Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

16/01/2025

Îsmaîl Dîndar

Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha dibêje; huner, xwedî hêzeke mezin e ku bandorê li dil û mêjîyê mirovan dike. Divê hunermend bi kar bîne vê hêzê ji bo ku di rihê mirovan de xweşikahiyê biafirîne û berê mirovî bide qencîya mirovahiyê.

Mirov li fîlmeke sînemayê binere; sinema tu tiştî naguherîne lê dikare bibe sedem ku mirov her tiştî têbigihin. Tişta ku dê dinyayê veguherîne ne fîlm e, ew kes in yên ku li fîlmê temaşe dikin.

Dîsa helbestvanê tirk Hasan Hüseyin Korkmazgil, di helbesta bi navê  “Karagün Dostu” de weha dibêje:

Dizanim,

Di materayê de ne av e,

Di tur de ne nan e,

Di kemberê de ne gule ye helbest.

Lê dîsa jî

Dizanim,  helbest, dikare,

Kesên di materaya wan de av,

Di turika wan de nan,

Di kembera wan de gule nemaye

Li ser piyan bihêle…

Ku di ber van gotin û rastiyan de li helbestên birêz A.Rahîm Kılıç binihêrin, mirov   dikare  rasterast, di helbestên wî de vê hêzê û vê ristê bibine.

Berhema helbestan a bi navê “Qesra Nifiran” hatiye çapkirin, cîhanekê ava dike, cîhaneke ku em ji nêz ve nas dikin. Di vê cîhanê de jiyaneke ku em her roj û her kêlî dijin û di seranserê dîroka welatê xwe de em jiyane. Loma bi hesreta jiyaneke bextewar, ronahî dilê wî dike kupekup. Di her rist û di her peyvikê de êş û kesera evîneke bêmirad, êş û azara xerîbî, mişextî, tenêtî û bêwelatiyê tê raxistin.

Bi ristên helbestên Kılıç ku ji dilê biraştî ji nav hestên bi hesreta evin û azadiyê, hêviya dahatûyeke bextewar mezin dike, nizilîne û bi destê xwîner digire û ber bi asoyên fireh ve dibe. Di seqaya wê asoyê de, xwîner bi per û bask dibe û di nav ewrên xumamî de digere; ew dizane û bawerî pê anîye mîna bawermendekî ku bêşik bendewarê bihuştê ye, ew jî bengînê evîna xwe, bezayê azadiya welatê xwe ye.

Zimanê kurdî, ji cureyên nivîsê ango ji cureyên wêjeyê, herî zêde li helbestê tê. Ji ber dîlîtî û têkoşîna berxwedana sedsalan a bê navber e an ligel vê ji deng û raza kurdî ye nizanim lê dema helbest bi kurdî bête xwendin, kurdî bi min xweştir û şêrîntir dibe û pê re jî  çêja helbestê bi xwe jî bêhtir dibe.

Deste birêz Kılıç ter û xurtir be ku bi heman hest û ramanan, helbestên xurtir, xweştir ji ziman û wêjeya kurdî re bike diyarî.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hejmara 37em a kovara Dilopê derketiye

Weşana paşê

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!