Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê 13.02.2023

13/02/2023
Arşîv, Erdhêja 2023yan, Dîyarbekîr, Foto: Murat Bayram

Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin

 Erdhejên ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû hefteyek li pey xwe hişt û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 8’emîn de berdewam dike. Hê jî bi hezaran cenaze nehatine veşartin û xizmên wan li ber serê cenazeyên sekinîne. Her wiha malbat bi xemgînî li ber kavilan jî li benda rizgarkirina xizmên xwe disekinin. 

Ajansa Mezopotamyayê

Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker)

Cara ewil wexta min dest bi rojnivîska xwe kir nozdehê tebaxa (gelawêja) sala hezar û nehsed û nod û neh ê bû. Yano wextê erdheja Golcuka Kocaeliyê bû. Di rûpela ewilî de min ev nivîsiye “Rojên mirin û xerabûnê ye!”. Jê û pê ve bi rojan dest û hestên min negeriyaye ku tiştekî binivîsim. Îro li dû wê rojê nêzîkî bîst û sê salan derbas bûne. Hestên min dîsa eynî ew hest in. Lê vê carê destên min piştî nûçeyeke vê sibê divên bilivin û binivîsin.

Dîyarname

Li Semsûrê mexdûrên erdhejê di goman de bi sewalên xwe re dijîn

Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Celîkan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi miyên xwe re dijî.

Xwebûn

Serokê MHPê 6 roj e bêdeng e: Kes nizane li ku ye?

Piştî erdhêja Mereşê ku li 10 bajaran bandor kir, bê dengiya Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Behçelî bû rojev.

Di vê pêvajoyê de hema bêje ji hemû partiyan, serok û rêveber derketin qadan. 

Lê heta niha nehatiye dîtin ku Bahçelî li cihekî geriyaye.

Botan Times

Biryarnameya duyem ya OHALê: Tedbîrên Tenduristiye

Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê tedbîrên di warê tenduristiyê de yên di çarçoveya Rewşa Awarte de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.

bîanet Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran