heyî, ez pir naxwazim xwe bispêrim wan, yanî ev tiştên çi ne? Tiştên ku dema tu behs bikî, firsetê nade xwendevan ku ew ji têgihiştina xwe tehmekê bistîne. Ji xwendevan re konforeke xapînok çêdike ku nahêle xwendevan bifikire û hewl bide ew jî bi te re wî tiştî biafirîne û ji wê lezeta afirandinê tehm bike. Ev tişt jî tiştên siyasî ne, civakî ne, dîrokî ne, ajîtatîf in, klîşe ne, zêde cûtî ne, zêde xav in û hwd. Yan jî biqîmet in, lê qîmeta wan ji xwe heye, çêbûye, bi behskirinê tu ti marîfetekê tê de nakî… Ji dêvla van xurekên hazir û erzan, ku însan li pişt wan bûne kom yan alîgir, bi hesteke cemawerî –ne takekesî û xweser— li pişt disekinin, ez dixwazim metin bi xwe, her tiştê xwe, cîhana xwe, rêzik û qayde û prensîbên lîstikê afirandibin. Ji ber van xisûsan xwendina biyografiya mirovekî ku em bi hev re dijîn yan pir ji nêz de nas dikin jî bala me dikişîne: çunkî tiştekî ku ji xwîn û rûn û proteînan çêbûye vê carê bi hubrê hatiye çêkirin. Ya herî dawî jî, dixwazim tiştên ku min nivîsandine her dem ji tiştên ku ez dikarim di heqê wan de bêjim, ji qeysê ku min xwestiye bikim zêdetir bin.
Meyleke berbelav li nav xwendevanan heye ku weha difikirin berhemek di demeke çiqas dirêjtir de bê nivîsandin ewqas baş e, di demeke çiqas kintir de bê nivîsandin ewqas xirabtir e. Te ji 2004an û vir ve heşt kitêb nivîsandin. Tu çi difikirî li ser vê meyla berbelav?
Berevajiya wê jî mumkin e. Bo nimûne, romaneke Faulkner ya di çend hefteyan de nivîsandiye ji ya çend salan nivîsandiye baştir derketiye. Ev tiştinî pir îzafî ne. Kes nizane hevokeke baş di çend rojan de tê nivîsandin. Eger pîvana kinbûn yan dirêjbûnê hejmara hevokan yan rûpelan be çar kitêbên dawî ên ku min nivîsandin nagihêjin rûpelên kitêba Zarokên Ber Çêm. Zûnivîsandin tiştekî din e li gor min, pirnivîsandin tiştekî din. Lê ku min bi tirkî binivîsandaya, min ê kêmtir binivîsandaya.
Çima?
Ji ber ku çiqas bê nivîsandin jî kêm e, ji ber ku Kurdînivîsandin min mecbûrî mesaiyeke pir zêdetir kiriye.
***
Tu kitêbên xwe bi destan, bi qelemê dinivîsî yan rasterast li ser kompîterê?
Min her sêyên pêşî bi destan nivîsîn, li defteran, hetta Nameyek ji Xwedê re min li ser kaxetên te dî bi tirkî ji wan re dibêjin saman kağıdı (pelên kayê), nivîsîn.
Çima saman kağıdı?
Wê çaxê min desteyek ji wana kirîbû, kaxetinî zerik bûn, û min timî li ser wan pelan dinivîsî. Hem erzan bûn, hem jî çi cara ez bi tiştekî qayîl nebûma min ê biçiranda bavêta. Min teze dest bi xwendin û nivîsîna bi kurdî kiribû, min dizanibû ku ew ê xeletiyên min çêbibin, û min dixwest pirr taqî û ceribandinan jî bikim. Ez hê nebûbûm ê defteran. Werhasil min li ser wana nivîsand, tev li Enqerê, nîvî carna li malê, nîvî li pirtûkxaneya ODTÜyê, di jûreke biçûk a ji bo akademîsyenan de, tenê ji bo kar û xebatên wan ê li pirtûkxaneyê hatibûn terxankirin. Hevalekî min ê doktorayê hebû, wê çaxê min bi qerta wî yek ji wan vedigirt û derî li ser xwe digirt. Ciyekî pir teng bû, tenê maseyek û kursiyek tê de hebû, û bi zorê yek du kes tê de hildihat. Piştî ku min li ser kaxetê qedand min derbasî ser kompîterê dikir, ev jî dihat wê wateyê ku piştî ser kaxetê li ser ekranê jî min timî tiştin diguhertin. Lê piştî Zarokên Ber Çêm derbasî kompîterê bûm. Heta niha jî min li ser kompîterê nivîsandin. Lê ji bo romana xwe ya bê min defterin xwe standine, mane qelem, ihtîmal e ez dîsa dest bavêjim darê qelemê.
Romana bê romaneke çawa ye?
Nêzîka neh deh salan e min di hişê xwe de dibir û dianî. Lê fikrek dema tu jî jê re hazir bî dibe roman. Min hest pê dikir ku ê ji vê re wextekî firehtir, tecrûbeyeke zêdetir lazim be. Ez dibêm di vê maweyê de em bi hev re hinekî mezintir bûn. Dema ew hinekî dî jî di nava hişê min de şîn dihat û şax vedida, min jî bi xwendin, xebat û serpêhatiyên dîtir şiyan, zanîn û azmûna xwe zêdetir kir. Nizanim bê ew ê kitêbeke baştir be yan xerabtir be, lê ew ê kitêbeke cuda be.
***
Tu qet fikiriyî heywanan xwedî bikî?
Dema heywanan xwedî dikî hem dibî xwediyê wan hem dibî xizmê wan. Ew jî zêde zêde dibin canewerên muhtacî te. Ez pir naxwazim têkevim nav vê girêdanê. Hezkirin û hurmeta min a ji wan re di pişt pencereyê re ye.
Lê girêdaneke mezin a keçika 20:39ê (2016) bi pisîkekê re heye. Ew bi xwe pisîkekê ji kaxezekê çêdike, pir dixwaze pisîkeke wê hebe û gava dibîne pisîkek diçe ber maseya jin û mêrekî li hember, ji kurikê destgirtiyê xwe re dibêje, “Xwezî pisîkeke min jî hebûya.” Ev gotin çîrokeke Hemingway, “Pisîka li ber Baranê”, anî bîra min. Di wê çîrokê de jî jin û mêrek li hotêlê ne, jin pisîkekê li derve li ber baranê dibîne, bi girêdaneke mezin wê pisîkê dixwaze û piştre ji xizmetkarê hotêlê re jî dibêje, “Min her dixwest min pisîkek hebûya.”[1] Gelo ev tesîra vê çîrokê û pêwendiyeke navdeqî ya bi vê çîrokê re ye yan tesaduf e?
Ez wê çîrokê zanim û ji Hemingway jî pir hez dikim. Însan dema ji hempîşeyekî xwe, ji nivîskarekî ku weke îlhamê dibîne di karê xwe de hez dike, ji aliyekî de jî dixwaze pir dûrî wî be, tu hewl didî hin tiştan nekî ji bo ku neşibî wî. Min vêya hanê weke tiştekî pir metnê bişibîne wî nedît çunkî êdî bi qasî ku ne aîdî nivîskarekî, çîrokekî, karaktereke di çîrokekê de be bûye mefhûmeke zêde zêde berbelav. Ew pisîk jî ne ji metnekê lê ji kûçeyên Stenbolê ket nav çîroka 20:39ê.
Hin tiştên di vê romanê de, sosretên wekî asêmana di xelekekê de, yextiyarbûna bi carekê re hwd, Serpêhatiyên Alice li Welatekî Ecêb (2019) anî bîra min ku te jî ew wergerandiye. Di van serpêhatiyan de jî em dibînin Alice di cihekî de asê dimîne, geh mezin dibe geh biçûk dibe. Bi qasî min fam kir, bêyî ku tu hay jê hebî, te hin sosretên dimîne Serpêhatiyên Alice di 20:39ê de nivîsandine.
Erê, wexta min nivîsand qet Alice nehatibû bîra min. Dema piştre min ew wergerand, min di dilê xwe de got eger sosretên romanê ji ber xwe nehatibin bîra min nexwe dibe ku tesîra tesîra tesîra tesîrê bin. Çunkî Serpêhatiyên Aliceê tesîr li hin nivîskarên ku ez ji wan hez dikim jî kiriye.
***

Navbera te û sînemayê çawa ye?
Ji sînemayê hez dikim. Hin caran hin filîmên ku min temaşe kirin bi qasî romanekê jî zewq dan min. Hetta min meraq kir ku ev tişt çawa tê çêkirin jî loma min kursek li ser çêkirina filîman, her babetên ku tê de hene û pêvajoya filîmekî ji çîroknivîsîna wê heta meseleyên wê yên teknîkî hinekî di ser re be jî min fam kir, ew îşê ku li metbexa wê tê kirin, kêm zêde fikreke min di heqê wê de çêbû û piştî vana gişan helbet çêkirina filîman nebû nesîb lê heger jiyaneke min a dî hebûya dibû ku em niha bêtir li ser wan biaxiviyana .
