Dema rûsan nîvgirava Qirimê dagir kir (2014) û 8 sal şunda jî êrişî Ûkraynayê kir (2022), di navbera her du dewletan de şerekî mezin dest pê kir ku heta niha jî beredewam dike. Ûkrayna li Ewropayê piştî Rûsyayê duyem welatê herî mezin tê hesibîn. Piştî destpêka Şerê Rûsya û Ûkraynayê gelek caran mijarên wek dîroka koçberiya kurdan ya ber bi Ûkraynayê, têkiliyên kurd-ûkrayniyan yên çandî carinan hişê min mijûl dikirin. Dema min nûçeyên vî şerî dişopandin mijareke ku carinan dihate bîra min jî serpêhatiya Silêmanê Kurd bû ku bi salan li gundên Ûkraynayê maye. Bi saya vê serpêhatiyê dîroka mijara têkiliyên kurd û ûkrayniyan bala min zêdetir kişand. Ev zarokê piçûk piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi malbata xwe ji herêma lê dimînin, direvin. Lê di vê rev û bezê de endamên mala xwe winda dike, ew û birayekî xwe tenê dimînin. Paşê ew û birayê xwe tên Tiflîsê. Demekê bi alîkariya almanekî derbasî Ûkraynayê dibe, bal wî dixebite. Têkiliyên wî ligel birê jî bi temamî qût dibin. Li Ûkraynayê gundekî swêdiyan jî hebûye, li vir ew malbateke swêdî nas dike. Navê gund Gammalsvenskby bûye. Heta niha jî hin swêdî hê li vî gundî dijîn. Demeke dirêj li bal vê malbata swêdî kar dike. Di dawiyê de Silêmanê Kurd dibe ewledê vê malbatê û malbat navekî nû lê dike: Alexander Knutas, di çavkaniyên swêdî de her bi vî navî tê nasîn. Ev malbat jî dema di sala 1929an de ji Sovyetê bar dike tê Swêdê, vî zarokê kurd bi xwe re tîne. Ew bi qasî 10 salan li Ûkraynayê dijî. Heta sala mirina xwe (1981) jîyana xwe li Swêdê derbas dike. Serpêhatiya wî gelek bala min kişand û dikşîne. Di sala 2019yan de pirtûkeke min bi navê Silêmanê Kurd li Swêdê hat weşandin [1].
Kesên kurd yên din jî hene ku wiha tek tek hatine Ûkraynayê, yek ji van jî Xosrow Sultanov (1879-1943) e ku li bajarê Odessayê tip (doxtorî) xwendiye. Ew kurdekî ji Azerbeycanê ye, li gundê Kurdhacê nezîkî Laçînê hatiye dinê. Paşê bûye Wezîrê Parastinê yê Komara Demokratîk ya Azerbeycanê, di gelek karên din de jî xebitîye. Gora Xosrow Sultanov niha li Goristana Ferîkkoyê li Stembolê ye [2].
Gelo di sedsala 20an de çiqas kurdên binecîh li Ûkraynayê hebûne? Em li jêr piçekê dikarin bersîva vê pirsê bidin. Berî çend salan cimaeteke kurd ya mezin li Ûkraynayê hebû. Gelek ji wan ji ber sedemên wek erdhejî (1988), hilweşîna Sovyetê (1989) û Şerê Nagorno-Qerebaxê (1993) koçberî Ûkraynayê kirine. Di sala 1926an de qasî 16 kurd li Ûkraynayê hebûne, nêzîkî sed salî şunda li gorî agahiyên sala 2001an hejmara wan digihije 2088 kesan. Kurd bi taybetî li herêmên başûr û rohilatê Ûkraynayê dimînin. Gelek ji wan kurdên ji Ermenîstan, Gurcîstan û komarên din yên Sovyetê ne [3]. Serekê Komeleyên Kurd li Ûkraynayê Georgii Pîvazî ji 30 salî zêdetir e li Kîevê dimîne. Komele bi navê Mîdîya tê nasîn. Ev komela ku di sala 1995an de ava bûye, sazîyekê bêalî û serbixwe ye. Li gorî wî piraniya wan 25 hezar kurdên ku li Ûkraynayê diman, piştî şer bar kirin çûn welatên Ewropaya Rojava. Gelek ji wan karker, komek jî xwendekar bûne. Georgii Pîvazî dîyar dike ku gelek kurd, bi qasî hezar kesî li Kîevê û li bajarên nêzîkî sînorê Rûsyayê, cîwar bûne. Di destpêka Şerê Rûsya û