Tîma FRANCE 24ê rêya çekên bulgarî yên li Sudanê hatine dîtin teqîb kiriye. Belge nîşan didin ku bombeyên hawanê ji fabrîkeka Bulgarî heta milîsên Sudanî hatine şandin, tevî ku Yekîtiya Ewropayê şandina çekan bo Sudanê qedexe kiriye.
Tîma FRANCE 24ê piştî dîtina navê şirketa Bulgarî Dunarit, rêya van çekan teqîb kiriye. Belge diyar dikin ku şirketa Emîrî “International Golden Group” ev çek bi navê leşkerê Emîrîyan kirîne.
Belgeyeka giring
Gava ji Komîsyona Bilind a Bulgaristanê hatiye pirsîn, gotine ku destûra şandina çekan bo Sudanê nedane. Tenê gotine ku “destûra şandinê ji bo welatekî ku ne bin cezayan da ye hatiye dayîn.”
Lê tîma FRANCE 24ê belgeyeka şandinê bi dest xistiye. Ev belge dibêje ku “bikarhênerên dawîyê” yên bombeyên Bulgarî divê leşkerê Emîrîyan be. Belge dibêje ku 15,000 bombeyên hawanê yên 81 mm hatine şandin.
Peymana mezin
Li gorî Nicholas Marsh, pisporê hinardeya çekan, nirxê 105,000 bombeyên hawanê dora 50 milyon Euro ye. Ev ji bo Bulgaristanê tiştekî mezin e.
“Ev ji bo grûbeka çekdar a ne-dewletî miqdareka mezin e. Lê ji bo hikûmeteka şer dike dê kêm be,” Marsh gotiye.
Şirketa bi nav û deng
International Golden Group şirketeka asayî nîne. Li gorî pisporan, ew çekan bi dizî dişîne cihên ku qedexe lê heye. Navê wê di gelek raporên Neteweyên Yekbûyî li ser Lîbyayê de heye.
Di sala 2013an de, IGGê 100,000 fîşek ji Albanyayê kirîne. Li şûna ku wan bibe Emîrîyan, rasterast şandine Benxaziyê li Lîbyayê, ku qedexeya çekan lê heye.
Tony Fortin ji Observatorya Çekan dibêje: “International Golden Group navekî pir xirab heye. Ew wek dewletek di nava Emîrîyan de ye û çekan bêyî şefafîyê dişîne.”
Berpirsiyariya Bulgaristanê
Rayedarên Bulgarî ji sala 2016an dizanin ku çekên IGG dikirîn dikarîbûn bi dizî bên şandin. Lê dîsa jî di sala 2019an de destûra şandina bombeyên Dunarit dane wan.
Petar Petrov, rêveberê Dunaritê, gotiye: “Li gorî qanûnê, eger kiriyar biryar bide ku çekan dîsa bişîne, divê agahî bide hemû alîyan. Lê wan holê nekiriye.”
Lêkolîn berdewam e
Tîma FRANCE 24ê nekariye rêya çekên bulgarî heta Sudanê bi temamî teqîb bike. Lê piştî dîtina kesekî di karwanê çekan de bi pêş ketine. Pasaporta wî ya Kolombiyayî di vîdyoyên 21ê Çirîya paşiyê 2024an de hatiye dîtin.
Ev nivîs, beşa duyemîn a lêkolîneka pênc-beşî ye.
Quentin PESCHARD / Elitsa GADEVA / The FRANCE 24 Observers
18/04/2025
Çavkanî: FRANCE 24, Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.