Çîroka Mordexay û Esterê

Nıvîskar:
1 year berê

Eger ji Mordexay û dotmama wî Esterê nebûya mîna gelek miletên ku di tarîxê de winda bûne çûne dibe ku îro qewmê Îsraîl jî li dinyayê tune bûya.

***

Kitêba Miqedes bi tevayî ji 66 kitêban pêk tê. Beşa Ehdê Etîq bi zimanê Îbranî û Aramî hatiye nivîsîn û 39 kitêb in; ji pênc kitêbên pêşîn ku bo Mûsa pêxember wehîy bûne re Tewrat tê gotin. Yên din, hinek behsa tarîxa qewmê Îsraîl dikin, hinek gotin û mezmûr in, hinek jî kitêbên pêxemberan e. Beşa Ehdê Cedîd jî bi zimanê Grekî hatiye nivîsîn û 27 kitêb in. Çar kitêbên pêşîn Încîl in, yên din, hinek jê behsa karê resûlan dikin, hinek kitêbên pêxembertîyê ne û hinek jî mektûb in. Di kitêbên ku behsa tarîxê dikin de gelek agahî hene. Mesela, di kitêba 13an ya Ehdê Etîq de wisa tê gotin: “Sala nehan ya qraltîya Hoşeya bû. Împaratorê Asûrê Samîrîye dagîr kir û îsraîlî dîl kirin birin Asûrê. Qismekî wan li bajarê Helehê, hinekên wan li nêzîkê çemê Xabûrê li herêma Cozan û hinekên wan jî li bajarên Medan îskan kirin.” (Qral-II 17:6) Ev navê “Cozan” peyva me “Zozan” tîne bîra merivî. Di gelek çavîyên kevin yên Erebî de ji bo herêma çiyayî ya Kurdistana Bakur “Zozan el-Ekrad” tê gotin.

Li gorî pisporên Tewratê ev bûyer Berîya Mîladê di sala 608an de qewimîye û cihûd 70 sal, yanî heta Berîya Mîladê sala 538an li sirgunê mane. Ji pêxemberên cihûdan gorra Danyel pêxember, Elyesa pêxember, nebî Alak, nebî Harûn û Zenûn pêxember, dîsa gorra kurê apê Elyesa Hurmizî û birazîyê nebî Harûn Rûyemî li jorê Diyarbekirê, li Egilê ne. Meqamê Zilkifîl pêxember jî li Erxenîyê ye. Ev hemî ji wê dema sirgunê mane.

Navê Mordexay û Estera ku em ê bi kurtî behsa çîroka wan bikin, di kitêba 17an ya Ehdê Etîq de derbas dibe. Navê wê kêtêbê Ester e, wisa dest pê dike:

1. Xoşyarşah li erdê ku ji Hodû [Pakîstan] heta bi Qûşê [Hebeşîstan] dirêj dibe şahê sed û bîst û heft wîlayetan bû. 2.Wê demê ji textê xwe yê li keleha Sûsayê welat îdare dikir. 3.Di sala sisêyan ya hukimdarîya xwe de ji bo şerefa hemî mîr û wezîr û memûrên xwe ceşnek tertîb kir. Qumandanên artêşa Persan û Medan, giregir û walîyên bajaran jî hazir bûn. (…) 9.Di eynî demê de, keybanû Vaştî jî ji bo jinên ku di saraya Xoşyarşahî de bûn ziyafet dida. 10-11.Roja heftan, Xoşyarşahê ku bi tesîra şerabê sermest bibû, emir da heft axayên ku xizmeta herema wî dikirin, got bila keybanû Vaştî bi taca xwe ve were hizûrê. Padîşah dixwest wê nîşanê xelkê û mîran bide ku Vaştî çendî xweşik e. 12.Lêbelê keybanû Vaştî emirê ku axayên heremê anî red kir. Li ser vê, şah gelek hêrs bû. 13.Şah bi rûsipîyên ku qanûnê dizanin re şêwirî. Çimkî edet bû, diviyabû şah bi rûsipîyên ku qanûn û edaletê dizanin re bişêwirîya. 14.Bi nêziktirîn rûsipîyên dora xwe Kirşan, Şîtar, Admata, Terşîş, Mires, Mirîsna û Memûkanî re şêwirî. Ev heft rûsîpîyên Împaratorîya Persan û Medan bilindtirîn îdarekarên împaratorîyê bûn.

Rûsipî dibêjin, bila Vaştî careka din neyê hizûra şahî û bila şah wezîfedarên taybet bişîne her alîyê welêt, keçên ciwan û xweşik ku destê kesî bi wan nebûye berhev bikin bînin, teslîmî Hegayê axayê heremê yê ji keçan mesûl bikin. Kîjan keç bi xweşa şahî çû, bila ew di şûna Vaştî de bibe keybanû.

