Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê: 15.02.2023

15/02/2023

Elbîstan: Em jî nizanin, em biçin an bimînin

Yeter û birayê xwe dudilî ne. Ji ber erdhejê û karesatê, dixwazin biçin. Lê ji ber ku siberoja wan ne diyar e, dixwazin bimînin.

bîanet Kurdî

Piştî çar rojan qerisîn û canê xwe ji dest dan

Li mala Haci Terzî şîn û êşeke nikare bê pênasekirin heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest da. Haci Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekirî û qerisî çûn.”

Xwebûn

Ji ber erdhêjê gelo dibe ku dîroka hilbijartinan bê guhertin?

Lê belê piştî erdhejên li Maraşê ku li 10 parêzgehan bû sedema wêraniyeke mezin, hilbijartin “ji bo niha” ji rojeva hikûmetê û ya mûxalefetê derket.

Niha jî ji ber erdhêjê taloqkirina hilbijartinan di kulîsên Enqerê de tê axaftin.

Botan Tîmes

Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin

Roja yekem a erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan hatin betalkirin. Vê yekşemê ji nû ve dibistanan dest bi perwerdehiyê kir lê li herêma Firatê, Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dibistan hê jî girtî ne. Desteya Perwerdeyeyê betlaneya dibistanan heta hefteyeke din li herêmên navborî dirêj kir.

Dîyarname

 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ji ber erdhêjê gelo dibe ku dîroka hilbijartinê bê guhertin?

Weşana paşê

ZINDÎ-Roja 10emîn ya erdhêjê: Hêvî hêj heye!

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji