Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Li New Yorkê [3] (14-16ê Cotmeha 2022yan), wekî fîlmê destpêkê jî hatibû nîşandan. Fîlmê ku me di serdemeke dîktatoriyê de, ya ku çil sal beriya hilweşîna desthilatdariya Beesê û malbata Esedî li gundekî Binxetê yê li ser sînor, li dor hêma û wateya cîrantî û wefayê digerîne. Pêwendiyên bineciyên gund yên bi malbateke cihû re –ku neseqamgîr in–, bi siyaseta Beesê ya pan-erebîst re hêdî hêdî têk biçin jî, qewamên ku yek li dû yekê tên û kezebê li me diperitînin, hemû êş û azaran di çarenûseke hevbeş de tînin ba hev. Şêroyê bişkûriyê malê dibe vebêjerê me yê çîrokan, yê ku di wê tofanê de hîn şeş salî ye, em di çavên wî tifalî re, evîna di navbera Hannaha cihû û Aramê kurd vedibînin. Bi tenê dengê nebixêr ê meleyê gund –her gava qiriqa xwe paqij dike–, û têkşikîna xewn û xeyalên mamosteyê nijadperest yê nû hatî yên li hemberî rewşa dawî a darqespa (palmiyeya ku wek semboleke ji sembolên nijada ereban bilêv dike) li rasta dibistanê, sebrê dide ber dilê me, wekî din, em jî bi wan re danavî dibin, demsal vediguhêre, çi çaxa çilka avê li devê mislixa bermîla li ber dîwarê dibistanê diqerise û dibe şembelik, mamosteyê Beesî jî bi walêzên xwe re li ber deriyê dibistanê xuya dibe. Êdî wext wexta vegerê ye, bi koteka be jî, zarokên kurdan hînî erebî bûne, wî têr li wan xistiye (tew margîska li ser dîwarê hundirê polê jî bi rojnameyeke dutakirî dikuje ya ku gef li rêzkariyê û giringiya perwerdehiya pan-erebîzmê dixwe), kefa destên wan sipîsor bûye ji derbê şivikan.
Soreqehweyî
Belê, em vê axa reng genimî dinasin, ya ku di bin tîrêjkên çilê havînê de rengê wê hêdî hêdî veguheziye û bûye soreqehweyî. Destpêkê gotin tune bû, pirs hebû, pirs jî ne gotin bû, bêhtir wek serê xencerê bû; “Me her tiştê xwe winda kir. Baş e em ê çi bi kilîda tirimbêlê bikin?” Li kampeke penaberan ya li Başûrê Kurdistanê, hêwirzeyek pêşwaziyê li me dike; “Me jî bigirin bibin Swêdê! Yan Almanya, hema ku der hebe!” Kamera li deverine kampê digere, ji jiyana rojane ya li kampê, dîmenin tên, pê re hawara zarokekî; “Dayîka min nexweş e!”
Dayîk tim nexweş in!
Li kampa penaberan
Jinikek û zilamek bi çekbend û kabirayek –heye ku ji rêveberiya kampê– li ber konekî disekinin û bi yekî re xeber didin. Zilam pirsa yekî bi navê Selîm Hemoyî dike jê, bi ingîlîzî dipeyive û camêr jî bi ingilîzî bersiva wî dide. “Selîm Hemo bavê min e, navê min jî Şêro ye.” Ew ji Qamişloyê hatiye, ji Rojavayê Kurdistanê. Zilam, wêneyek şanî Şêroyî dide. Birrîn.
Navê wî Şêro ye, şeş salî ye. Qafê wî xuya dibe, di herdu rexên dîmenê re, çiqlên ziravik yên giyayine ku bes li wî erdê çur î zer şîn dibin, serî hildidin. T. S. Eliot di Waste Landê de digot; li vir av tune, zinar û lat, zinar û lat û tîbûn… li cihekî dinêrin, li holika leşkerê romê, tam dikeve nîveka herduyan, wêneyê wan di nîvî re dibirre. Dû re Vittorio De Sica, Dizên Duçerxeyan, Ricci Antonio û kurê wî Bruno, Aram û Şêro bi duçerxeyê vedigerin gund; gundê zerikî, dengê banga melê, dîmena du dengweşên ku bi qaydekê ve hatine asêkirin, hîv û stêrk… “Ellaaaaaaaaaa-huuuuuuuuu….”
Îro îne, mela dîne, rabû jina xwe’b pehîna!
Eisenhover
Kûçikê li ber terektorê vezeliyayî jî li hemberî vî dengî aciziya xwe dide der, navê kûçik Eisenhover e. Navê serokê welêt jî Fuhrer. Bapîrê Şêro, qala leşkerên Fransî û Brîtanî dike jê re, wextekê ew derana yek erd bûye, dû re hatine û par kirine, bi dirîtêlk û elxaman jî asê kirine, da kes neyê û neçê.