A çîroka Mordexay û Estera ku qewmê Îsraîl ji qirkirinê xilas kir li wir dest pê dike. Mordexay ji qebîleya Bunyamîn e. Di dema sirgunê de, li Sûsayê bi awayekî li ber dergehê saraya Împaratorîya Persan û Medan wezîfe girtiye. Mamê wî Abîhayîl û jina xwe mirine, ji wan keçek bi navê Hedesa maye. Mordexay keçik girtiye bal xwe û bi delalî xwedî kiriye.

Piştî ku ji temamê welatên Persan û Medan ji bo şahî qîzên xweşik û bakîre tînin, Mordexay dotmama xwe Hedesayê jî dişîne sarayê. Lê jê re dibêje cihûdîya xwe veşêre. Lewre navê “Ester” ku di zimanê Îbranî de tê manaya “veşartî” lê dike. Axayê herêmê Esterê gelek diecibîne, wê xisûsî perwerde dike. Dema ku dest pê dikin keçikan yek bi yek dişînin nivîna şahî, ji nav wan, şah Esterê gelek diecibîne û taca keybanûtî dide serê wê.

Piştî demekê, Mordexay li ber dergeyê sarayê dibihîse ku du kes di nav xwe de xeber didin; plan dikin ku bi suîqestekê Xoşyarşahî bikujin. Mordexay vê xeberê ji Esterê re dişîne, ew jî ji şahî re dibêje. Li ser vê, ew meriv tên girtin û piştî tehqîqatê têne îdamkirin. Lê yekî bi navê Haman ji vê meseleyê îstîfade dike û xwe dike çavê Xoşyarşahî. Şah jî wî xelat dike, tîne meqamê serwezîrtîyê, mohra xwe jî teslîmî wî dike. Di vê navberê de, şah emir dide dibêje dema ku Haman bikeve sarayê divê wezîfedarên dergehê li ber wî xwe biçemînin. Lê dema ku Haman dikeve sarayê, Mordexay xwe jê re xwar nake. Haman vê dibîne û gelek hêrs dibe. Çawa ku pê dihese Mordexay cihûd e, ne ku dixwaze tenê wî bikuje, fermana cihûdên ku di nav erdê Persan û Medan de dijîn derdixe ku li roja sîhê meha adarê hemî bêne kuştin. Ferman li keleha Sûsayê tê xwendin û ji walîyên sed û bîst heft wîlayetan re jî tê şandin. Bi vî awayî tirseka gelek mezin dikeve nav cihûdan. Em halê Mordexay ji kitêbê neqil bikin:

1. Mordexay dema ku ev tişt bihîstin, cilên xwe qetandin, pelas li xwe pêça, xwelî bi ser xwe de kir, bi qîrî û hawar feryad kir û çû meydana bajêr. 2. Çû li ber dergehê sarayê sekinî, çimkî kesê ku palas li xwe bipêçaya nikaribû di vî derîyî re têketa hundir. 3. Li her der û bajarên ku fermana şahî gihabû, cihûdan şîneke giran danîn; girîyan, feryad kirin, rojî girtin. Gelekên wan palas li xwe pêçan û xwelî bi ser xwe de kirin. 4. Dema ku xizmetkar û axayên heremê hatin behsa halê Mordexay kirin, keybanû Ester qurifî. Ji bo ku palasê ji ser xwe bike, ji Mordexay re cil şandin, lê wî qebûl nekir. 5. Li ser vê, Esterê ferman da Hetakê axayê heremê yê xisûsî di xizmeta şahî de ku here ji Mordexay re bibêje çi bûye çi qewimîye.” (Ester 8:1-5)

Mordexay, çi bi serî de hatiye, fermana cihûdan çawa hatiye derxistin, hemî ji Hetakî re dibêje û nusxeyeka fermanê jî ji Esterê re dişîne, jê dixwaze ku bila ji bo miletê xwe ji Xoşyarşahî merhemetê bixwaze. Lê li gorî qanûnên sarayê heta ku şah bi xwe keybanûyê nexwaze ew nikare here hizûra wî. Ester xeberê ji Mordexay re dişîne dibêje “Eger ez rabim ji ber xwe ve herim, li gorî qanûnê, ez ê bêm kuştin.” Lê Mordexay dîsa xeberê dişîne ku jixwe fermana qirkirina cihûdan derketiye, tenê şansekî wan ê xelasîyê heye, ew jî ew e. Eger ew here ber şahî, belkî bikare fermanê bide betalkirin. Li ser vê, Ester mirina xwe digire ber çav, dibêje de min dikujin jî bila bikujin û diçe hewşê, li pêş şahî disekine. Xoşyarşah dema ku wê dibîne, ji ber ku gelek ji Esterê hez dike lewre hêrs nabe, gopalê xwe yê zêrîn bi alîyê wê ve dirêje dike. Ester diçe bi serê gopalê digire. Şah dibêje “Tu çi dixwazî?” Ester dibêje “Eger şah jî minasib bibîne, ez dixwazim îro ji bo wî ziyafetek bidim, bila şah Hamanî jî bi xwe re bîne.” Dibêje “Eger hûn werin ziyafetê, ez ê daxwaza xwe bibêjim.” Şah qebûl dike.