Ûkraynayê de rojnamevanekî kurd Azad Altûn tenê li herêmê hebû ku li pêşiya kamerayê li meydanan di nav dengê top û gulan de karê xwe li Kîevê bi serfirazî meşandiye. Ev di destpêka sala 2022an de bi qasî mehekê li Ûkraynayê maye [4]. Gelek kurdên ûkraynî bi rêya van nûçeyên kurdî Azad Altûn nas kirine û nasiya xwe dane hev. Şerê Rûsya û Ûkraynayê bandora xwe ya neçê wek ûkrayniyan herwiha li ser kurd û komên ji netewên din jî hîştiye. Serpêhatiyên kurdên ku hatine Ûkraynayê bala ûkrayiyan jî kişndiye. Yek ji van Hesen e ku ji Kurdistana Suriyê, li ser Tirkiyê re koçberî Ûkraynayê kiriye. Di dawiyê de tê bajarê Lvivê. Di cîhekî roportajekê de Hesen dibêje: “Em 6-7 rojan di rê de man. Pêşî em hatin Tirkiyê, paşê jî hatin Kîevê. Telefon qut bû û me jî nizanibû em li ku ne. Û gava ku wan telefonên xwe yên destan vekir, wan fêm kir ku em li paytexta Ukraynayê ne. Hema di cih de, bi riya Lviv, ew ber bi devera sînorî ya bi Polonya re ketin rê. Me navên herêm û bajaran nizanîbû û ji cihekî diçûn cihekî din.” Hesenê 44 salî, du sal berê bi jin û çar zarokên xwe re neçar maye ku ji Sûriyê derkeve. Hesen Sûriyê wiha dide nasîn, welatekî ku Kurdbûn “xiraptirîn tiştê ku dikare were serê we” ye [5]. Rojnamevan Agid Yazar jî di sala 2015an de diçe li Ûkraynayê digere. Ew di sala 2022an de nivîseke ji du beşan pêkhatî diweşîne: “Gerokekî kurd li Ukrayna”. Ew pêşiyê diçe Odessayê, piştre diçe Xarkovê. Ew li Odessayê rastî hin kurdên ji Dêrsîmê û Cizîra Botan tê. Navên wan yên rastîn nade. Kesê ji Cizîrê ew bi qasî 25 sal in li Ûkraynayê dijî, di navbera wan de dostanî û hevaltîyeke baş derbas dibe: “Bi mebesta karekî xwe yê taybet hatiye Odessayê û ew ê piştî nîv saeteke din rabe vegere Xarkovê, paşê derbasî bajarê Kramatorskê bibe” [6].
bi herçar zarokên xwe koçberî Ûkraynayê kiriye
Bi saya rojnameya Rêya Teze em derbarê têkiliyên kurd û ûkraynîyan de dibin xweyê hin agahiyên balkêş û kêrdar. Beşeke çavkaniyên dîrokî ji aliyê Xalit Çetoev de hatine nivîsîn. Zêdetir mijarên dîroka kurdên Ermenîstanê, têkiliyên kurd û rûs, beşdarbûna kurdan di Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de bala wî kişandiye [7]. Ew di nivîseke xwe de li ser mijareke gelek balkêş disekine. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Ûkraynayê hêzên dijî şoreşê êrişên xwe zêde dikin. Li hemberî van êrişan komên ji netewên din ku wek înternasyonalîst hatine nasîn jî di vî Şerê Navxweyî de (1917-1921) seferber dibin. Di nav wan bi sedan kurd hebûne ku ji ber hin sedeman hatine Ûkraynayê. Kurdên siwarî qehremaniyeke mezin nîşan dane, hin ji wan li Ûkraynayê gorî bûne [8].
Hin çavkaniyên nû dîyar dikin ku kurd bi hezaran salan berê bakûrê Behra Reş û li Ûkraynayê mane, ji xwe re war û starên nû peyda kirine. Valentyn Stetsyuk di lêkolîneke xwe de nîşan dide ku gelek navên cîhên ûkraynî dişibin peyvên kurdîya îro. Stetsyuk van hevşibandin û nêzîkîyan wek nîşana hebûna têkiliyên kurd û ûkraynî yên dîrokî û çandî dinirxîne. Ew dibêje ku bi qasî 250 navên cîhên ûkraynî ji kurdî tên. Li gorî wî piraniya wan li van herêman belav bûne: Hmelnitskî (navên 48 cîhan), Vinnitsa (navên 44 cîhan) û Ternepolskî (navên 38 cîhan)… [9].
