CHP: Emê li Dîyarbekir Parlamanteran Derxin

12/12/2022

Cîgirê Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Oguz Kaan Salici dîyar kir ku li bajarên Kurdan dengê partîya wan zêde dibe.

Salici ji T24ê re da zanîn ku wan li rojhilata Tirkîyê bala xwe daye ser 24 bajaran.

‘’Li rêza pêşî Batman heye ku dengên me yên li wir %325 zêde bûne. Li wî bajarê dengên me ji %1,3 derketiye %10an’’ Salici got.

Wî dîyar kir ku ewê li Erzirom û Dîyarbekir di hilbijartinan pêşde parlamanterên wan çêbin.

Di hilbijartinên giştî yên 2018an de, CHPê li Dîyarbekir %2,50 û li Batmanê jî %1,87 dengan sitandibû û ji wan bajaran ti parlamanter dernexistibû.  


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

ALF: Ji Rêberên Muxalefetê Herî Zêde Kiliçdaroglu Tê Ecibandin

Weşana paşê

The Hall Kurdî bi 12 Hejmaran Salek Temam Kir