Bi alîkariya hunermendê navdar ê Holandayê Mathijs Roling, ewilî li bajarê Groningenê li Akademiya Minerva di beşa Otonomiyê de Hunerên Ciwan dixwîne. Dû re li bajarê Maastrichtê li Akademiya Hunerê du salan beşa mamosteyiyê dixwîne û ji bo demekê li eynî dibistanê mamostetiyê dike.
***
Stêr E. Neco di salên 2000an de carê dihat Pirtûkxaneya Medyayê ji xwe re kitêb dikirîn. Naskirina min û wî weha çêbû. Di kovarên kurdî yên wan salan de car caran helbest û nivîsên wî derdiketin, lê hîn zêde wî xwe wek nivîskarê kovara Rewşenê bi nav dikir. Dixwend, dinivîsî, resim çêdikirin û dixwest hişê xwe dewlemend bike. Nivîsên wî pirên wan li ser hunerê bûn. Cara dawiyê wextê me hevdu dît li ser hunermendê ribabê Miradê Kinê dixebitî. Çûbû welêt pê re hevpeyvîn çêkiribû û deh dozde qaset dagirtibûn. Jê pê ve me hevdu nedît. Deh sala min tu xeber jê negirt.
Îro wextê Stêr E. Neco li ber deriyê kitêbxaneyê xuya bû ez pir kêfxweş bûm. Min ji xwe re lê nerî û sekinîm. Tu nabê rojekê hema lêdixê diçe Hollandayê. Û îcar çîroka wî ya Holandayê dest pê dikê. Pir dixwaze bixwîne, lê hinek astengî hene. Diçe li deriyê kîjan dibistanê dixe wî qebûl nakin. Rojekê diçe cem serokê şaredariya bajêr û jê re dibê “Ma hûn dixwazin li welatê we sergovanek zêde bibe ya mamosteyek?” Bi vê pirsê rêya xwendinê li xwe vedike.
Bi alîkariya hunermendê navdar ê Holandayê Mathijs Roling, ewilî li bajarê Groningenê li Akademiya Minerva di beşa Otonomiyê de Hunerên Ciwan dixwîne. Dû re li bajarê Maastrichtê li Akademiya Hunerê du salan beşa mamosteyiyê dixwîne û ji bo demekê li eynî dibistanê mamostetiyê dike. Piştre ew li Universiteya Vrijeyê li ser dîroka hunerê masterê dike. Niha jî hem mamostetiyê dike û hem jî bi kamereya xwe li ser zinarên Midyadê li pincarekî zaroktiya xwe digere.
Em werin çîroka wî ya niha, çîroka Gwîriz û Qahfûrê. Stêr E. Neco di wan deh dozde salên li Hollandayê, pincarekî ku li çiyayên Midyadê şîn tê ji hişê wî dernakeve. Dixwaze wî pincarê Kurdistanî û qafikên ku gundiyan ji wî pincarî çêdikirin bi rêya nivîs, wêne û belgefîlmekê bi dinyayê naskirin bide. Li derdora Midyadê ew pincar wek Gwîriz tê bi navkirin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Bi awayekî kelandî û qelandî tê xwarin. Lê tişta balkêş ew e ku li herêma Torê cûreyek seramîk jê tê çêkirin û wek Qahfûr tê binavkirin. Ewilî Gwîrizê dikutin dikin wek heriyê, piştre wê heriyê li dora qalibekî diseyînin û hefteyekê li ber tavê dihêlin. Wextê hişk dibe qalib derdixin, qalikê dimîne ew êdî Qahfûr e. Berî ku naylon têkeve Kurdistanê di jiyana rojane de Qahfûr ji bo dexlilî û fêkiyên hişk wek firaxan dihat bikaranîn.
Stêr E. Neco carê ji Holandayê tê Mêrdîn û diçe Midyadê, diçe Herêma Torê li nava darûberan li pincarê Gwîrizê û li midfaxên gundiyan li Qahfûrê digere. Bi xelkê re dipeyive û bi kamereya xwe ji bo belgefîlma xwe dest bi tomarkirina dîmen û vîdyoyan dike.