CHP: Emê li Dîyarbekir Parlamanteran Derxin

Cîgirê Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Oguz Kaan Salici dîyar kir ku li bajarên Kurdan dengê partîya wan zêde dibe. Salici ji T24ê re da zanîn ku wan li rojhilata Tirkîyê bala xwe daye ser 24 bajaran. ‘’Li rêza pêşî Batman heye ku dengên me yên li wir %325 zêde bûne. Li wî bajarê […]

CHP: Emê li Dîyarbekir Parlamanteran Derxin
CHP: Emê li Dîyarbekir Parlamanteran Derxin
Botan Times
  • 12 Aralık 2022 07:45

Cîgirê Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Oguz Kaan Salici dîyar kir ku li bajarên Kurdan dengê partîya wan zêde dibe.

Salici ji T24ê re da zanîn ku wan li rojhilata Tirkîyê bala xwe daye ser 24 bajaran.

‘’Li rêza pêşî Batman heye ku dengên me yên li wir %325 zêde bûne. Li wî bajarê dengên me ji %1,3 derketiye %10an’’ Salici got.

Wî dîyar kir ku ewê li Erzirom û Dîyarbekir di hilbijartinan pêşde parlamanterên wan çêbin.

Di hilbijartinên giştî yên 2018an de, CHPê li Dîyarbekir %2,50 û li Batmanê jî %1,87 dengan sitandibû û ji wan bajaran ti parlamanter dernexistibû.