Çend têkiliyên kurd û ûkranî yên çandî jî balkêş in. Rêya Teze ji ber 40 saliya sazbûna Ûkraynayê di sala 1957an de du rûpelên xwe hemû ji vî welatî re vediqetîne, bi heralî dide nasîn [10]. Bîst sal şunda, sala 1977 komek nivîskarên ûkraynî bi seredana 10 rojan tên Ermenîstanê û nasiya xwe didin çand û edebîyata kurdî jî. Nivîskarê kurd Egîtê Xudo nivîseke gelek xweş û dirêj di derbarê vê seredana edebî ya deh rojîn dinivîse û bi sernivîsa “Em neferê mala mezinin” diweşîne. Ew di destpêkê de gotinê tîne ser têgeha mêvaniyê: “…Bira hatiye mala birê mêvan, mêvantî jî çawa eyan e, tiştekî gelek şirîn e, îlahî wextê bira diçe mala birê” [11]. Nivîskarên ûkraynî dema li Ermenîstanê mane herwiha nivîskarên kurd dibînin û nasiya xwe didin edebîyata kurdî û xebatên rojnama Rêya Teze. Egîtê Xudo di beşeke vê nivîsê de dîtinên van mêvanên ûkraynî li ser poeziya kurdî jî pêşkêş dike:
“Şabûna şaîrê ji bajarê Lvovê, Roman Lûbkîvskî bê hed û bê hesabe, wextê êvarîya poezîaêda ew nasiya xwe dide şaîr û nivîskarêd kurdêd Sovêtîê, ku li Ermenîstanê dijîn û diafrînin: “Ez bê hed şame, lê ecêbmayî nînim, wekî vê mala meye tfaqdarda pareke cmaeteke dinyaêye qedîmî, lê zêrandî û çerçirandî usa bextewar dijî û kûltûra xweye miletîê pêşta dibe. Şaîr Borîs Olêynîkê xeber nedidîtin şabûn û razîbûna xwe elamke wextê ewî efrandina şaîrê Ûkraînaêyî cmatîê Taras Şêvçênko û ya xwe bi zimanê kurdî gazêta “Rya Teze”da dît. Şaîrê cahil Vladîmîr Kolomês xêleke kurt gazêta rêspûblîka meye bi zimanê kurdî nhêrî, paşê got: “Ev gazête bona min pêşkêşeke here qîmetlîye. Şaîrê meyî cmaetê bi gelek zimana hatiye tercimekirinê. Efrandina Taras Şêvçênko “Temî” bi zimanê kurdî ez cara ewlin dibînim”. Egîtê Xudo vê demê rastî helbestvan û nivîskarê ûkraynî Îvan Draç tê. Draç di derbarê netewê kurd de tiştine germ dibêje. Egîtê Xudo beşeke gotinên wî jî diweşîne: “Paşê ewî, got wekî terîqa cmaeta kurdra nase û xwestina xwe bi nvîsar da bona xwendevanêd gazêta me, ku jêrê tê çapkirinê. “Em neferê mala tfaqdarin.- ewî paşê got, -welatê me fire û mezine. Raste em dûrî hev dijîn, lê bi nêt û meremekî dijîn, bona wê yekê jî ez ecêbmayî namînim, wekî efrandinêd nivîskarêd ûkraynî bi zimanê kurdî dibînim, şaîr û nivîskarêd ûkraynî jî derheqa cmaeta kurdda dinivîsin” [12]. Em di Rêya Teze de wênekî çend gotinên Îvan Draç bi îmze jî dibînin ku bi desta hatiye nivîsîn, di binî de wergera wan ya kurdî heye: ”Slava mine bratîê kurdara-merivêd xweyê terîqa mêrxasîêye pir zêrandîra. Bi xwestinêd qenc û bextewartiê”.
Dema Îvan Draç li jorê dibêje: “şaîr û nivîskarêd ûkraynî jî derheqa cmaeta kurdda dinivîsin” bêgûman tavilê navê Vasyl Symonenko tê bîra me ku di sala 1963an de helbesteke bi navê “Ji birayê kurd re” nivîsîye û pê navdar bûye. Ew, jan û birînên kurdan dişibîne yên ûkrayniyan ku ji aliyê rûsan de gelek hatine êşandin, hincirandin û zêrandin. Vasyl Symonenko di cîhekî de zordestî û êrişên ku kurdan dîtine wiha pêşkêş dike:
…
Ew ne tenê ji bo mal û milkên te hatine,
Hatine ji bo nav û zimanê te ji holê rakin.
Û lawên te sêwî bihêlin.