Tu di hevpeyvvîneke xwe de behs dikî ku tu 20:39ê pêşî wekî filîm, wekî senaryo fikiriyî lê çêkirina filîmekî û zehmetiyên wê hiştiye ku tu wekî roman binivîsî.[2] Te carekê di şêwreke xwendinê ya li Mêrdînê jî behs kiribû ku çîroka “Beyrûd”ê ya di Çar Yekê (2015) de pêşî senaryo bûye lê dû re te ew kiriye çîrok. Hezkirina te ya nivîsandina senaryoyan ji kengî de dest pê kiriye, heye?
Ji dema ku min fahm kir awayên cuda ên çîrokbêjiyê hene û senaryoyên filîman jî yek ji van e. Dibe ku arîşeya ziman û xwendina bi zimanê kurdî jî ez arasteyî alaveke wek sînemayê kiribim, lewra sînema sînorên zimanî ji kitêban hêsantir ji ber vegotinê radike. Dibû ku bi vî rengî berhemên kurdî rihettir bigihiştana kurdan. Lê ji alî darayî û mirovî ve karekî zehmettir e.
***
Dixwazim em hinekî behsa bajar û mekanan bikin. Tu li Dêrîş çêbûyî, te li Bismilê dibistana seretayî, li Erxeniyê lîse, li Enqerê zanîngeh xilas kir, li Cizîrê mamostetî kir û niha jî li Stenbolê dijîy. Ev pênc cih û war kêm zêde di edebiyata te de xuya dikin lê ji aliyê jiyanî ve çi kêm û zêde kir li te, çi guherand ji te?
Erdnîgariya ruhê min cihêrengtir kir. Ji bo mêjûya min zemînek ava kirin. Afirandina wêjeyî bi min ji du çavkaniyan dizê: Yek jê bîranîn e, yek jê jî çavdêrî ye. Li bajarê ku niha dijîm ne pir kevn im, mêjûyeke min hê çênebûye, çaxa çavê xwe li ser ax û ava wê digerînim zehmet e zêde tiştek bê bîra min, tiştekî ku min bibe ber serê çîrokekê, meselekê… Li vir bêtir dikarim çavdêriyan bikim, xeyalan bikim. Belkî bîst sî salên din, demeke ku ez êdî ne li vir bim ev der maneyeke edebî îfade bike ji min re, bêhtir bibe aîdî hafizeya min ku melzemeyên herî xweş ên xezîneya afirandinê bi min li wir bi cî û war in.
Lê dema çav li axa zer a alî me dikevim yekser hewayeke din bi ser min de digire, di bîranînan de xerq dibim. Ez dibêm bîranînên min bêtir ji kû bin çîrok û romanên min jî ê bêtir ji wir bin.
Cihek heye ku dixwazî niha yan jî piştî demekê jiyana xwe lê bibihurînî?
Ji cihekî bêtir hin hal hene… Li ser cihên ku dixwazim lê bijîm niha vê bêjim, cihekî ku tê de ji birêçûnê zewqê bistînim. Tişta ku cihekî xweş dike belkî hem gera di nav wê de, hem jî çûna jê û hatina lê be. Lê vana tev jî, weku min got, ji bo bandora wan a li ser halê me xweş in. Gelek caran dema ez dibêm êdî tu tehma tiştekî nema, hêvî nema, her tişt xelas bû, dawî lê hat, gerek li min tê; dertêm derve û hinekî bi rê diçim. Di jiyana me de hin qonax hene, belkî di a kurdan de bêtir hebin, em dibêjin êdî tu tişt nema, her tişt bi dawî bû. Ez jî carna digihêm wî halê têkçûn û bêhêvîmanê, lê dû re difikirim ez dibêm her tişt ji xwe re xelas bûbe jî, a her kesî bi dawî hatibe jî, ê min çîroka min hê xelas nebûye, tiştên ku ez bikim, tiştên ku ez binivîsim hê mane. Çawa ku gav bi gav wê meşa xwe, wê ger û geşta xwe didomînim, hîs dikim ku ew çîrok jî ê wisa bidome, û bi arezûyeke xurttir û hêviyeke geştir dikarim karên ku min dane ber xwe bidomînim.
