Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêrîya li medyaya Kurdî 28.01.2023

28/01/2023

Pêşengeke sosyalîst: Aleksandra Kolontay

Îro dema em bala xwe bidin dîroka şoreşên li gelek deverên cîhanê pêk hatine, navê ku herî zêde derkevin pêşberî me Marks, Engels, Lenîn, Troçkî, Che Guevara, Mao Zedung û hwd in. Bê guman ev şoreşên ku li dijî feraseta desthilatdariyê pêk hatine têra xwe bandor li hin deverên cîhanê kirine û ev şoreşgerên ku bi sekn û pêşengtiya xwe navê wan belav bûye, heta roja me jî bandora wan didome. Lê aliyekî vê meseleyê heye ku ew jî yek ji kêmaniya van şoreşan e. Mixabin sekna li dijî jinên pêşeng û yên ku di nav şoreşê de cih girtine, ne zêde ketine rojeva dîroknasan, ne jî di wextê xwe de qedr û qiymeta wan baş hatiye zanîn.

Xwebûn

Di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMMEyê dane

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daneyên dozan ên sala 2022yan aşkere kirine. Li gorî van daneyan, di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serîla DMMEyê dane ku rêjeya wê 26,9 e.

Bianet Kurdî

Pall Weşan bi 3 pirtûkan hat

Weşanxaneyeke din li weşanxaneyên kurdî zêde bû: Pall Weşan. Pall Weşan di payîza 2022’yan de li Amedê hatiye avakirin. Ewê pirtûkên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî biweşîne. Pall Weşanê li ser armanca xwe wisa gotiye, “Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.”

Pall Weşanê niha bi 3 pirtûkan dest bi weşanê kir. Ji van du heb çîrok in û pirtûka din jî roman e.

Diyarname

“Şakiro û mûzîka elektro çi li hev tên!”

Harun Eyup Polat mûzîsyenekê ciwan e ku berhemên mûzîka elektro çêdike. Ew li zanîngehê li beşa teknolojiyên mûzîkê dixwîne. Li pey evîna xwe ya mûzîkê çûye Amerîkaya Başûrê û li kolanan li bilûrê daye. Li ser mûzîka xwe bersiva pirsên Botan Timesê da.

Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan