Her çend em nikaribin bi tevahî kontrol bikin ka mirov wê çawa me bihesibînin jî, em dikarin gavan bavêjin da ku yekemîn çavdêriyê erênî biafirînin. Ji bo vê yekê, çarçoveyê bifikirin û li gorî wê xwepêşandana xwe rast bikin. Ji bo hevpeyvîneke kar, cilên profesyonelî li xwe bikin û zimanê bedenê yê pêbawer bikar bînin.
***
Çi ji bo hevpeyivînek kar, an randevuyeke giring, an jî hevdîtineke civakî ya jirêzê be jî ferq nake, gava ku em dikevin jûrekê, mirovên din bi gelemperî di nav çend hûrdeman de derheqê me de hin fikran diafirînin. Beriya ku em fersendekê bîbînin ku xwe bidin nasîn, li ser jêhatîbûn, dilxwazî û pêbaweriya me hukim tê dayîn. Ev tevgera mirovî ya nestî, ku di domdariya serdemên perisînî de çêbûye, bandoreke kûr li ser jiyana me ya kesane û profesyonelî dike. Gotina “Tu carî şansê duyemîn nîne ku em çavdêriyên pêşîn cardin çêbikin” ne tenê şehrezayiyek anekdotî ye; ew rastiyek derûnnasî ye ku li ser bingeha neurozanist û derûnnasiya civakî disekine. Belê, çavderiyen yekem çawa çêdibin? Çima çavderiyên yekem ewqas girîng in û kîjan faktor tesîrê li ser awayê ku mirov me dihesibînin dikin? Di vê gotarê de, ez ê zanistiya li pişt çavdêriyên yekem, bandora wan a mayînde û rêyên afrandina çavdêriyên erenî vekolim.
Çavdêriyên yekem çawa çêdibin?
Çavdêriyên yekem hema hema tavilê ne û bi gelemperî di heft saniyeyên pêşîn ên dîtina kesekî/ê de tên çêkirin. Derûnnasên civakî yên wekî Nalini Ambady û Robert Rosenthal di vê pêvajoyê de li ser rola “tuzîkirina tenik (thin-slicing)” disekinin. Tuzîkirina tenik, tê wê wateyê ku mirov, derheqê teybetmendiyên kesên din de bi agahiyên sînordar lê berbiçav hukim didin (Ambady & Rosenthal, 1992). Ji bo mînak, cilên we, awayê sekna we, awirên rûyê we û tona dengê we faktorên sereke ne ku kesên din binhişmendî de dinirxînin. Lêkolînek din de tê eşkerekirin ku taybetmendiyên wekî cazîbbûn, dilxwazî û pêbawerî di 100 mîlîsaniyeyen de têne nirxandin (Willis & Todorov, 2006). Yanî, hê hewe peyva xwe ya yekem negotî, mirov dest bi çêkirina wêneyê ka hûn kî ne dikin.
Çima çavdêriyên yekem girîng in?
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Çavdêriyên yekem, ji ber çend sedeman, di kesên din wê çawa me bihesibînin û bi me re têkiliya deynin de çihekî girîng digirin. Yek ji van sedeman; pêşdaraziya cognitive ya ku wekî “bandora halo” (halo effect) tê zanîn. Bandora halo, dema ku em li ser kesekî çavdêriyek erênî an jî neyînî çêdikin, ev çavdêrî tesîrê li ser nirxandinên me yên din jî ên derheqê wî kesî de dike. Yanî, heke hûn di çavdêriya yekem de tesîrek erênî çêbikin, îhtîmal e ku mirov we wekî kesek camêr bibînin û hetta hûn piştra kiryarên nebaş jî bikin mirov wê cardin meyla ku we erênî bibînin de bin (Thorndike, 1920).
Sedemeke din ji bo girîngiya çavdêriyên yekem zehmetiya guhertina wan e. Ev yeke wekî “bandora lengerkirinê (anchoring effect)” tê navkirin. Yanî, dema ku em derheqê kesekî de hukim didin bi giranî em xwe dispêrin çavdêriyên destpêkê (Kahneman, 2011). Her çiqas hûn kiryar û tevgerên cûda jî nîşan bidin gelek mirov bi giştî bêhişmendî li ser çavdêriyên yekem yên derheqê we de radiwestin. Ev yek jî destpêkeke baş girîngtir dike.
