Çavdêriya li medyaya Kurdî- 26.01.2023

Çavdêriya li medyaya Kurdî- 26.01.2023
Çavdêriya li medyaya Kurdî- 26.01.2023
Botan Times
  • 26 Ocak 2023 06:52

Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye

Serokê berê yê Odeya Hesabgir û Muşavîrên Malî yê Serbest Îbrahîm Şahîn diyar kir ku çendî li Wanê deriyên sînor hene jî di îxracatê de di rêzên dawî de ye û ev ji ber polîtîkayên dewletê ye. 

Ajansa Mezopotamyayê

HDP, KCD û DBP li dijî tecrîdê wê ber bi Gemlîkê ve bimeşin

Hevserokê KCDyê Ozturkî derbarê meşa ku wê di Sibatê de pêk bê got: “Armanca sereke ya meşa me ya wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Enqereyê bidome ew e ku bi lez Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

Bîanet Kurdî

Îranê cezayê darvekirinê li jineke ducanî birî

Rejîma Îranê ji bo çewidsandina serhildana gelê Îranê û tevî hemû hişyariyên saziyên navdewletî, gefên xwe yên bidarvekirinê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya Meclisa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Îranê cezayê bidarvekirinê li jineke kurd a ducanî birîye.  Her wiha meclisê banga karekî lezgîn kiriye ji bo rizgakirina vê jina ducanî ji darvekirinê.

Xwebûn

21 yek rojnamegerên Meksîkayî bê ser û şûn in

Di sala 2022an de rojnameger herî zêde li der dora Meksîka û Haîtîyê hatine kuştin.

Di gel ku ne ciyê şerê ye jî, ji bo rojnamegeran cihê herî xeternak Amerîkaya Latîn e.

Botan Times