Cîgirê Partîya DEVA Ekmen bang li miletî kir ku bê meqbûz qurişekî jî nede mizgeftê

17/12/2022

Cîgirê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Mehmet Emîn Ekmen got ku divê ti kes alîkarîya madî nede derekê.

Ekmen ji Twitterê dîyar ku hema bêjî li hemî mizgeftan bê meqbûz pere têne komkirin û ser vê rewşê hişyarî da.

‘’Divê komkirina pereyan bê meqbûz qedexe be. Ti kes divê bê meqbûz qurişek alîkarî nede’’ Ekmen nivîsî.

Wî bang li Weqfa Dîyanetê ya Tirkîyê kir ku bo rê li ber alîkarîyên bêmeqbûz bigire hin gavan biavêje.

Medya herêmî ya Dîyarbekir di rojên dawî de balê dikişîne ser wan camîyan ku jiber nedana faturayan ceyranên wan hatine birîn.

Li gor mevzuata dewleta Tirkîyê ava bo camî û mescîdan belaş e û di ceyranê de bi tenê ji ronîkirinê re fatura çênabin.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku cemaet bo faturayên ceyranê yên bo germkirin û sarkirina camî û mescîdan didin, lê jiber enflasyonê alîkarîyên xêrxwazan kêm bûne. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Qeymeqamîya Kuçukçekmeceya Stenbolê konsera NÇMê qedexe kir

Weşana paşê

Ayfer Duzdaşê bi ”dam a dam a” dest bi weşandina kilamên Arxawûnê kir

Te hay ji vê heye?