Cemîl Taşkesenê gotibû ‘Ev der Kurdistan e’ dibe berendamê HEDEPê

  • 05/12/2023
Cemîl Taşkesenê gotibû ‘Ev der Kurdistan e’ dibe berendamê HEDEPê
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

05/12/2023

Li navçeya Misirca Sêrtê Cemîl Taşkesen dibe berendamê şaredarîya Misircê ku wî di seredana Misircê ya Meral Akşenerê da gotibû Ev der Kurdistan e.

Seroka giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener 28ê Cotmeha 2021an çûbû seredana Misircê. Di wê seredanê da Akşener rastî dikandarekî bi navê Cemîl Taşkesen tê ku ew dikandar jê ra dibêje Ev der Kurdistan e.

Li gorî Rûdawê ji Kurtalangazetesi.comê ragihandîye Cemîl Taşkesen dîyar kirîye ku heke ji bo HEDEPê jî guncaw be ew dixwaze Misircê bi rê ve bibe.

Cemîl Taşkesen sala 2023yan jî di hilbijartinên giştî da bûbû endamê parlementerê Sêrtê.

Şîrove*

%d