***
Piştî çar romanan te çîrok nivîsîn. Ji bo te ferqa nivîsandina romanekê, çîrokekê çi ye?
Ferqa wê tune ye. Yek kin e, yek dirêj e. Ji bo min çîrok romanên kin, roman jî çîrokên dirêj in. Heman melzeme, heman ziman, heman xebat û pêvajo… Ji bo romanekê hayê min ji çi hebe, ji çi re baldar bim, di çîrokê de jî wê dikim. Helbet çîrokên min yên pir kin jî hene yên dirêj jî hene. Çîrokek piştî kîjan hevokê, piştî kîjan dirêjahiyê ê bibe roman, yan jî romaneke min piştî kîjan hevokê ew ê dev ji romanbûnê berde bibe çîrokek, ew devereke ji bo min sînorê wê ne diyar e û ez hez dikim li ser sînoran bi sînoran bilîzim, wê qadê şolî bikim. Ez ji zêdekirina ihtîmalan, ji zêdekirina pirsan hez dikim, hinekî jî hêz û xweşiya edebiyatê li gor min ji wir tê û ez çîrokên xwe jî hinekî aîdî wê qadê dibînim.
Tu çîrokên xwe wekî çarîn, çar-çîrok diweşînî. Du kitêb te weşandin, Çar Yek (2015) û Çar Neçar (2017) û dê demeke nêz kitêbeke te ya din ya çîrokan belav bibe, bi navê Çar Mîx (2019). Çi ye sebeba “çar”ê ku tu kitêbên xwe yên çîrokan wekî çar-çîrok û bi navê “çar”ê diweşînî?
Ez naxwazim her tiştê ku dikim, çiqas sîmetriyek di nav wan de hebe jî, weke ku maneyeke wan î misoger hebe û bi wê maneyê bi sînor be bê xuyakirin, bê xwendin. Ji bo vê yekê navê kitêban herçend ji aliyekî de bi heman şêwazî ne, ji aliyekî de jî ew nav bi awayên cuda jî dikarin bên xwendin û şirovekirin. Herî dawî, demeke bawer im ne pir nêz, ew ê cîldeke çaremîn derkeve û ev rêz wê biqede. Helbet ez ji sîmetriya nav wan kitêban, nav wan çîrokan hez dikim, ku ji aliyekî de mantiq û sazûmanekê ji xwe re dirêsin lê ez dixwazim tiştên asîmetrîk jî di nav de hebin û xwendevanan bi dest ezberekê de bernedin.
Piştî wê cilda çaran ya çîrokan nafikirî ku çîrokan binivîsî?
Ez nafikirim, niha fikreke wiha tune di serê min de.
***
Tu pir têy li ser vê Pira Galatayê dimeşî?
Carina wexta bêhna min li malê teng dibe û dertêm li derve dixebitim û di wergerandina yan nivîsandina tiştekî de diteqinim, li ser vê Pira Galatayê dimeşim. Guhertina di navbera nivîsandin û wergerê de ji bo min carna weke du aliyên vê pirê ye. Aliyekî vê pirê, behr bi rengekî din e, ewî aliya bi rengekî din e û navekî wê yê din heye. Weke her cara meseleya werger û nivîsînê dibe ji min re meseleya destpêkirin yan devjêberdanê geh di vî aliyî re dimeşim, geh di wî aliyî re dimeşim, hest û arezûyên têkel lezê didin piyên min û min misêwa li dora vir digerînin. Tiştên di nav serê min de diçin tên êdî dibin tiştên weke aîdî laşê min û gewda min û di nav hev re vana lezûbezeke din dixin heyata min. Hinekî jî ev der, ev dever maneyeke wê ya wiha heye ji min re.

Meriv dikare bêje werger ji bo te bêhnvedanek e di navbera berhema te nivîsî û dê binivîsî de?
Piştî her wergera ku ez bi dawî dikim, ez dibêjim ez ê careke din tiştekî wernegerînim û tobe dikim. Û bi eşq û têhneke mezin vedigerim nivîsîna berhema xwe, a ku wergêranê em ji hev qetandibûn. Lê piştî tenêtî û zehmetiyên nivîsînê, divê meriv qebûl bike ev jî hene, dîsa kurmê wergerandina tiştekî tê min. Lê di nav xwe de jî, her berhemeke telîf yan her berhemeke wergerê zehmetî yan hêsankariyên wê yên cuda hene.
