Çemê Stranan Ber Bi Ku De Diherike?

  • 27/11/2023
Çemê Stranan Ber Bi Ku De Diherike?
Ramazan Kaya Fotoğrafı

Ramazan Kaya

27/11/2023

Berî ku welatek serxwebûna xwe bi dest bixe, guhên mirovan ji kolonîbûnê rizgar dibin. Ango, serê pêşî rizgarî di guhan de pêk tê, ewil guh azad dibin. Muzîka dij-kolonyal guhan ji dengê serdestan paqij dike. Her gel an tevgerek, hebûna xwe ewil di muzîkê de diafirîne piştre dibe hêzeke sîyasî yan jî neteweyî.

***

“Kesên ku stranên welatekî çêdikin, ji qanûnçêkerên wî welatî bihêztir in.”

                                                                                                                      Victor Jara

Muzîk qutiyeke efsûnî ye, parçeyek ji utopyayê ye û bîreke taybet e ku her guhdarek tê de hestên xwe qeyd dike. Ew berhema gel û hunermendan, mirov û Xwedayan, ya şahî û duayan e. Jacques Attali di pirtûka xwe ya bi navê Gürültüden Müziğe (Ji Hêwirzeyê Ber Bi Muzîkê Ve) de, pêvajoya ji hêwirzê ber bi muzîkê ve bi awayekî baş pênase kiriye: “Zanistê her gav hewl daye ku hestên me kontrol bike, hesab bike, razber bike. Lê wê ji bîr dikir ku tenê mirin bêdeng e, lê jiyan tijî hêwirze ye: hêwirzeyên kar, hêwirzeyên şahiyê, hêwirzeyên jiyan û xwezayê. Hêwirzên serhildanê, şoreş, hêrs û bêhêvîtiyê. Muzîk û dans, gilî û li ber rabûn. Li cîhanê yek çalakiya bingehîn tune ye ku bê hêwirzê pêk were” (Attali 2005:13). Muzîk, yek ji van hêwirzeyan e, îcadeke herî kêm bi qasî ziman kevn e. Li Misirê tê gotin ku Xwedayê Thoth dinya bi qîrînê afirandiye. Li gorî Îbraniyan, ew dengê binê gerdûnê ku jê re “tohu-bohu” tê gotin, beriya dinyayê hebûye û dê piştî wê jî hebe.” Li gorî Nietzsche jî “ji bo bextewariyê tiştekî biçûk jî bes e. Mesela, dengê muzîkê! Jiyaneke bê muzîk dê xeletiyeke mezin be. Gelê alman, Xwedê jî wekî stranbêjekî xeyal dikirin.” Ew ji teoriyên herî kûr zêdetir tiştan dibêje. Di serdema nûjen de ji pêwîstiya hikimkirina dîrokê û ji rêberiya hestên girseyan derketiye holê.

Di dawiya sedsala 19an de Littre, muzîk wek zanista sazkirina hêwirzeyan pênase kiribû. Dîroka muzîkê rêwîtiyeke tijî serpêhatî ye. Strana mirovan li siruştê veşartî bû. Kesên pêşîn ên ku bangî çûkan dikirin, bilûra şivanan, kevana nêçîrvanan, guregure esmanan, deng û qîrîna ajalên kovî rê li ber muzîkê vekirin. Di destpêka dîroka mirovahiyê de her kesî stran digotin, her kes direqisî û dans dikir. Armanca muzîkê ji destpêkê ve ew bû ku şikil bide xirecira cîhanê û bedewiyê ji nav kaosê derxe. Ev muzîkjen carinan kole ne, carinan pismîrên çandeyar in û carinan jî rahîb in ku di xizmeta perestgehê de dixebitin. Di civatên teokratîk û împeratoriyan de muzîk, parçeyek ji merasima qurbaniyan û teşwîqkirina xeyalan, wek pêşandanek di avahiyên şaredariyan de, li salonên konsertên burjuwayê ji bo çînên xwedî îmtiyaz hatiye pêşkêşkirin. Di muzîkê de mirov dikare her qonaxên veguherînên siyasî û civakî bibîne.

Heya Şoreşa Fransî, muzîk malê manastir, dêr an jî malmezinan bû. Di sedsala 19an de bû bazareke berfireh, êdî tenê karsazên ku sermayeyê diafirînin berhemdar bûn. Lê her pergal dijberiyên xwe jî diafirîne bêguman. Reşikên ku azadiya xwe nû bi dest xistibûn lê di zevî û kargehan de dixebitin, ji bo pîrozkirina rizgarkirina xwe û ji bo muzîka blues orkestrayên piçûk ava kirin. Gava ku ew koçberî gettoyên Bakurê Ewropayê bûn, bi xwe re muzîka xwe jî anîn. Di nav karker û ciwanan de komên muzîkê yên muxalif ava kirin û muzîk veguherî rîtma serhildanê. Muzîkjenên wek Jimi Hendrix, Jim Morrison û Bob Marley bûn dengê serhildêran.

