Cegerxwîn dê li Mêrdînê bê bibîranîn

23/10/2024

39 sal derbas bûn li ser mirina şair Cegerxwîn.

Cegerxwîn berîya 39 salan 22ê Çirîya Pêşîna 1984an li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.

Heta niha çendîn bername û çalakî hatine lidarxistin bo bîranîna Seydayê Cegerxwîn.

Li Mêrdînê jî bername û gotûbêjek tê amadekirin bi hevkarîya Şaredarîya Mêrdînê.

Dilawer Zeraq dê li ser mijara “Tevkarîya Helbesta Cegerxwîn a Li Mûzîka Kurdî tê” biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Mizgîn Ronak jî dê li ser mijara “Cegerxwînê Bavê Min, Hêza Helbestê û Hozan Çawa Dibe Maliyê Her Malê?” biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Moderatorê vê gotûbêjê Rêdûr Dîjle ye.

Di bernameyê da dê helbest jî bêne xwendin û dê Hîvron jî stranan bêje.

Bername, 25ê Cotmehê saet 18:00 li Akademîya Hunerê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bahçeli: Bila Ocalan bê li TBMMyê biaxive

Weşana paşê

Şêxmûs Kurt li Botan Timesê ye!

Te hay ji vê heye?