Berhemên ku te wergerandine û difikirî ku wan wergerînî li gor çi sedem û krîteran biryar didî ku wergerînî?
Pir serê xwe bi zanîna krîterên xwe naêşînim, lê dizanim ku a dawî min hinekî li gor ên berê cuda kir.
Bi çi awayî cuda?
Hin berhem hene tenê mezin dixwînin, hin berhem hene tenê biçûk dixwînin, û hin berhem jî hene hem mezin dixwînin û hem biçûk dixwînin. Alice berhemeke wiha ye. Ji aliyê din de berhemeke kevn e, loma ne hewce ye weşanger heqê telîfê bide. Bi ser de jî, min got li gor yên berê ne ewqas stûr e, û zimanê wê jî sadetir e. Lê hizra min î dawî tam rast derneket. Çunkî dema kitêbekê dixwînî ji bo têgihiştina wê têdikoşî, ne ji bo wergerandina wê, loma li hin zehmetiyan nawarqilî. Alice berhemeke hinekî li ser lîstikên ziman e, li ser guhertina mane yan jî bikaranîna peyvan e. Nivîskarê wê bi xwe jî ji îcadkirina lîstikan hez dikir. Loma her çiqas min bi niyeta berhemeke wergerandina wê hêsantir dest pê kiribe jî di encamê de berhemeke wergerandina wê weke yên din zehmet bû. Hesta qedandinê dîsa ew tobe bi min da kirin lê ka em binerin, belkî ev jî bibe wek tobeya bizinê.
Di nav wergêrên kurd de nêrîneke berbelav heye ku difikirin werger divê miheqeq ji zimanê resen, orjînal be, ne ji zimanê duyem sêyem be. Tu çi difikirî li ser vê nerînê? Werger divê miheqeq ji zimanê orjînal be yan çêdibe ku werger ji zimanê duyem û sêyem jî bên kirin?
Ji bo zimanekî ku berhemên lê tên wergerandin nehan-dehan derbas nake, ev helwesteke pêkenokî ye. Em hê ne êmin in ku kurdî ew ê bîst salên din hebe yan tune be, lê em dibêjin bila Anna Karenina ji zimanekî din neye wergerandin heta ku xwedê dizane kengî kurdên şareza rûsî fêr bibin û ji zimanê duyem yan sêyem baştir wergerînin kurdî.
Wêneyên Nivîsê: Murat Bayram
Jêder: Kovara Kund, jimar 6, 2019.

CIWANMERD KULEK
Di 1984an de ji dayik bû. Romana wî ya yekem Nameyek ji Xwedê re di 2007an de çap bû. Ji bilî romanên Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012), Defterên Perrîdankan (2014) û 20:39 (2016) heta niha sê kitêbên wî yên çîrokan derçûne: Çar Yek (2015), Çar Neçar (2017), Çar Mîx (2019). Yekane berhema wî ya ne-pexşan bi navê Strana Şev û Rojekê çap bûye ku tê de formen helbestî yên zargotina kurdî hatine bikaranîn. Gotarên wî yên ku di navbera salên 2009-2021ê de hatine nivîsîn bi navê Serê We Neêşînim: Qiseyên Dûdirêj di 2022yan de wek kitêb çap bû. Zemanekî li Sê Welatan, ku dê sibata 2025an çap bibe, romana wî ya şeşem e.
Ciwanmerd Kulek her wiha ev berhemên edebî ji zimanên îngilîzî, spanyolî û tirkî wergerandine kurdî: Hetîketî (J. M. Coetzee), Li ber Sikratê (William Faulkner), Dublînî (James Joyce), Serencama Mirinekê (G. G. Márquez), Beriya Şewitî (Juan Rulfo), Keleha Spî (Orhan Pamuk), Li Çiyayên Andê (M. V. Llosa), Xewn û Xeyal (J. L. Borges), Serpêhatiyên Aliceê li Welatekî Ecêb (L. Carroll), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde ( R. L. Stevenson), Gatsbyê Bêhawe (F. S. Fitzgerald).











[1] Ernest Hemingway, Pisîka li ber Baranê, wer. Suat Baran, http://wergeraedebi.blogspot.com/2018/04/pisika-li-ber-barane-ernest-hemingway.html
[2] “Roman û çîrok ji bilî xeyal û hafizeyan ne yên ti derê ne”, hev. Omer Faruk Baran, Zarema, j. 12, 2018
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.