CHPê û HDPê bersivdan Bahçelî

17/01/2023

Axaftina Serokê Partiya Tevgera Netweperest (MHP) Devlet Bahçelî yê li ser hilbjartinan di kulîsên Enqerê de bû sedema tevgerek.

Bahçelî di komcîvîna partiya xwe ya li parlementoyê de bang li muxaleftê kir û xwest hilbijartin di Gulanê de bê çêkirin.

Piştî banga Bahçelî, ji HDPê û CHPê jî bersiv dereng nema.

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Danış Beştaş got”

 “Ger hilbijatin îro jî pêk bê em amade ne.”

CHP: Ger biryareke piştî 6ê Nîsanê be em qebûl nakin

Serokwekîlê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel jî qanuna hilbijartinê ya wê di 6ê Nîsanê de bikeve meriyete bibîrxist.

Wî dîyar kir ku eger biryareke piştî 6e Nîsanê be ew ê qebul nekin.

Bahçelî çi gotibû?

Bahçelî di axaftina xwe ya îro de di der barê dîroka hilbijartinê de gotibû, “Werin em di nava meha Gulanê da vî karî biqedînin. Em li hev bikin û Tirkîyeyê bibin hilbijartinan.”

Dîroka hilbijartinên serokomarîyê 18ê Hezîrana 2023yan e.

Li gor qanunên Tirkiyê hilbijartin çar salan çarê çêdibe.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Cihê nefret û kişkirinê li Almanyayê nîne”

Weşana paşê

“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”

Te hay ji vê heye?

Bahçeli: Bila Ocalan bê li TBMMyê biaxive

Ev çend roj in nîqaş û

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê