Çekdarên dûrzî naxwazin di vê serdema nedîyar de çekên xwe deynin – France 24

24/12/2024
SS, BT ji France 24ê

Li bajarê Sûweydayê yê Sûrîyeyê, komeka biçûk a çekdarên dûrzî naxwazin çekên xwe radestî rêveberîya nû ya welêt bikin. Çekdarên vê kêmanîya olî/dînî dibêjin ew bêtir bawer dikin ku xwe biparêzin.

Li bajarê Sûweydayê yê nêzî sînorê Urdunê, komeka çekdarên dûrzî bi reqseka kevneşopî soza xwe ji rêveberê xwe re nû dikin. Suweyde kelaya dûrzîyan e, yek ji kêmanîyên herî veşartî yê Rojhilata Navîn ku li sînorên Sûrîye, Libnan û Îsraîlê dijîn.

Hejmara çekdaran

Çekîb Ezzam rêveberê herî bihêz ê Sûweydayê ye û nêzî 7 hezar çekdar di bin fermana wî de ne. Ew çekdarên ku soz dane wî bi germî pêşwazî dike û helwesta xwe bi zelal tîne ziman.

Helwesta rêveberê dûrzî

“Hemû hêzên me yekbûyî ne. Lê em bi awayekî qetî red dikin ku çekên xwe deynin. Em li qadê ne û em bi tirs û bêbawerîyê dizanin,” Ezzam gotiye.

Daxwaza rêveberîya nû

Piştî hilweşîna Beşar Esed, rêveberê rastîn ê Sûrîyeyê Ehmed Şera, ku bi navê xwe yê şer Ebû Mihemed El-Colanî tê naskirin, ragihandiye ku hemû komên çekdar ên li welêt dê bên belavkirin û bikevin nav artêşa neteweyî. Her wiha got ku hemû çek dê di bin kontrola dewletê de bin.

Lê li vê quncika başûr-rojavayê Sûrîyeyê, di vê serdema nedîyar de hê jî bêbawerî heye.

Çavkanî:

  • France 24
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Weşana paşê

Amûra lêgerînê ya ChatGPTê li hemberî manipulasyonê bêparastin e – The Guardian