“Piştî me ferq kir ku me hay ji şiyanên hev ên cuda hene, me got çima em nebin temamkerên hev û bi hev re tiştekî bikin. Me biryar da em dest bi karekî nû bikin.“
Yonca Sarsilmaz û Semîha Yildizê bi van gotinan biryar daye şirketa xwe vekin. Navê wê kiriye “Your Frame Company”.
Yonca Sarsilmaz wergêr e û li şirketa Botan Internationalê xwediya tecribeya du salan a midûrîyê ye, niho jî di projeyeka wê şirketê de dixebite. Semîha Yildiz derhênereka fîlmên anîmasyon e. Xwediya xelatên navneteweyî ye, gelek guhdarên Botan Podcastê ji dengê wê, wê nas dikin. Yildiz ji bilî çêkirina fîlman bi BotanIntê re di projeyeka navneteweyî de jî kar dike.
Ew dibêjin:
Elbet ji ber ku em di serdema dîjîtal de ne, û me zanî pêdivî zêdetir li karê me heye me xwest em şirketêka produksiyonê ava bikin. Armanca me ew e ku em xitabî girseyên cuda bikin, naverokên bikalîte çêkin û em dixwazin bibin markayeke nas û pêbawer.
Wekî du jinên ciwan ên kurd me bi kelecaniyeke mezin dest bi vî karî kir û wisa bawer û hêvîdar in dê em tiştên kêrhatî û baş bikin.
Your Frame Company
Avakarên şirketê xwe holê didin naskirin:
Sektora we her kîjan be, cîhana dîjîtal êdî parçeyeke ferz a her karî ye. Ji bo ku em kar û xebat û keda we berceste û berçav û karîgertir bikin û ji bo ku em di bîra mirovan de zindî bihêlin, em li ber milê we ne û ev yek coş û heyecaneke mezin dide me.
Da ku hûn li gel kirryar û cemawera xwe peywendiyeke bihêz, watedar û berdewambar saz bikin, me divê hûn ji bîr nekin ku em li vê derê, li ber milê we ne. Em dê ne tenê behsa çîrok û serhatiya karê we bikin, herwiha armanca me ew e em karê we veguherînine tecrûbeyeke heyecanbexş jî.
Di hemî merhaleyên afirandinê de, taybet ji bo we, ji bo encameke tekez û çareseriyên pratîk pêşkêş bike desteya me ya pispor amade ye. Da ku em dengê marqeya we bigehînin mirovan û tesîra marqeya we zêdetir bikin, divê hûn piştrast bin ku em dê her tişta qenc û maqûl ji bo we bikin.
Xizmetên me:
• Anîmasyon, Logo, Îlûstrasyon
• Naverok û Postên Medyaya Civakî
• Sêwirandina Rapor û Kovaran
• Tomarkirina Podcastan û Alîkariya Teknîk • Tomarkirina Vîdyoyan û Montaj
• Sînevîzyon
û ji bo xizmetên dîtir, em dixwazin bibin parçeyeke temamker a kar û xebatên we. Ji bo têkiliyê: [email protected]