Mala Nehûmê cihû
Lê navê wî Şêro ye, şeş salî ye û lehengê wî, Aram e (apê wî Aram, birê bavê wî yî piçûk e), Aramê porxelek, rûgeş, Aramê ku Şêro tim û dayîm pê re ye, sê nepox ku yek kesk yek sor û yek jî zer e, ber bi asîmaneke çikîsayî ve bilind dibin. Asîman jî ne yê wan e. Birrîn. Nepoxa zer û yê kesk, bi guleyên qerewîlê tirk (li Serxetê) li hewa tên teqandin, lêbelê a sor, her bilind dibe. Li kuderê ne? Navê wî Şêro ye û nikare li fîlmên qerton temaşe bike, li gund ceryan tune, lê dîregên ceryanê hene. Sînor hema li pişt gundê wan e. Şêro qet ji radyoya bapîrê xwe yê ku serê wî bi baterîyên wê re ketiye belayê û wan di beroşekê de dikelîne ku karibe cardin bi kar bîne, hez nake, her sebt (Şabat), berêvarê diçe mala Nehûmê cihû, findên wan û lambeya wan a gazê vêdixîne, cihû roja sebtê kar nakin. Çaxa ew li wir, Nehûm û pîreka wî di navbera xwe de bi îbrankî dipeyivin, carinan jî bi erebî, zarokên li Qamişlo dikarin li fîlmên qerton temaşe bikin, divê ew jî hînî erebî bibe.
Li pişt sînor, dirîtêlk, Kewêya pitik û Şêro
Li her derî zilamên muxeberatê hene, di nava erd û zevîyan de, di nava çiqlên darûberan de, li mizgeftê, di binê kûç û keviran de, cotek guh bi her tiştekî biruh û bêruh ve heye û seraqet dicesisin. Gava roja hevdîtinê tê, Şêro jî bi xwe re dibin sînor. Li vî alî leşkerên Beesî û wêneyê Fuhrerî, li aliyê din wêneyê Mistefa Kemal û alaya roma reş. Di wê roja hevdîtinê de ku wek roja heşr û mehşerê ye, şara li serê jinika li aliyê Serxetê bi dirîya dirîtêlkê ve dialiqe, gava dixwaze Kewêya pitik bigire destê xwe û ew maçî bike, weke masîyekî ku bi nîkê bê qefaltin, dirî di şara wê re diçe. Helbet axaftina bi zimanê kurdî li her du aliyan jî qedexe ye, leşkerê tirk li wan diheytîne wekî bi tirkî biaxivin, leşkerê ereb li wan diheytîne wekî bi erebî biaxivin. Zabitê Beesî bes panzdeh xulekan dide dîdaran, jinik dabaşek dide Şêroyî. Helbet kes ji leşkerên li ser sînoran hêviyan nakin ku li hemberî dîdaran wek mirovine henûn, dinyadîtî, xwedî feraset û parîyek jî birehm tevbigerin, jixwe leşker jî ne mirovên wisa ne, di van dîmenan de tu fişalî nîn in, leşkerekî tirk, dawiya dawî leşkerekî tirk e, yê ereb jî ereb e. Birrîn.
Emperyalîzm û Siyonîzm
Di polê de mamosteyê Beesî yê îdealîst, mizgîniya ceryanê dide zarowan, ji bo fam bikin û têkeve serê gişan, qala ronahiyê dike, qala birqonekiyê, tîne dibêje ceryan dê tariya emperyalîzm û siyonîzmê têk bibe, li ber ronahiya ku di pacê re daye ser rûyê wî yê traşkirî, wek felatkerê gund dawestiyaye. Divê pêkve spasiya Fuhrerî bikin. Çi ye wateya emperyalîzm û sîyonîzmê, zarok li ser girkokekî rûniştine û pirsan ji hev dikin. Herçî emperyalîzme, ew reş e û wek dûpişkê ye, sîyonîzm jî wek qûzgezkê ye. Birrîn.
Mêrê Sewdayê û feminîzm
Kêşeyên derebegtiyê û çanda nêrtiyê jî ketiye nav. Derhêner, bi daxwazên apê Şêroyî bi dide zanîn ku zarokên wî çênabin, ma jina wî Sewda nezayok e gelo? Mêrê Sewdayê nemêr e? Wê çawa zanibin? Hingê qala bizîjkekî û serdanê tê kirin.
Mirina dê, antî-feminîzm yan jina kurd?
