Bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê kiriye” salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Murat Sarisaç, Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) hatiye birîn.

Danişîn li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hatiye û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê parlamenter Sarisaçî biriye. Parvekirinên li ser Facebookê yên salên 2010, 2014 û 2015an weke sûc hatiye nişandan. Her weha dadgehê aşkerekirina biryarê taloq kiriye.

Çavkanî: Bianet Kurdî