
Karkerên înşaatê xwestin yewmiyeya wan bibe 600 lîre
Karkerên înşaetê, li Amedê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku heta yewmiyeyên wan dernekevin 600 lîreyî wê dernekevin ser kar.
Xwebûn
Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
Li gorî daneyên ÎHD’ê yên Nîsana 2022’an, li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji aliyê Wezareta Dadêve giştînameyeke bi nave “Pêvajoya Sivikkirina an Rakirina Cezayên Kesên Ji ber Astengdaran û Nexweşiya Daîmî” hat weşandin.
Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş ne çareserî ye û got: “Tekane çareserî ew e ku xalên ‘cihêkar’ ên di Qanûna Bingehîn de ji holê bên rakirin.”
Ajansa Mezopotamyayê
Rojnameger Aygul: Ez ditirsim min bikujin
Rojnamegerê Kurd Sînan Aygul ku li Bedlîsê karê xwe yê rojnamegerî dike, Ji ber nûçeyên xwe heta niha der barê wî de 7 lêpirsîn hatine dest pê kirin. Rojek berê carek din hat binçavkirin û piştî îfadeyan hat berdan. Hema hema her meh tê binçavkirin.
Aygul ku van deman ser hev de tên binçavkirin û berdan got, “Ez ditirsim rojek li kuçeyê min bikujin. Lê ji bo pîşeya me ezê ber xwe bidim.”
Dîyarname
Li Tirkiyeyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê û xizaniyê re rû bi rû ye!
Komeleya Dêûbavên Xwendekaran (Veli-Der) rapora nîvsala 1emîn a sala perwerdehiyê ya 2022-2023an parve kir.
Li gor rapora komeleyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê re rû bi rû ye.
Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.