Em romana Paulo Coelho ya Yanzdeh Deqîqe (bi tirkî On bir Dakika, bi îngîlîzî Eleven Minutes) bînin bîra xwe, di wir de jineke bi navê Maria, karkera seksê ye, diçe Cenevê, li wir xwepêşandanekê dibîne, jinek li wê kolanê jê re dibêje ku ew kurd in, Maria jî pirs dike bê kurd ji ku derê ne. Marîa ne kurdan nas dike, ne welatê kurdan, nizane bê kurd ji ku derê tên. Li kafeya înternetê ji Googleê dipirse, li gor agahîyên Googlê dibêje welatê wan Kurdistan e, di navbera Iraq û Tirkîyeyê de dabeşkirî ye. Di tirkîya vê kitêbê de ev beş tê sansurkirin, peyva Kurdistan û dabşekirina wê di navbera Iraq û Tirkîyê de jê tê avêtin û Rojhilata Navîn di şûna wê de tê bicîkirin.
***
Benda duyemîn a Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan, bi giştî, amaje bi wekhevîya nijad, reng, zayend, ziman, ol, ramana polîtîkî, mafên ji zayînê, parastina mal û milkê dike. Reng belkî yek ji kevntirîn amûr û armanca nijadperestiyê ye li dinyayê, bi texmîna min ên mayîn li pey wê tên. Nijadperestîya li hemberî reşikan di cîhana îroyîn de hê jî pirsgirêka sereke ya mirovan (spîyan) e. Ne bes bi tenê ji bo reşikan ji bo rengên din (ji bilî spîyan) jî li kar e. Di romana Tirsa Bêdiran de jineke alman bi navê Anêt heye bo penaberan mamostetîyê dike û alîkarîyê dike. Dêya wê ya nijadperest bi hinceta ku alîkarîya kesên “porreş” (kurd, tirk, afgan hwd.) dike jê dixeyide û rikê jê dibe.
Îcar rengsazî ji ber ku bi wecha xwe ya senifandinê (reş, spî, esmer) mirovan bi hêsanî ji hev cuda dike, nijadperest bi rehetî, bêyî têkilîyan ji dîtînê jî xwe saz dike, li ser cudakarîya ne-xweş kar dike. Herwekî din mirov bi xwe jî xwe bi rengan nas û pênase dikin. Bi saya rengan mirov him xwe cihê dike, him xwe dide nasîn, him jî ên li hemberî xwe nas dike. Alayên milet, dewletan, kom û komikan heya bi sazî û tîmên sporê rengên nasnameya xwe dîyar dikin. Lê li dinyayê reş û spî cihên xwe yên cihê hene, herwekî din rengê sor jî. Rengê sor rengê serhildan, berxwedan, têkoşîn, hevkarî, rengê mil bi milê ye. Heta ku li cem gelek miletan rêxistinên “ala sor” hene. Lê berovajîya wê rengê kesk di warê polîtîkayê de rengê îslamê ye, bêtir jî derdorên muhefezakar vî rengî bikartînin. Lê van salê dawîn tevgerên Jîngehez û xwezaparêz ên lîberal û heya bi Marksîstan, gelek derdorên cuda wî rengî bi kar tînin. Partîyên çepgir/lîberal ên keskan hatin avakirin. Tevgerên li ser hêşinahîyan li bin sîwana rengê kesk bilind bûn.