Di wê navberê de serwezîr Haman ji bo îdamkirina Mordexay amadekarîyê dike.

Ester du roj li ser hev şah û Hamanî vedixwîne xwarinê. Roja diduyan, Ester behsa suîqesta li dijî Xoşyarşahî dike ku Mordexay xebera wê dabû lê qet nehatibû xelatkirin. Xoşyarşah meseleyê tehqîq dike, netîce tesbît dike ku tu îhsanek bi Mordexay nebûye. Lewre bi destê Hamanî wî dide xelatkirin: Hamanê ku dê ew roj Mordexay îdam bikira, li ser fermana Xoşyarşahî, xeftanê wezîrtîyê li Mordexay dike, wî li hespî siwar dike, bi hefsarê hespî digire û di nav bajêr de digerîne.

Di vê navberê de Ester ji Xoşyarşahî re nîjada xwe eşkera dike dibêje “Ez jî cihûd im. Divê ez jî bême kuştin. Hamanî fermana me derxistiye û mohra te jî lêxistiye.” Li ser vê yekê, şah li wê daraxcîya 23 metre bilind ku Hamanî ji bo dardekirina Mordexay amade kiribû, wî bi xwe dide dardekirin. Xoşyarşah mohra xwe dide Esterê û Mordexay, ku derheqê cihûdan de ew çi fermanek bixwazin dikarin derxin. Ew jî, hem fermana berê betal dikin, hem jî fermaneke nuh dinivîsin: “Çi kesê ku ji cihûdan hez nake yan jî neheqîyek bi cihûdan kiribe, roja sîhê edarê dê bê kuştin.

Piştî vê fermanê, cihûd gelek şa dibin. Di kitêba Ester de kêfxweşîya cihûdan wisa hatiye nivîsîn: “Li her der û bajarên ku fermana şahî gihayê, di nav cihûdan de bû sedemê kefxweşî û bextewarîyê. Mîna ku eyda wan be, şahî tertîb kirin. Wê demê ji gelên din jî gelek kes bûn cihûd, çimkî tirsa cihûdan ketibû dilê wan.” (Ester 8:17)

Niha li Îsraîlê komeleyeka bi qasî sê sed hezar kesî heye ku ji wan ra dibêjin “Kurdên Cihûd”. Piştî ku dewleta Îsraîlê hate damezirandin ji Kurdistanê çûn Îsraîlê. Dibe ku ev komel bi nîjada xwe kurd bin ku wê demê bûne cihûd.

Kitêba Esterê wisa diqede:

1. Xoşyarşahî heta bi dûrtirîn deverên welatê xwe bac digirt. 2. Mezinahîya wî, qehremanîya wî û çawa Mordexay mişeref kiribû di tarîxa qralên Persan û Medan de nivîsandî ye. 3. Mordexayê cihûd li dû Xoşyarşahî bû kesê duyem. Di nav qewmê xwe cihûdan de gelek hurmet dî û ji alîyê gelekan ve hat hezkirin. Çimkî ew qencîya gelê xwe difikirî, ji bo silametîya tevayî qewmê xwe xîret dikir.

Çîroka Mordexay û Esterê bi kurtî wisa ye. Eger ji Mordexay û dotmama wî Esterê nebûya mîna gelek miletên ku di tarîxê de winda bûne çûne dibe ku îro qewmê Îsraîl jî li dinyayê tune bûya. Ji wê rojê vir de Mordexay û Ester di nav cihûdan de wek rolmodel in. Cihûd bi wan îftîxar dikin. Lewre navê kitêba 17an ya Kitêba Miqedes Ester danîne û cihekî pîroz dane Esterê û pismamê wê Mordexayî.

Ferdên miletekî, divê a bi vî awayî ji miletê xwe hez bikin û bi miletê xwe ve girêdayî bin.

(Nivîsarên nivîskaran dikarin ne li gor pîvanên edîtoryaya Botan Timesê bin. Hemî nivîskar ji nivîsarên xwe berpirsyar in. Bêyî destûra malpera Botan Timesê weşandina nûçe û nivîsarên wê qedexe ye, weşandina beşekê wekî jêder serbest e.)


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û