Çavdêriyên yekem, ne tenê teorîk in; ew tesîrê cîhana rastîn jî dike. Ji bo nimûe, di kargehekê de çavdêriyên yekem, dikarin tesîrê li ser biryarên qebulkirina kar an jî li ser pozîsyona we ya pêşerojê bikin. Lêkolîneke di sala 2000 de hatiye kirin de hate eşkerekirin ku çavdêriyên ku di deh saniyeyên pêşîn ên hevpeyvînekê de têne çêkirin dikarin encamên hevpeyvînê derpêş bikin (Bernieri et al., 2000). Bi heman awayî, di rewşeke civakî de jî wekî flort (dating), çavdêriyên yekem krîtîk in. Lêkolînekê de hat nîşandan ku mirov bêtir bi mirovên ku çavdêriya yekem erênî çêdikin re têkiliyên romantîk ava dikin (Eastwick et al., 2007).
Mirov we çawa dibînin?
Awayê ku mirov we dibînin, ji hêla gelek faktorên cûda ve wekî rû, zimanê laş û pêwendiya devkî tê tesîrkirin. Bo nimûne, kincên ku hûn li xwe dikin, aliyên kesayetî û statûya we derdixin pêş. Ji ber vê yekê, cil û bergên minasib ji bo rewşê wê tesîrek erênî li ser çavdêriyên yekem bike. Wekî din, nîşanên ne-devkî yên mîna jest û mîmîkên we jî hesibandina we de roleke girîng dileyzin. Lêkolîneke ku ji aliyê Mehrabian û Wiener hate kirin de hate zanîn ku hevpeyvînek %55 ji ragihandina zimanê laş, %38 tona deng û tenê %7 ji axiftinê pêk tê (Mehrabian & Wiener, 1967).
Her çend em nikaribin bi tevahî kontrol bikin ka mirov wê çawa me bihesibînin jî, em dikarin gavan bavêjin da ku yekemîn çavdêriyê erênî biafirînin. Ji bo vê yekê, çarçoveyê bifikirin û li gorî wê xwepêşandana xwe rast bikin. Ji bo hevpeyvîneke kar, cilên profesyonelî li xwe bikin û zimanê bedenê yê pêbawer bikar bînin. Di rewşên civakî de bala xwe bidin tona dengê xwe û pêwendiya çav û rûyê xwe. Bi berçavgirtina tesîra mayînde ya çavdêriyên yekem, piçek amadekarî û hişyarî dikare çavdêriyên kesên din yên derheqê we de baştir bike.
Di encamê de, çavdêriyên yekem bilez çêdibin lê belê li ser ka mirov wê me çawa nas bikin û tekîliyeke çawa bi we re deynin, bandorek demdirêj dike. Her çiqas gelek faktor di çavdêriyên yekem de rol bilîzin jî, têgihiştina bingehên derûnî dikare ji we re bibe alîkar ku rewşên civakî û profesyonelî bi bandortir rê ve bibin. Digel vê yekê, em jê hez bikin û nekin, ew heft saniyeyên pêşîn ên girîng dikarin qonaxê ji bo têkiliyên paşîn saz bikin û jiyana me bi awayên mezin û piçûk şekil bikin.
Lêbelê, her çi qas rastiya çevdêriyên yekem di tevgerên mirovan de ev be jî belkî em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo dê çiqas adil be ku meriv tevahiya jiyan, kesayetî û potansiyela kesekî tenê bi ‘çavdêriya yekem’ binirxîne? Werin em nekevine nav tesîrên çavdêriya yekem û derfetê bidine kifşkirina kûrahiya mirovan.
Çavkanî:
Ambady, N., & Rosenthal, R. (1992). Thin slices of expressive behavior as predictors of interpersonal consequences: A meta-analysis. Psychological Bulletin, 111(2), 256-274.
Bernieri, F., Davis, J. M., Rosenthal, R., & Knee, C. R. (2000). Interactional synchrony and rapport: Measuring synchrony in displays devoid of sound and facial affect. Personality and Social Psychology Bulletin, 26(4), 303-311.
Eastwick, P. W., Finkel, E. J., Mochon, D., & Ariely, D. (2007). Selective versus unselective romantic desire: Not all reciprocity is created equal. Psychological Science, 18(4), 317-319.
Thorndike, E. L. (1920). A constant error in psychological ratings. Journal of Applied Psychology, 4(1), 25-29.
Willis, J., & Todorov, A. (2006). First impressions: Making up your mind after a 100-ms exposure to a face. Psychological Science, 17(7), 592-598.
***
Weşanên dawiyê
- Nivîskar11/02/2024Psîkolojiya Birêvebirina Wextî: Balansa Saet û Hişî
- Nivîskar21/01/2024Di Psîkoterapiyê de Rola Zimanê Zikmakî: Nêrîneke Kûr li ser Serpêhatiyên Kurdan
- Nivîskar19/11/2023Çima Em Kesayetiyê Qurbana Guncaniya Komê Dikin?
- Nivîskar22/10/2023Li ser Aşitî û Çareserkirina Pevçûna Bandorên Psîkolojîk ên Şer