Çend Gotin li ser Fîlma ‘Klamek Ji Bo Beko’

Çend Gotin li ser Fîlma ‘Klamek Ji Bo Beko’
Çend Gotin li ser Fîlma ‘Klamek Ji Bo Beko’
Fatih Duman

Nemimkûniya vegera welat, xwe di bîranînan de vedişêre û li bîranînan bi cih dibe. Peyzaja bajarî ya Almanyayê berevajiyeke tûj li hemberî dîmenên pastoral ên Kurdistanê çêdike û nîşan dide. Ya ku ji Beko re li sirgûnê maye, tam di vê tûjiyê de hebûna xwe û jiyana xwe domandiye.  

***

Nizamettin Ariç ji bo muzîk û sînemaya kurdî kesayetekî gelekî muhim e. Pirtûka Besime Şenê ya bi navê Devlet Piyasa Parti ku li ser têkiliya muzîka kurdî û Nizamettin Ariç lêkolîneka berfireh pêşkêş dike, yek ji wan berheman e ku vê têkiliyê gelek baş dinirxîne. Di beşa dawiya vê pirtûkê de, çend beş û hevpeyivînên derbarê jîyana Nizamettin Ariç de hene ku tesîra kilamên dengbêj û Radyoya Êrîvanê li ser vê serpêhatiya Ariç a muzîkê baş vedikole. Di pirtûkê de ji salên wî yên TRTyê yên li Enqereyê heta performansên wî yên li gazînoyên li Stenbolê û li ser têkiliyên huner(mend) û atmosfera polîtîk ya wê serdemê agahiyên giring hene. Her wiha Ariç, bi taybetî di serdema Stenbolê de bi sînemaya Tirkiyeyê (Yeşilçam) û vê derdorê re peywendiyên xurt çêkiribûn. Di dema derbeya 1980 de; di fîlmên Bir Günün Hikayesi ya Sinan Çetin û Kurban Olduğum a Şahin Gök de lîstiye. Ji ber şert û mercên giran ên serdema darbeyê û zextên siyasî yên li ser ziman, çand û hunera kurdî, ew ji Tirkiyeyê derdikeve û li Almanyayê bicih dibe.

Em dikarin serpêhatiya hunerî û siyasî ya Nîzamettîn Ariç di hindek cihan de bi Yılmaz Güney re bidin ber hev. Herduyan jî di destpêkê de bi hunera tirkî re xwedî têkiliyeke xurt/diyarkirî bûn û piştre bi nasnameya xwe ya kurdî yan jî bi bagajên xwe yên îdeolojîk têgihiştina xwe ya hunerê pêş ve xistin. Nizamettin Ariç dibêje ku ew ji zarokatiya xwe heta niha fîlmên Yılmaz Güney temaşe dike û ew ji bo wî kesekî giring e û heyranê wî ye. Ji bilî vê, ew herdu hunermendên kurd di heyama xwe ya li Tirkiyeyê êkûdu nas dikin û dixwazin ku têkiliyên xwe çêtir bikin û li ser projeya fîlma Yolê bisekinin. Nizamettin Ariç dîyar dike ku Güney, ku ew bi hinceta konserekê li Girava Îmraliyê bide, ew vexwendiye û jê xwestiye ku di fîlma Yolê de bilîze. Li vê derê Nizamettin Ariç û Yılmaz Güney li ser senaryoya Yolê de diaxivin, senaryoyê nîqaş dikin. Lê ji ber hindek şert û mercên wê demê yên Ariç ev proje çênabe. Ariç beyan dike ku di salên sirgûniyê de Yılmaz Güney pê re têkilî daniye, senaryo jê re şandiye û xwestiye ku di fîlma bi navê Yunan Bıçağı de bilîze. Güney sala 1984an de dimire û bi ti awayî ev herdu hunermendên kurd di projeyekê de bi hev re naxebitin. Lê Yılmaz Güney tesîreka cidî li ser serpêhatiya Ariç a ji salên sirgûniya wî heta çêkirin û vegêrana fîlma Klamek Ji Bo Beko çêdike.

Ev nivîsar dê li ser fîlma derhênerekî sirgûn ya Nizamettin Ariç a bi navê Klamek Ji Bo Beko hûr bibe. Wekî gelek derhênerên sirgûnî, Nîzamettîn Ariç jî di fîlma xwe de gelek fonksiyonan bi tenê pêk tîne; ew beşdarî qonaxên wekî derhêner, lîstikvanê sereke, senarîstî bi Christine Kernich re, muzîka fîlman û sêwirana deng, van fonksîyonan pêk tîne. Fîlm, ji aliyê saziyên sivîl û dewleta Almanyayê ve têtin destekkirin.

