Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Ev ne qeder e, divê ev bê guherîn”

12/01/2023

Li Tirkiyeyê wekî her sal, îsal jî pêvajoya dersên bijarte yên li dibistanên navîn di 3yê Çileyê de dest pê kiriye.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dîyar kiriye kesên bixwazin dikarin heta 20ê Çileyê serî li dersên bijarte yên Kurdî bidin.

Xwendekarên li polên 5-6-7 û 8an dixwînin, dikarin ji rêveberiya dibistanên xwe daxwaz bikin û dersên Kurdî bistînin. 

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî jî bi anîmasyoneke bang li dê û bavên xwendekaran kirin û ji wan xwestin ku dersa zimanê kurdî hilbijêrin.

Hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî li Tirkiyeyê ji sala 2012an ve weke mafekî qanûnî hatiye naskirin.

Di nava dersên bijarte de lehçeyên Kurdî Kurmancî û Zazakî jî hene.

Par ji bo dersên bijarte yên kurdî ji aliyê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ve kampanyayek berfireh hatibû destpêkirin.

HEZKURD heman kampanyayê îsal jî birêve dibe.

HEZKURD: Wê bibe binesaziya perwerdehiya mecbûrî

Kordinatorê HEZKURDê Fevzî Buldan ji bo dersen bijarte ji Botan Timesê re dibêje, “Di pêşerojê wê ev rewş hîn berfirehtir bibe û bibe binesaziya perwerdehiya mecbûrî.”

Buldan dîyar dike ku wan ji bo bala miletê bikişînin ser vê mijarê zedetirî li sed parêzgeh û navçeyên broşuran belav kirine û dikin.

Eğîtîm-Sen: Qedexe betir bandor li ser zarokan dike

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Amedê jî bi daxuyaniyeke balkişand ser giringiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî.

Mamoste Fesîh Zîrek dibêje, qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bandorê zêde li ser zarokan dike.

Wî diyar kir ku , “girîngî û pêwistiya zimanê zikmakî ji bo zarokan dîyar e. Bêparhiştina ji vî mafî bandorek jiyanî ya neyînî li zarokan dike. Ev ne qeder e, divê ev bê guherîn.”

Li gor maddeya 42an ya qanunên Tirkiyeyê, li dezgehên perwerdehiyê yê li Tirkiyê ji bilî zimanê Tirkî tî ziman nekare bibe zimanê perwerdehiyê.

Li gor Enstîtûya Kurdî ya Swedê 32 mîlyon û 812 hezar Kurd li Tirkiyê dijîn. Li gel vê hejmarê jî ji mafê perwerdehiyê bêparin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û