Dayîka Şêroyî, belesebeb tê kuştin, erê, belesebeb, nexwarî nevexwarî, leşkerekî tirk bi dûrbîna tivinga xwe jinên ku li aliyê din balavê dikin raçav dike, li teşkên dayîka Şêroyî hûr dibe, yê din dest pê kiriye nameyek ji dayîka xwe re dinivîse, yariyan dikin, yê namenûs pênûsa xwe dibe ber tetika tivingê, teq! Teyr û tû cinoyî dibin, meqes didin li perê asîman. Wî dayê! Hîn şîn neqediyayî, endamên muxebaratê tên û Aramê apê Şêroyî, lehengê wî digirin û dibin.
Xewna Şêro
Di henga ku mamoste qala dilreqiya cihûyan dike ji zarokan re, dibêje ji bo filistînî gelekî bedew in, cihû şekira didin wan zarokan û direvînin û dibine mala xwe, serjê dikin û bi xwîna wan jî eyda xwe çê dikin. Parastina cihûyan dimîne ser Şêroyî, tîne dibêje cîranên me cihû ne û gelekî baş in. Li ser dîwarê li pişt maseya mamoste, jixwe alaya Sûrî û Filistînê bi hev ne, di wêneyekê de em dibînin ku jineke cihû ku şibandine wehşekî, porê keçikeke filistînî kaş dike. Dê dikeve hundirê polê û hev himbêz dikin. Bi serdana wê re ronahiyek ji dişûzike hundir. Dayîk Şêro derdixîne derveyî polê, bi sedan nepoxên kesk û sor û zer azad dibin. Li nava dehlê, leşkerê ku dayîka Şêro kuştiye, derdikeve pêşiyê. Bêdewletî hemû wêneyên me alan û talan kiriye.
Xewna Mamoste Wahid Hanûfî
Ji erebê koçber dipirse bê çima palmîye nîn in li derdorê? Li ser vê axê palmîye şîn nabin refîq, bi tenê tirî, hinar û zeytûn, hinde! Mamoste, ji bo ku baştir û baştir têkeve serê zarowan, radibe bûkeke cihû çê dike, diferime da ku her yek ji wan, kêrekê lêxin, serî jêkin, piştî her seremoniya kêrlêxistinê û serjêkirinê, bûka cihû ji nû ve tê dirûtin. Fena wan bûkên ku di dêlindêzên Voodoyê de tên bi kar anîn. Margîsk ne tenê tê kuştin, tê perçiqandin jî. Êdî kes tune ye ku lambeya gazê û findan vêxîne. Dengê Eslîka Qadir bilind dibe ji radyoyê û li ser temamê gund digere:
Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji mere ruh û can e
Kurd hemî bira ne
Sirûda netewî
Yekitî, Azadî, Sosyalîzm. Dê bi çi teherî cihûyan têk bibin? Şagirtekî şûm ku li paşiyê rûniştiye, bi lîstika gogê dibêje, wê deh gol bavêjin. Yekî din radibe dibêje bi lîstika diz û polîs; em ê wan dize-diz biqefêlin. Erebê xefîye ku ew jî di polê de ye, tîne dibêje em ê wan rêz bikin û yek bi yek ser jê bikin. Ji ber ku hîn li destpêkê, kazexeke li erdê dîtî, ji Mamoste Wahid Hanûfî re dibe,bi tilînivîskê hatiye nivîsîn, jê bigûman e wekî belavokek be. Berê jî dîtiye, nivîsa Kurdistan hebûye ser.
Çanda bertîldayînê
“100 Lîre ji bo lêçûna pasaportan!”
“15 Lîre ji bo piştgiriya artêşê!”
“10 Lîre ji bo berxwedana doza Filîstîn!”
“Du cara 125, dike 250 Lîre!”
Hannah wê xilas bibe ji wir… ne bi tenê ew jî…
Deng ji şewqê nêzîktir e
“Heke carkî dinya şevreş bû û te riya xwe winda kir û guh li dengê kûçikan kir, tê herî bi ku de?” “Ez ê herim ser dengê kûçika, çûnkî deng ji şewqê nêzîktir e.”
Wek darqespê, zirekevaleke Hafiz Esedî jî di pişta terektorê de tê gund, ber deriyê dibistanê. Êdî ceryana gund jî heye. Baraneke gur dibare, boyaxa reş a li ser porê wî, dirije ser rûçikê wî yê tirş. Mamoste ne dizane çi xweliyê bi serê xwe dake. Birrîn. Sûretê Hafiz Esedî li ser ekrana televizyonê xuya dike, pê re jî terorîstên Daişî, serjêker, gornepişkên dînê îslamê, ne fîlmê qerton.“Ellaaaaaaaaaa-huuuuuuuuu….” , Birrîn.
Hannah ji pîkabê dadikeve;
“Va ez hatim!”
Çavkanî
[1] https://nykcc.org/mano-khalil-filmmaker
[2] https://www.menemshafilms.com/neighbours
[3] https://nykcc.org/new-york-kurdish-film-festival-6th-edition/
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.