Bi sedan muzîkjenên bênav ketin stûdyoyên amator û rîtm û awazên ku li kolan û meydanan dihatin lêxistin tomar kirin. Bi vî rengî cîhana muzîkê ya serdema nûjen ava bû. Hemû cureyên muzîkê ku îro li cîhanê wek kanon têne pejirandin, bi van tomarên dawiya 1920an pêk hatin: Sonê Havanayê, Samba ya Rioyê, Jazza New Orleansê, Tangoya Buenos Airesê, Flamenkoya Sevilyayê, Tarabîya Qahîreyê, Marabiya Johannesburgê, Keronçong ya Jakartayê, Hula ya Honolulu hwd.

Pirtûka hunermend Bermal Çem a bi navê Çemê Stranan: Gotin, Nota û Çîrokên Stranan di meha tebaxê de ji aliyê Weşanên Aryen ve hate weşandin. Di vê pirtûka Bermal a yekemîn de nota û çîrokên 80 stranan cih digirin. “Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazind li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî, ji yên li vir û yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê.” (r.9) Di pirtûkê de çîrok û pêvajoya afirandina her stranê jî cih digire. Çîrokên germ û berxwedêr in ku mirov dikşînin nava xwe.

Stranên Bermal Çem, hin caran bi çiyayên Cûdî re diaxivin, lewre Cûdî warê wê yê destpêkê ye, hêlîna berxwedanê ye. Cûdî gelek rêhevalên wê wek dergûşekê di hêmbêza xwe de xwedî kiriye. Gelek şêrgeleyan li wê derê jiyana xwe ji dest dane û yek bi yek bûne stêrkên li ezmanê Cûdî. Behsa berxwedana Zapê dike, derbarê lehengiya rêhevalên xwe de têbînîyên dîrokî hildigire, ew rêhevalên wê yên wek perperikan li ser lûtkeyên serkeftinê datanîn. Çemê stranan ber bi welatekî azadî ve diherike, wek nameyek ji hevalên sozdayî re hatine nivîsandin bi şêweyekî dilovan. Ev stran çîroka evîneke bêdeng in. “Evîna ciwantiya pîr û pak, ya bi xeyalên zelal û bi hêviyên dîtineke şermok dagirtin, vedibêje.” Rewşa ku welatê me tê de ye, eşkere dikin. Ew welatê me yê ku ji aliyê zordariya desthilatdaran ve wekî axekî zuha diqelişe. Carinan notayên stranên Bermalê dibin dengê jiyana pêşengên bênav û bêgor. Ew dengê keça leheng Berfîna Garzanê ye, li Sêwasê dibe çalakiya Bermal a fedayîyane, ew Rûstem Cûdî ye ku di sala 2012an de li Xakurkê di encama êrişên hewayî de şehîd ketiye, ew Arjîn e li herêma Serhadê di bin êrişên dagirkeran de ji wê re nameyên tijî hêvî dişîne, ew li çiyayê Dersimê Can Bedran e, ew Bedranê ku tenê wêneyekî wî maye. Ne kesî ew nas kir ne jî kesî çîroka wî bihîst.

Stranên Bermalê, banga serdemeke nû û jiyaneke nû ye. Ew jiyana ku bi giyaneke germ dengê “rojbaş heval” tê ber guhê mirovan, bêtir watedar dibe. Bermal Çem jî weke Erdewan Zaxoyî, Sefkan Orkêş, Elî Temel, Hozan Serhad, Delîla û Mizgîn Aydin beşek ji kevneşopiya hunermendên têkoşer e ku li milekî saz û li milê din jî çek hildigirtin. Bêguman muzîk û huner di erdnîgariya Kurdan de di nav rastiyeke dijwar de hatiye afirandin. Di serdema postmodern de ew qaîdeya “huner ne hewce ye polîtîk be” hilweşandîye. Berxwedana neteweyî ya ku li Bakurê Kurdistanê bi taybetî di salên 1990î geş bû, herî zêde di qada muzîkê de xwe nîşan da. Berxwedanê bandor li hemû cureyên muzîka kurdî kir. Ji ber ku nasnameya kurdî polîtîze bû, muzîka wê jî di heman serdemê de rêyeke siyasî da li pêşiya xwe, bû beşek ji vegêranên neteweyî û bû banga berxwedanê. Kevneşopiya muzîka komînal a ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê ji destpêka salên 90î ve hatiye afirandin, di pêvajoya netewebûna Kurdan de roleke giring gêra. Her wiha kanalên mîna MED TVyê (1995) yên ku ji peykên Ewropî weşana xwe berdewam kirin di pêşketina muzîka kurdî de roleke giring gêran. Di bernameyên yekem ên MED TVyê de bi taybetî li gel dîmenên Kurdistanê klîbên muzîkê dihatin çêkirin. Weşanên televîzyonê helbet di navbera diyaspora û welatî de jî pêwendiyeke bihêz saz kir.

Muzîka Kurdî li aliyekê, li dijî polîtîkayên înkar û îmhaya dewletên mêtinger bûye qada berxwedanê û li aliyê din jî li dijî biyanîbûna modern bûye stargeh. Ji salên 1970an vir ve, muzîka kurdî di nav dînamîkên xwe yên afirîner de xwediyê karaktereke siyasî ye û wekî muzîkeke antîkolonyal tê binavkirin. Di nav komên muzîkê yên ku di salên 1990î de derketine holê em dibînin ku serhildan û gotinên mîlîtanî di zimanê muzîkê de xwe dide der. Komên muzîkê -yên wekî Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Dengê Azadî, Agirê- hem muzîka kurdî ya protest bi çanda govendê re li hev civandin, hem jî berê xwe dan dirûşm û sirûdên ku zimanê siyasî yê ajîtatîf yê wê demê xurt dikin. Li welatên ku hewcedariya azadî û edaletê heyatî ye, muzîkê jî roleke şoreşgerî gêraye. Hunermendên wekî Paul Robeson, Victor Jara, Inti-Illimani, Theodorakis hîna jî bi helwest û xebatên xwe yên şoreşgerî giringiya xwe diparêzin.

Muzîkjenê Şîlîyî Victor Jara ku di 40 saliya xwe de bi îşkenceyê hat qetlkirin, li Şîlîyê alîgirê serokê sosyalîst Salvador Allende bû. Nûçegihanê Pravdayê Vladimir Çernisev ew îşkenceyên ku di rojên derbeyê de li stadyûmê li Victor Jara hatibûn kirin wiha nivîsî bû: “Wan ew bi gîtara wî anîn stadyûmê. Wî dest bi stranekê kir. Girtîyên din jî tevlî melodiyên wî bûn û govend gerandin, paşê bi fermana efserekî leşkeran destên Victor şikandin. Wî dîsa bi dengekî qels strana xwe domand. Serê wî bi qontaxa tivingê parçe kirin, pişt re destên wî jêkirin û ji bo girtîyan bibe îbret li ber trîbûnan daleqandin. Jara bi çeka mîtralyozê hate kuştin û sê roj şûnda termê wî li nêzî Goristana Santiagoyê hate dîtin. Di laşê wî de 44 qulên guleyan hebûn.” Piştî mirina xwe bi têkoşîn û stranên xwe îlham da nifşên pêşerojê. Li hemberî faşîzmê û her cure zext û zordariyan ew bûye sembola muzîka şoreşgeriyê.

Paul Robeson jî di vî warî de hunermendekî pêşeng e, ew li dijî nijadperestiya li dijî reşikan li Amerîkayê û li hemberî hemî zordestiyan têkoşiya. Paul Robeson muzîkjen, lîstikvan, werzişvan û şoreşger bû. Paul Robeson di sala 1898an de li bajarê Princetonê ji dayik bûye. Bavê wî dema ciwan bû ji zeviyên koletîyê reviyabû û di dêra Presbiteryanê de derfet peyda kiribû ku ji bo xwe û malbata xwe jiyaneke azad ava bike. Robeson ji nîvê salên 1930an de bi çanda Afrîkayê re eleqedar bû. Piştî nêzîkbûna xwe ya bi tevgera sosyalîstên Brîtanî re, di sala 1934an de li ser vexwendina Sergey Eisenstein çû Yekîtiya Sovyetê. Li wir got: “Li vir, di jiyana xwe de yekem car e ez ne wekî ‘reşik’ekî, lê wekî mirovekî têm dîtin.”

Şerê Navxweyî yê Spanyayê û têkoşîna li dijî faşîzmê di jiyana Robeson de bû xaleke giring. Wî ji bo şoreşgerên ji çar aliyên cîhanê yên ku ji bo piştgiriya komarparêzan çûne Spanyayê, konserên piştgiriyê organîze kirin. Di vê heyamê de wiha got: “Divê hunermend aliyê xwe hilbijêre. Divê ew têkoşîna azadiyê, li dijî koletiyê hilbijêre. Min hilbijartina xwe kir, jixwe alternatîfeke min a din tunebû.” Di albûma Şivan Perwer a bi navê Hevalê Bar Giran im (1976) de stranek jî ji bo lîstikvan û muzîkjenê Amerîkî Paul Robeson hatiye çêkirin. Helbesta “Ey Heval Robson” ji aliyê helbestvanê mezin Cegerxwîn ve hatiye nivîsîn.

Piraniya muzîka tomarkirî li ser berxwedan û lêgerîna azadiyê ye. Di tevahiya dîrokê de ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhestin û gihîştiye roja îro. Michael Denning xalek giring destnîşan dike. “Berî ku welatek serxwebûna xwe bi dest bixe, guhên mirovan ji kolonîbûnê rizgar dibin.” Ango, serê pêşî rizgarî di guhan dest pêk tê, ewil guh azad dibin. Muzîka dij-kolonyal guhan ji dengê serdestan paqij dike. Her gel an tevgerek, hebûna xwe ewil di muzîkê de diafirîne piştre dibe hêzeke sîyasî yan jî neteweyî.

Çavkanî

1) Jacques Attalı, Gürültüden Müziğe, Ayrıntı Yayınları, 2021.

2) Bermal Çem, Çemê Stranan: Gotin, Nota û Çîrokên Stranan, Weşanên Aryen, 2023.

3) Joan Jara, Victor Jara: Yarım Kalan Şarkı, Versus Yayınları, 2010.

Şîrove*

%d