…
Vasyl Symonenko (1935-1963) çend meh piştî nivîsîna van rêzan wefat dike. Dema mirov vî helbestê Ji birayê kurd re bi baldarî dixwîne mirov dibîne ku wî rewşa kurdan ya wan salan baş şopandiye. Vê berhema wî xemleke edebî ya mezin daye têkiliyên kurd û ûkraynî yên hunerî û dîrokî.
Mijara Ûkraynayê di edebîyata kurdên sovyetê de jî cîh girtiye, wek mînak helbesteke nivîskarê kurd Qaçaxê Mirad bi navê “Hezar dilî” di pirtûkeke dersên edebîyatê de ji bo zarokên kurd hatiye weşandin. Qaçaxê Mirad vê helbesta xwe pêşkêşî çil saliya sazbûna Ûkraynayê kiriye, ew di cîhekî de wiha dibêje: “…Ûkraîna mine delal / Bimbarekbe li te çil sal...” [13]. Herwiha hin berhemên helbestvanên ûkraynî bi wergera kurdî hatine weşandin wek helbesteke Taras Şêvçênko yê bi navê “Temî” [14]. Helbesteke Taras Şêvçênko jî di sala 1964an bi wergera kurdî di Rêya Teze de cîh girtiye. Helbest li ser robarê ûkraynî yê herî dirêj Dnêper e: Dnêprê hat gûrîn. Sernivîsa helbestê tê wateya “Dnêprê guregur e” [15]. Helbesteke Borîs Olêynîk jî bi kurdî derketiye, Lê ev dara?... [16]. Gelek kurd di Şerê Cîhanê yê Duyem de pişgiriya Ûkraynayê kirine, di azadkirina vî welatî de canê xwe dane yan jî birîndar bûne. Yek ji wan kesên ku di vî şerî de beşdar bûye û ji bo azadkirina Ûkraynayê şer kiriye nivîskarê kurd Ûsivê Beko ye. Ew di bîranînên xwe de tiştine hewaskar dinivîse. Ûsivê Beko bîranînên xwe wiha dawî tîne: “…Ez xwe bextewar hesab dikim û kubarîye, wekî şerê wetenîêyî mezinda tevî miletêd biraye mayîn, ez tevî azakirina Ûkraînaê bûme”. Rojnameya Rêya Teze di binê nivîsê de wî wiha dide nasîn: “Tevbûyê azakirina Ûkraynîaê” [17].
Ji çepê kesê sêyem Karlênê Çaçanî û kesê serê rastê Egîtê Xudo
(Rêya Teze, 1-10-1977)
Dema di salên 2020an de min li ser arşîva rojnameya Rêya Teze kar dikir, carinan ez rastî hin nivîs û nûçeyên li ser têkiliyên kurd û ûkraynî yên dîrokî jî dihatim [18]. Carekê min nivîseke dirêj dît ku ji aliyê dîroknasê kurd Xalit Çetoev de hatibû nivîsîn [19]. Çetoev di vê nivîsê de pirtûkek dida nasîn ku di sala 1971an de bi ûkraynî derketiye: “Nav Cêrga Brêd Snifîêda”. Pirtûk zêdetir qala salên Şerê Navxweyî (1917-1921), enternasyonalîzm û mafên çîna karkerên ji neteweyên cihê li Ûkraynayê dike. Ev nivîsa Çetoev ji bo zanîna têkiliyên kurd û ûkrayniyan yên dîrokî îmkaneke baş pêşkêşî me dike.
Em ji vê nivîsa Xalit Çetoev fêr dibin ku kurdên di van salan de hatine Ûkraynayê du beş in, yek ji wan kesên belengaz û xizan ku welatê xwe hîştine û hatine wir bona debara xwe bikin. Xwendin û nivîsa gelek ji wan tunebûye, rûsî nizanibûne. Ji ber vê gelek dijwarî dîtine, kêm pere ketine destê wan. Di karên giran û bi telûke de xebitîne. Li bajarên wek Odessayê, Xarson û hin bajarên din bi barkirina komir û karên din yên giran rojên xwe derbas kirine. Koma duyem jî ew dîlên (esîr) ku di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de ketine destê rûsan bûne. Berî ku bibin dîl wan di nav artêşa osmanî de li dijî rûsan şer kirine. Di van salan de Şerê Navxweyî li Ûkraynayê her çûye mezin bûye. Em ji nivîsê fêr dibin ku kurdan pişgiriya leşkerên sor, bolşevîkan kirine. Di vî warî de bolşevîk û leşkerên sor jî gelekî alîkariya kurdan kirine, wek birayên xwe yên enternasyonalîst hesibandine. Demekê şunda ev “kurdên enternasyonalîst” ketine nav komên ûkraynî û dijî ordîyên spî şer kirine. Di nivîsê de tê gotin ku kurd siwarine baş, kesine wêrek û nîşangêr bûne. Heta Kîevê û Donbasê çûne. Gelek ji wan “…di bestêd Ûkraînaêda emrê xwe dan”.
