Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Cîrana min, kurê wê û mêrê wê di nêv agirî de man û şewitîn”

15/10/2024
SS, Botan Timesê ji vîdeoya Al Jazeerayê girtiye, dema li Xezeyê konên li kampekê dişewite

Israîlê li ser kampa koçberan a di hewşa Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê de li Deir el-Balahê êrîşek pêk aniye.

Di encama vê êrîşê de herî kêm 4 kes mirine û 40 kes birîndar bûne. Êrîş di saet 01:10ê şevê de pêk hatiye û agir bi lez belav bûye.

Serpêhatîyên şahidan

Amanî Madî, dayîka 6 zarokan, serpêhatîya xwe wiha vegotiye: “Min dît ku agir konên nêzîkî me dişewitîne. Min û mêrê xwe zarok hilgirtin û em ber bi avahîya acîlê ve revîn.”

Kurê wê yê 5 salî Ahmed birîndar bûye û parçeyên teqemenîyê ketine zikê wî.

Cemalat Wadî jî wiha gotiye: “Mucîze bû ku em filitîn, ez û her heft keçên min ji felaketê xelas bûn. Cîrana min, kurê wê û mêrê wê di agir de şewitîn. Kesî nikarîbû wan xilas bike.”

Rewşa koçberan

Gelek Filistînî neçar mane ku gelek caran koç bikin. Ew li dibistan û nexweşxaneyan bi konên ku ji tiştên ku dikarin bibînin çêdikin, bicih dibin. Ji ber kêmbûna cihî, ew nêzîkî hev dimînin.

Meha El-Sersak, keçeka 17 salî, dibêje ku ev 9 meh in ew li vê derê ye û ji tirsa êrîşan êdî şevan nanive. Wê dîtiye ku cîrana wê û kurê wê di agirî de şewitîne.

Bandora êrîşê

Êrîşê tirseka mezin di nav xelkê de belav kiriye. Gelek kes dibêjin ku êdî tu cihê ewle nemaye. Ew neçar in ku dîsa koç bikin, lê nizanin dê biçin ku derê.

Çavkanî: Botan Times, El Cezîre

Nivîskar: Merem Humaidî

Dîroka Weşanê: 15ê Çirîya Pêşîn 2024

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend