Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çend Têbînî li ser “Revdegurg”ê

19/07/2024

Reva li hemberî guran tuneye. Mirov ji gurên çarpê bireve jî, nikare ji yên dupê bireve. Wekî ew dibêje belaheq xwe tev nede, tu nikarî ji guran birevî. Ji cureyekî gur birevî jî diherî dikevî nava cureyên gurên din.

***

ZEKÎ AKDAĞ

Di romanê de, Behram ji civakê û gurgên dupê aciz dibe û dixwaze tevî malbata xwe li çolistanê biqelibe. Şêwazeke nû ya jiyanê hildibijêre bo nimûne; ”Yanî ez bo jiyanê bilez nîn im. Bi çeng û diranan êrîş nakim. Li pey komkirina mal û milkê dinyayê nîn im. Tenê dixwazim min hinde hebe ku em asayî pê bijîn. Te baş got. Ya ku ji bo jiyana me hewce be, ez ê jê re bibim şêrê meydanê. Ya ku hewce nebe jî, ez bi ti awayî guh nadimê û di hember de ez ê xemsar bim.” Herçiqas dizane dê gelek arîşe û janeserî hebin jî li ya xwe danakeve. Lê sedemên acizbûna Behram, yên ji civakê pir bi kûrahi nehatine qalkirin. Rasterast sedemê li cihekî dibêje; ”Divê ez nehêlim ku mîkroba kuştin, dizî, vir û derew, find û fêl û zor û stemê di memleketê min de hebe.” Ji van gotinan em fehm dikin, Behram mirovekî paqij û durist e. Ji malbata xwe hez dike û naxwaze zar û zêçên wî û tifalên wî di nava civaka riziyayî de bimînin. Piştî vê biryara xwe hemû rêyan dide ber xwe û ji bo li pey xeyala xwe here heta jê tê li ber xwe dide. Gava dibîne hîç çareyek nemaye, xwe ji biryar û xeyala xwe qut dike û vedigere nava civaka riziyayî ango civata gurgên dupê. Lê wisa bi hêsanî û tavilê venagere. Pêşiyê gelek li ber xwe didin, şerekî dijwar li hemberî revdegurg, bager û suriştê dikin. Carinan wer dibe ku hindik dimîne aqilê xwe biçelqînin, hişê xwe biavêjin. Ji tirsan dibêjin qey gurg bûne dêw û revdegurg jî bûne revdedêw. Ji vê jî xuya dibe, tehdeyeke pir mezin li ser derûniya wan dibe. Helbet, şeveke ji tariyê tîr, ji sir û seqemê mişt û ji barîna kuliyên berfê dagirtî û bagereke tûj lûrelûra (zûrîn, nêwîn) gurgan dê bandoreke mezin li derûniya mirov bike. Herwiha di ser de jî zarokên mirovî hebin, xema mirovan girantir dibe.

Gava mirov êrîşa revdegurgan ya li ser hev dixwîne xwêdanek di ser mirovî re diavêje, dilê mirovî teng dibe. Carinan dilê mirovî ligel Behram û Eyşê dike kutekut. Roman bi tevna xwe xwendevanan jî dike perçeyekî bûyerê. Ji lewre, ya rast, ev bûyera revdegurgê dibe ku ji me gelekan ne dûr be. Bo nimûne; gava em zarok bûn li gundan zivistan pir dirêj bûn û gelek berf jî dibariya. Ew şevên  bi sir û seqemê mişt ku me nedikarî pozê xwe derxista derve, em nedihewiyan, ji bo ku me bitirsînin digotin em ê we deynin derve dê sokinek gur(revdegurg, gelegurg, perê guran) li we bihêwire û we bixwe. Bi vê gotinê, tirs û xofeke gelek mezin diket dilê me. Carinan ewqas bandor li me dikir ku me digot qey gur; dêw in, hût in, an jî dehbe ne. Ji lewma di şevên zivistanên berê yên tarî û dirêj de saweke domdirêj dilê me dagirdikir. Dema mirov vê berhemê dixwîne wan şevên zivistanê yên berê tîne bîra mirovî, herweha ew tirs û xofa berê nemabe jî meraqa rewşa malbata Behram û Eyşê heta rûpela dawiyê dev ji mirovî bernade. Wekî wê, roman yekcar xwendavanan dixe nava çîroka xwe.

Ecêb e, bi tenê beşeke romanê behsa wê çendê dike ku mirov tevlî hizbên siyasî bûne. Di vir de aşkere dike, hizbên siyasî dixwazin li gor xwe teşeyekî bidin civakê. Ji ber vê yekê hizbên siyasî rexne dike, herweha kesên ku tevlî wan bûne û xwe kirine kadroyên siyasî jî rexne dike. Bo nimûne; ”tenê eger partiya te fermanê bide te, eve dibe. Hûn nikarin fermana partiya xwe red bikin. Ecêb e!.. Eger bêje bimirin, hûn ê bimirin.” Herweha mînakeke din ji bo rexneya li hemberî teşedayîna partiyan a li hemberî civakê, rasterast ramana nivîskêr dide der. Bi nimûne; ”Tu niha kadroyekî hizbî yî û tu heta ber gewriyê ketî nav siyasetê. Ez jî kesekî bi tenê me ku ji wê civakê reviyame û dibêjin tu dixwazî bi siyasetê wê civakê çê bikî.”

Gurg an jî gur, di berhemê de matafora herî sereke û berbiçav e. Hem bi awayekî razberî, hem jî bi awayekî şênberî hatiye bikaranîn. Di aliyekî de rasterast gurên ku em dizanin, yanî giyanewer erîşî mirovan dikin, ji aliyê din ve jî gurên dupê yanê mirovên di teşeyê guran de êrişî wan dikin ew kesên ku ne ji wan bin. Di vê babetê de gur, êrîşkar e û bi enyat e. Heta ku bi ya wî nebe dev jê bernade, herçiqas şert û merc zehmet bin jî. Amanê nade. Wijdana wî tuneye. Ne tenê li hemberî dijmin, li hemberî yên ji wan jî bê rehm e, bes ku hinekî sist bibe, hinekî bikeve yan jî hêza xwe winda bike, wê gavê bê şik û guman êrîşî hevalên xwe jî dike. Dîsa nivîskar dixwaze ramaneke din raxe ber çavên xwendevanan ku reva li hemberî guran tuneye. Mirov ji gurên çarpê bireve jî, nikare ji yên dupê bireve. Wekî ew dibêje belaheq xwe tev nede, tu nikarî ji guran birevî. Ji cureyekî gur birevî jî diherî dikevî nava cureyên gurên din.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê