Çavderîya li medyaya Kurdî 27.01.2023

Çavderîya li medyaya Kurdî 27.01.2023
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenan pêk tê û ji 7 welatan 36 kes tê de cih digirin, îro 12 endamên wê serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiyên Tifaqa Kurdistanî kir. Heyet ewilî serdana KCD û DBP’ê kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk heyetê pêşwazî kir. 

Ajansa Mezopotamyayê

Dadgehekê malpera rojnameya Yeni Yaşamê asteng kiriye

Rayedarên rojnameya Yeni Yaşamê aşkere kiriye ku malpera wan hatiye astengkirin.Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Dadweriya Aştî û Cezayî ya Zongûldakê biryara astengkirinê daye û ew nizanin ji ber çi ev biryar hatiye dayîn. Rojname li ser malpera yeniyasamgazetesi4.com-ê weşana xwe dewam dike.

Bianet Kurdî

Rojnamegeriya edebî û mînaka ‘Belkî îşev binive’yê

Ez ê di destpêka nivîsa xwe da, hewl bidim ku hinek li ser têgiha “rojnamegeriya edebî” û kurtedîroka bikaranîna vê têgihê rawestim. Paşê wek mînaka rojnamegeriya edebî ya bi zimanê kurdî, pirtûka çîrokan a rojnameger û nivîskar Murad Bayramî, ya bi navê “Belkî îşev binive”yê binirxînim.

Xwebûn

Partiya Saadetê: Divê Kurdî bibe yek ji zimanên fermî yên Tirkiyeyê

Tirkiye êdî ket pêvajoya hilbijiartinê.

Serokomarê Tirkiyeyê  Recep Tayîp Erdogan, hefteya borî dîyar kir ku wê hilbijartin di 14ê Gulanê de çêbibe. 

Partiyên li Tirkîyeyê jî ji niha de dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê de jî biqiymet û stratejîk e. 

Partiyên sîyasî ji bo Kurdan çi waat dike û dê çi bikin? Bernameyên xwe de çawa cîh didin Kurdan?

Botan Times