Çengîz Çandar: Amed bi zanebûn bêdeng e

  • 08/05/2023
Çengîz Çandar: Amed bi zanebûn bêdeng e
Gulistan Korban Fotoğrafı

Gulistan Korban

08/05/2023

Ji hilbijartinan ra 6 roj mane. Amed dê 12 wekîlan bişîne parlementoyê. Destê Partîya Çepên Kesk li vî bajarî xurt e.  

Di hilbijiartina parlementerîyê ya 2018an da HDPyê ji 12 wekîlan, 9an bi dest xistibû.

Niha armanca Partîya Çepên Kesk(YSP) li vî bajarî ew ê ku herî kêm 12 wekîlan qezenç bike.

Yek ji namzetên YSPyê yê Amedê Çengîz Çandarî ye. Ew ji rêza 3em namzet e.

Ji roja ku navê wî hatiye eşkere kirin heta niha namzetîya wî tê nîqaş kirin. Çandarî li ser nîqaşan û li ser namzetîya xwe ya Amedê bersiva pirsên Botan Tîmsê dide.

Ez gelek kêfxweş im ku bûme namzetê vê bajarî. Amed ji bo min cihekî gelekî girîng e. Ez bi eşq girêdayê vê bajarî me. Ji bo min Amed Sur e. Serdema pêş dê bibe serdemeka nû di dîrokê da.

Çengîz Çandar

Namzetîya Çandarî jî wekî destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareserîyê jî hatibû nirxandin. Çandarî ji bo wê nirxandinê jî got;

Çûyîna Erdogan hêvîya çareserîya pirsgirêka kurdan jî bi xwe ra tîne. Pirsgirêka kurdan tenê bi demokrasîyê çareser dibe. Pir watedar e ku hêvîyên merivan jî ji min hebin. Ger namzetîya min pêvajoya çareserîyê û aşitîyê bîne bîra xelkê, ez encax dikarim ji vê kêfxweş bibim. Hevîdar im wiha jî bibe.

Çengîz Çandar

“Amed dê di 15ê Gulanê da ji xew rabe”

Li ser bêdengîya bajarê Amedê jî hin çavderîyên Cengîz Çandarî hene.

Li gor wî Amed bi zanebûn bêdeng e.

Bi ya min li hemû bajarên Tirkîyeyê encama vê hilbijartinê dê me hemûyan matmayî bihêle. Ger li Amedê 12-0 bibe, ev dê nebe mûcîzeyeke. Gelek kes dibêjin Amed li gor hilbijartinên berê bêdeng e. Wekî berê nîne. Ez jî dibêjim ev bajêr rastî gelek zextan hatiye. Amed ji bo rê li ber provakasyonan veneke, xwe wekî mirîyekî nîşan dide, dê di 15ê Gulanê da hişyar bibe.

Çengîz Çandar

Çandarî diyar dike ku ew niha ji bo fêrbûna zimanê kurdî dixebite û dibêje ku:

Min her vê got û ez dê dibêjim. Zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdehîyê. Ez jixwe ra dibêjim. Ji ber ku Kurd zimanê min dizanin, divê ez jî wekî rêzgirtinê zimanê wan fêr bibim. Min niha dest bi xebatê kiriye. Ez dê bi di demeke kin da bi Amedîyan ra bi kurdî bi axivim.

Çengîz Çandar

%d