Jan Dost
Melayê Cizîrî (1570-1640) wek ku em dizanin helbestvanê evîn û ciwanî û hestên nazik û tesewufa payebilind bû.
Wî di piranîya helbestên xwe de giranî dabû hestên evînê yên ku dilê wî dabûn ber pêlên giran û agirekî bi dû û dûman, her weha zêde behsa bejn û bala yarê, ciwanîya wê, meş û temtêl û kubariya wê û nijadpakîya wê kiribû.
Xurtîya helbesta wî, rîtm û mûzîka ku bi kar anîye, hiştîye ku ҫêja helbestên wî taybet be û neşibihe xeyrî xwe. Diyar e jî ku ҫiqasî Mela bi agirê evînê şewitî be, lê her dilê wî şad e û tim bi hêvî ye ku yara wî rojekê bikeve hembêza wî.
Lê dûrî vê pêşgotinê ez dixwazim di vê kurtenivîsê de balê bikişînim ser Cejnê di helbesta wî de.
Di gelek cihan de Melê behsa îd û erefat û cejn û sersal û newrozan kirîye. Di helbestekê de dibêje:
Îde w hebîbê nezre lê
Yan dê bi qurban kim Melê
Ya Reb bibînim roj hilê
Sikkîn di dest qesab-i da
Li vir Cizîrî dibêje ku, êdî îda Qurbanê nêzîk bûye. Yara wî jî nezrek kirîyek (yanî sonda pîroz xwarîye), nezra yarê ew e ku Mela bibe Qurbanê wê, ne berx û beran. Êdî Cizîrî jî şad e bi vê yekê û dua dike dibêje: ya Rebî kengî roja îdê hilata û min kêr di destê qesêb de bidîta!
Di helbesteke din de dibêje:
Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e îd
Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be`îd
Yanî cejn e, her kes bi dîtina te cejnê pîroz dike. Ez tenê bêpar im ji dîtina te, bi sedan qonax dûrî te me yarê.
Di helbesteke din de weha dibêje:
`Îd e û mîrê me îro, dergehê lutfê vekir
Go: Mela hingî bixwazî dê bidim, bes tu bixwaz
Anku: cejn e û yara me derîyê kerem û dilovanîyê vekirîye û dibêje Mela ka bêje tu ҫi bixwazî ez ê pêşkêşî te bikim.
Di helbesteke din de jî dibêje:
Ger ne teşbîhê du birhên te bitin
Me di `îdan bi hilalê çi xerez?
Li vir diyar e ku Mela behsa ejna Remezanê dike. Ҫiku tenê ji bo wê cejnê misilman radibin ҫavên xwe li hîva nûzayî digerînin ku ew jî nîşana dawîya meha rojîyê anku destpêka cejnê ye.
Wateya vê malikê:
Em di cejnan de ҫavên xwe li hîva nû digerînin, ne ku derdê me cejn e, na, lê ji ber ku ew hîva ziravik mîna birhên te yên kevanî diyar dibe em didin pey wê.
Di hin helbestên din de jî behsa cejnê dibe, behsa Newroz û Sersalê jî dibe lê ev mînakên ku min anîne ziman bes in ji bo mirov bizanibe ku Melê îd kiriye mijarek ji hin helbestan re û em tê digihîjin ku di hin cejnan de dûrî Cizîra xwe û yara xwe bûye û bêrîya wê kirîye. Her weha diyar dibe ku di cejnê de xelk ҫûne pîrozbahîya mîr li dîwanê (ku bi ihtimaleke mezin yara wî ji malbata mîrên Azîzan bûye) lê ew serdan nebûye para Melê. Mirov dikare bibêje ku bêparîya ji dîdara yarê îd li Melê herimandîye û derd û kulên wî tev rakirine. Ji ber ku ew li hêvîya dîtina wê bû di rojên îdê de, dixwazî bila wê ew bikira qurbanek jî.