Piştî peydabûna terorîzma DAÎŞê li rojhelata navîn kurdan berxwedan û têkoşînên xwe yên bêhempa li mîrateya dîroka gerdûnê zêde kirin. Bi saya kurdan terorîzma sereke ya sedsala bîst û yekan şikestineke mezin xwar. Di vê pêvajoyê de berxwedan û têkoşîna kurdan, xusîyetên wan bêtir li cîhanê belav bûn. Di motorên lêgerîna online de bi rêjeyekê gelek bilind, kes li peyva kurd, kurdî û Kurdistanê gerîyan. Em romana Paulo Coelho ya Yanzdeh Deqîqe (bi tirkî On bir Dakika, bi îngîlîzî Eleven Minutes) bînin bîra xwe, di wir de jineke bi navê Maria, karkera seksê ye, diçe Cenevê, li wir xwepêşandanekê dibîne, jinek li wê kolanê jê re dibêje ku ew kurd in, Maria jî pirs dike bê kurd ji ku derê ne. Marîa ne kurdan nas dike, ne welatê kurdan, nizane bê kurd ji ku derê tên. Li kafeya înternetê ji Googleê dipirse, li gor agahîyên Googlê dibêje welatê wan Kurdistan e, di navbera Iraq û Tirkîyeyê de dabeşkirî ye. Di tirkîya vê kitêbê de ev beş tê sansurkirin, peyva Kurdistan û dabeşkirina wê di navbera Iraq û Tirkîyê de jê tê avêtin û Rojhilata Navîn di şûna wê de tê bicîkirin. Di îngîzîya wê de dibêje “non-existing country”, eyn wekî nîn-welata xebata Şener Ozmen, welatekî wiha nîne hîn di sala çapkirina wê romanê de (di sala 2003an de). Lê piştî federasyona li Başûr, Bihara Ereban, serhildanên li Rojava û Başûr kir ku dinya bi kurdan bihese, ne bes bi mexdurîyetê lê belê bi qencîyên wan ên li cîhanê jî. Peyva “peşmerge” ket Ferhenga Frensî, peyva Rojava ket hemû lîteratura sîyasî ya cîhanê. Gelek rûdanên din ên bi vî rengî jî pêk hatin. Berê bes peyva dengbêj di zimanên bîyanî de dihat bikaranîn wekî ku fahma min têgihije û bi bîra min tê. Bi ya min kurdî dikare gelek peyvên din li ferhenga gerdûnî zêde bike. Keskesor yek ji van e. Îro bêtir kesên ku bi her du çavên çep û çepgirîyê li cîhanê dinêrin mirov dema li lîretarura wan dinêre peyvên kesk, cîhana kesk, ekolojî bêtir cih digre. Lihevkirineke fikrî di warê sorbûna polîtîk (bêtir çalakgerî û tundî) û di babeta ekolojîyê de de saz bûye. Lewma jî êdî rengê vê cureya hevkarîya berxwedanê keskesor e. Keskesor ez wekî rengê rengan dibînim, lewma jî bi navên xwe yên resen dibê di ferhenga cîhanî de cih bigre. Keskesor ji xwe wekî biwareke berxwedana zayendî di nav civakê de kar dike, karê zayenda nasnameyî dike. Bêtir wekî sîwanek e, endamên LGBTQ+an di bin sîwana xwe de hembêz dike. Lê tiştê ku ez behsê dikim ji mijarê nasnameya zayendî zêdetir li hev anîna du bereyên tund û nerm a şêweyên berxwedanê ye li dijî kapîtalîzm, dagirkerî û şovenîzmê. Sor xwemalê cîhana dubendî ya berî hilweşîna sosyalîzmê ye, nerm jî berxwedanên nerm ên piştî wê ne. Sor hêz e, masûlke ye, mertal e, cegerê ji pola ye, hesinê Kawa ye; kesk bîr e, hiş e, hişmendî û dilfirehî ye. Pirî caran kes û komên tund wekî “baz”, kes û komên nerm wekî “kevok” têne binavkirin. Keskesorî dikare vê fesadîyê betal bike.
Kurdan deng li dinê zêde kirin bi dengbêjîyê,
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Hêz li dinê zêdekirin bi pêşmergetîyê (bi hemû fraksîyonên xwe),
Hêl û îstîqamet danê bi Rojava(yê)
Wext wextê rengekî ye: keska bi sor ve.
- Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar06/09/2024Dubendîyên Qamûsazîya Kurdan
- Nivîskar23/08/2024Ceribandineke Rengîn
- Nivîskar09/08/2024Zêmarek Li Ser Dadwerîya Hiqûqî
- Nivîskar27/07/2024Têkçûna Malê 2: Zimanê Bîyanî wekî Masûlkeyeke Jixweber