II

Klamek Ji Bo Beko (1992) yek ji fîlma dirêj û honakî ya ewil ya kurdî tête zanîn. Nizamettin Ariç di destpêka salên 1980yî de ji ber ku di konserekê de straneka  kurdî dibêje, tête girtin. Dadgehkirina wî dikeve wextên darbeya 1980an û ew ji ber vê rewşê derfet dibîne ku ji Tirkiyeyê bireve. Di sala 1981ê de diçe Almanyayê û di sala 1984an de mafê penaberiya siyasî werdigire. Ariç ji ber ku neşêtin bihête Kurdistanê, bêçare dimine ku piraniya fîlma Klamek Ji Bo Beko li ser sînorê Ermenistanê bikişîne. Fîlm ji perspektîfa Beko (Nizamettin Ariç) ku li Berlînê li sirgûnê ye, bi paş ve têtin vegêran. Sirgûniya Beko, dema ku birayê wî yê biçûk Cemal ji leşkeriya tirk direve û beşdarî Pêşmergeyan dibe û li vir tête kuştin, piştî vê bûyerê/kuştina birayê xwe dest pê dike. Lêgerîna Beko ya li birayê xwe, wî di ser Çemê Firatê re derbasî Rojavaya Kurdistanê dike û ew ji wir jî di ser çiyayan re xwe digihîne Başûrê Kurdistanê. Ew li cihekê ku em dikarin jê re wekî kampeke bi çiyayan ve hatiye dorpêçkirî bi nav bikin, bi komek Kurdên koçber re dest bi jiyana vê derê dike. Lê ev cih, li şûna kampeka asayî yan jî paşguhkirî nîne û ew deşt û zomek e ku bi çiyayan ve hatiye dorpêçkirin û ji mêrgan ve hatiye nixumandin. Beko li vê kampê bi kurdên vê derê re peywendiyên baş didane û dibe yek ji xelkê deştê/zomê û bi zaroka bi navê Zînê re têkiliyeke xurt çêdike. Ev der li ser sînorên Ermenistanê ye ku dişibe çiyayên Kurdistanê. Ji ber vê yekê, her peyva ku ji aliyê Kurdên koçber ve tête gotin û pêkanînên jiyana wan a rojane, peyzaja kurdî/Kurdistanê temam dikin. Dema ku dengê pîrejinekê ku bi lûleyê kurdî distire û li çiyayan deng vedide, peyzaja Kurdistanê û kurdî dikevin nava hev.

Ev deşt/zom wekî cihekî kampkirî ye yan jî qada jiyanê ye ku dibe cihê jiyana kurdan a li vê derê. Ev der wekî cihê koçberiyê ye, dibe cihê jîyana gundekî ku pêkanînên wekî birrîna pezan, nanpêjiyê, komkirina daran û çêkirina dîwaran. Di van dîmenan de ku ji çiyayan dengê balafiran û çekan tê, zarok hewl didin fêrî kurdî bibin. Ev deng ne tenê derdora pastoral a çiyayên Kurdistanê xirab dikin, di heman demê de nîşan dide ku çima Kurd ji cih û warên xwe bûne û çima zarok bêçare mane ku li çiyayan fêrî Kurdî dibin. Ji ber vê yekê, fîlm dema ku kurdbûna/pozîsyona karakteran di nava van dîmenan de vedigêre û temsîl dike, rastiya kurdên di bin dagirkeriyê de jî ji nû ve hildiberîne. Jîyana kurdên vê derê -jixwe aktorên amator in- ev helwesta civakî û siyasî bi kêşanên hêdî û dirêj ve hêj/pêtir bi tesîrtir dibe. Ji ber vê yekê, Bekoyê ku gundê xwe li pey xwe hiştiye, çand û nasnameya xwe dîsa li vir dibîne. Rewşa vê derê, ji rewşa li rexê din ê sînor zêde cuda nîne. Rastiya gelê ku welatê wî ji hev perçe bûye, li her du sê aliyên sînor yek e. Ya ku tê xwestin û şopandin, kontrolkirina biyopolîtîk a desthilatdaran a li ser bedenên Kurd e. Xanî û malbatên perçebûyî îfadeya herî eşkere ya perçebûna Kurdan e.

Di fîlmê de, Beko li gel biçûkan di şikeftekê de -ku ji êrişên hewayî reviyane û xwe dispêrin vê şikeftê- rabirdûya biçûkan guhdarî dike. Di vê dîmenê de her biçûk serhatiya malbata xwe, mexdûriyeta ku jiyaye û dîroka xwe ya berxwedana dijî desthilatdaran vedigêre. Ev hemî vegêran, wekî vegêranên li ser hafizeya perçebûyî ya Kurdan e ku di fîlmê de diherike û xwe dide der. Di dîmenên dîtir de Beko alîkariya gundiyan dike ku vegerin gundê xwe yê li nava geliyekî. Di rêwîtiya Beko ya ji bo dîtina birayê xwe de, trajediya kurdan jiyaye û dijîn, li aliyê din ê sînor jî bi heman awayî ye. Salên 1987-88an ku Seddam di Enfalê de bi çekên kîmyewî Kurdan qetil dike, tête nîşandan û temsîl kirin. Di van dîmenan de, Beko bêçare temaşe dike ku helîkopterên Îraqê gaza pirteqalî belav dikin ku tevahiya wî gelî dorpêç dikin. Dema ku ber bi jêr ve dibeze, rastî cenazeyên gundiyan, jin û zarokan têtin. Bêdengiyek teqez heye û tenê Zînê sax maye.

Di dîmena din de Zînê (Bezara Arsen) li nexweşxaneyeke Berlînê tête dîtin û Zînê ya sax e. Di dawiya fîlmê de, ew dizane ku birayê wî hatiye girtin û ji bo leşkeriyê hatiye rêkirin. Di dîmenên dawiyê de birayê wî yê li leşkeriyê ji aliyê ciwanekî Kurd ê ku gundê xwe diparêze tête kuştin. Dîrok û bextê kurdan yê xirab li vê derê bi awayekî trajîk tête dubarekirin. Birayê Beko dimire û gundê wî wêran dibe. Ji bo Beko cih, gund û welatê ku lê vegere tune ye, nemaye. Êdî bîranînên şirîn ên gund û çiyayên wî jê re mane. Wekî her sirgûnekî cihê di hafizeya wî de mayî, cihê baweriya wî ya bi bîranînan e. Nemimkûniya vegera welat, xwe di bîranînan de vedişêre û li bîranînan bi cih dibe. Peyzaja bajarî ya Almanyayê berevajiyeke tûj li hemberî dîmenên pastoral ên Kurdistanê çêdike û nîşan dide. Tam li nîveka vê tûjiyê ya ku li sirgûnê ji bo Beko mayî domandina hebûn û jiyana wî ye.