Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 24.01.2023

24/01/2023

“Li Girava Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.”

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 23’yan de berdewam kir. Di çalakiya îro de parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî  mirovahiyê ye” hilgirtin. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, Şevîn Coşkun, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, Abdullah Koç û Habîp Eksîk tev li nobeta îro bûn. Parlamenteran têkildarî mijarê li pêşiya Meclisê daxuyanî dan.

Xwebûn

RSF: Li Îranê 55 rojnameger ji ber karê xwe hatine girtin

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ragihandiye ku Komara Îslamî ya Îranê 3 jinên rojnameger ên dî jî girtine.

Botan Times

Agir bi Dêra Ermeniyên Katolîk a Surp Pirgiçî ketiye: 2 kes mirine

Agir bi Dêra Ermeniyên Katolîk a Sûrp Pirgiçî ya li Stenbolê ketiye. Tîmên agirkuj agir vemirandiye lê di encama şewatê de du kes mirine.

Bîanet Kurdî

‘Avatar: Rêya Avê’ wekî avê pere tîne

Fîlmê “Avatar: Rêya Avê” berî sal xilas bibe 16’ê mehê çûyî ketibû vîzyonê, di mehek de 2 mîlyor dolar pere kar kir. Bi vê yekê ket nava 6 fîlmên ku di dîroka sînemayê de rêjeya 2 mîlyor dolarî derbas kirine.

Dîyarname

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan