Baroya Şirnexê ragihand ku Z.Ç. hatiye girtin.
Çawişê pispor Z.Ç. li Kolana Orman a Taxa Dîcleya Şirnexê jinek tacîz kiribû. Her weha di kêliya tacîzê de welatiyên li derdorê êrişî Z.Ç. kiribû û lê xistibûn. Dadgehê biryara girtina Z.Ç. da.
Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de ragihand ku faîlê êrîşa zayendî çawîşê pispor Z.Ç., piştî îfadeya wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Şirnexê bi tohmeta ku “êrişa zayendî” kiriye biryara girtina Z.Ç. da.
Weşanên dawiyê
- Rojnamegerî26/08/2024Êrîşa li dijî rojnamegeran dê li Stenbolê bê protestokirin
- Çand û huner23/08/2024“Divê em nehêlin ku dewlet kurdî û kurdbûnê krîmînalîze bike”
- Derdor20/08/2024Li Tirkiyeyê şewata daristanan li gorî sala par ji sedî 78 zêde bûye
- Rojev16/08/2024Bernameya cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî: Merasîm li Stenbolê ye dê li Amedê jî bê definkirin