Bi boneya yadkirina koça dawî ya Cegerxwîn û Arjen Arî dê gotûbêjek bê kirin.
Bername bi hevkarîya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê û PENa Kurd tê amadekirin.
Moderatorîya gotûbêjê ji alîyê Fatime Tekînê ve tê kirin ku dê Îrfan Amîda û Rêzan Diljen li ser mijara Ji Cegerxwîn Heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî pêşkêşîyên xwe bikin.
Herwiha dê Fatêxan û Roza Metîna di bernameyê da helbestan bixwînin.
Bername li Şaxa Hejmara 1ê ya Egitim-Sena Amedê 4ê Mijdarê saet 15:00an dest pê dike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.