Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) a Şaxa Ciwanên yê Nazîllîyê afîşa wêneyên serokên Tifaqa Netewî aliqandin.
Afîş li navçeya Nazîllî ya Aydinê hat aliqandin. Karîkaturên lîderan li dora maseyê kom bûne û di bin maseyê de çekdarek dê dîtin.
Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Aydinê û Endamê Komîsyona Edeletê Suleyman Bûlbûl çû cîyê ku afîşê hatiye aliqandin. Li wir daxuyaniyek da.
“Şaxa Ciwanan a Nazîllî ya AKPyê pankarteke kîret bi dar de kirine. Ew afîş Partîya Şeşan bi terorîzmê sûcdar dike. Ma mafê we heye ku serokên rêzdar ku ji nîvî zedetir welatên temsil dikin, bi terorîzmê tawanbar bikin?”
Suleymen Bûlbûl
Bûlbûl, der barê pankartê de bi hinceta ku Partîya Îtîfaka Netewî “Têkiliya wan bi terorê re heye” serlêdana sûcdariyê kir.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.