Xalit Çetoev di dawiya nivîsa xwe de efsaneke ûkraynî neqil dike. Efsane ji hevpeyvînekê xeyalî pêk tê ku di navbera qumandarê qazaxêd sor Vîtalî Markovîç Prîmakov, sîyasetmedar û serdarê şer Hêtman Bogdan Xmêlînskîr de derbas dibe. Hêtman di sedsala 17an de jîyaye. Peykerekî wî yê mezin li navenda Kîevê hatiye çêkirin. Qehremeniya kurdan bûye mijara vê efsaneyê û kurd jî wek “pozkêr” tên nasandin. Ev efsane duh û îro bi hev re girê dide.
Vê demê alayeke siwariyan li Ûkraynayê saz bûye ku ji çar beşan pêktê. Beşa çarem ji siwariyên kurdan pêk hatiye, ev beş ya herî biyanî ya balkêş (eksotîk) bûye. Kurdên ku berê di artêşa osmanî de şer kirine û di Şerê Cîhanê yê Yekem de ketine bin esareta Rûsyayê, di vê beşê de cîh girtine [20].
Niha em baş dizanin ku dîroka van têkiliyên kurd û ûkraynî diçe destpêka sedsala bihûrî ango sedsala 20an. Mijareke din jî em îro tam nizanin ku gelo Çetoev di vê nivîsa xwe de cih daye wan hemû agahî û têkiliyên kurd û ûkranî yên ku Ê. Î. Patlajan di vê pirtûka xwe de qala wan kiriye. Ev yeka jî dema wergera kurdî ya hemû lêkolîna Patlajan di pêşerojê de hat weşandin, dê bê zanîn.
Çavkanî
[1] Rohat Alakom, Silêmanê Kurd li Swêdê, Apec, 2019.
[2] Hacali Necefoğlu, Hosrov Bey Sultanov ve Onun Kafkas’ın Kurtuluşu Raporu: XVII. Türk Tarih Kongresi, cilt X, s.361-378, Türk Tarih Kurumu, 2018.
[3] https://en.wikipedia.org/wiki/Kurds_in_Ukraine (2024).
[4] Hevpeyvîna ligel Azad Altûn, bi telefonê (22-12-2024).
[5] https://www.radiosvoboda.org/a/29050875.html (20-2-2018).
[6] Egîd Yazar, Gerokekî kurd li Ukrayna, https://xwebun2.org/gerokeki-kurd-li-ukrayna-1 (8-3-2022).
[7] Xalit Çatoêv, Tevgelîya kurdêd Sovêtîê Şerê Wetenîêyî Mezinda, Rêya Teze, 1-5-1985.
[8] Xalit Çatoêv, Şerê bona dîwana Sovêtîê Ûkraînaêda, Rêya Teze, 24-7-1974.
[10] Çil salê pêştaçûyîn û gulvedana Ûkraîna Sovêtîê, Rêya Teze, 27-12-1957.
[11] Egîtê Xudo, Dehrojîna lîtêratûra Ûkraînaê li Ermenîstanê: “Em neferê mala mezinin”, Rêya Teze, 1-10-1977.
[12] Egîtê Xudo, Dehrojîna lîtêratûra Ûkraînaê li Ermenîstanê…
[13] Mîroê Esed, Qaçaxê Mrad, Xwendina Lîtêratûraê bona dersxanêd VII-VIII, Êrêvan, 1979, rûp.181.
[14] Mîroê Esed, Qaçaxê Mrad, Xwendina Lîtêratûraê, rûp.40.
[15] Taras Şêvçênko, Dnêprê hat gurîn, werger: Qaçaxê Mrad, Rêya Teze, 8-3-1964.
[16] Borîs Olêynîk, Lê ev dara?.. Werger Babaê Keleş, Rêya Teze, 28-9-1977.
[17] Ûsivê Beko, Bona xweykirina wetenê me, Rêya Teze, 26-12-1957.
[18] Rohat Alakom, Rêya Teze (1930), Avesta, 2023.
[19] Xalit Çatoêv, Şerê Bona Dîwana Sovêtîê Ûkraînaêda, Rêya Teze, 24-7-1974.
[20] https://en.topwar.ru/151886-chervonnye-kazaki-primakova.html