Civîna Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyan pêk hat

  • 27/11/2023
Civîna Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyan pêk hat
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

27/11/2023

Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê bi mêvandariya Baroya Batmanê 26ê Mijdarê civîna xwe ya duyem kir.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku wan civîna xwe ya duyem kirîye.

Baroya Agirî, Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Wanê jî beşdarî civînê bûne.

Civîn li ser xurtkirina xebatên torê û çalakkirina komîsyonan sekinî ku çendîn biryar hatine dayîn.

Ji Komîsyona Mafên Çandî û Zimanê ya Baroya Mêrdînê Prz. Sezgîn DÎNÇ, Ji Baroya Diyarbekirê Koordînatorê Komîsyona Zimanê Kurdî Prz. Yakup DEMÎR û Prz. Velî ÇELÎK, ji Komîsyona Zimên a Baroya Rihayê Prz. Mahsum ERDOĞDU û Prz. Murat CEYLAN, ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê Prz. Kadîr ORKAÇ û Prz. Muhammed YARIZ, ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Agiriyê Prz. Ahmet ALPARSLAN û wek mêvandar ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê Prz. Huseyîn ÎNAL, Prz. Ferhat BAYINDIR û Prz. Gulbahar KAYA tevlî civînê bû.

Çend biryarin hatine dayîn ev in:

– Berdevka Torê hate guhertin û ji bo 6 mehan Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê bû berdevk.

– Komîsyonên Ziman ên Baroyên tevlîbûyî -xisûsen bi nivîsên xwe- destek bidin du kovarên bi kurdî yên hiqûqê, kovara Aşdadê û kovara Dadistanê.

– Biryar hat dayîn ku ji bo xurtkirina xebatên hevpar yên Torê, civînên Torê 2 an 3 mehan carekê wekî online were lidarxistin. Civîna were wê di 15ê sibatê yê 2024an de wek online were lidarxistin.

– Pêşniyara ji bo çêkirina perwerdehiya hiqûqê ya bi kurdî ya online, tevî hevkariya bi Weqfa Mezopotamyayê hate qebûlkirin. Xebatên pêwîst yên ji bo vê wê bên pêkanîn.

– Bi tevkariya temamê komîsyonên zimanê kurdî yên Baroyên Herêmê wê her sal raporeke giştî li ser zimanê kurdî were çêkirin û ev rapor di 21ê sibatê de were ragihandin. Rapora pêşî di 21ê sibata 2024an de were ragihandin.

– Wê ji bo Torê hesabeke medyaya civakî were çêkirin.

– Komîsyonên Zimanê Kurdî yên di Torê de wê destek bidin xebata vekirina dozê ya li ser mafê wergirtina perwerdehiya bi zimanê zikmakî ku MED-DER plan dike bi hevkariya Komîsyona Ziman a OHDyê veke.

Herwiha ji bilî wan biryaran, li ser zimanî biryar hatîne dayîn ku her sal xebatên wekî kursên zimanê kurdî bi çendîn astan, hevkarîya ligel sazîyên din yên zimanî û lidarxistina panel û projeyan pêk bên.

Civîna yekem 14.01.2023yan bi mazûvanîya Baroya Diyarbekirê li Dîyarbekirê hatibû kirin

Şîrove*

%d