Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 21.01.2023

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 21.01.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 21.01.2023
Botan Times
  • 21 Ocak 2023 06:45

‘Em nehêlin ku tecrîda li ser Îmrali civakê belav bibe’

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û parêzer karibin hevdîtinê pê re bikin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn di roja 22’yan de berdewam dike. Di roja 22’yemînde parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mahmût Togrûl, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Celadet Gaydali, Zuleyha Gulum û Kemal Pekoz tev li çalakiya bûn û daxuyanî li pêşiya Meclisê dan.

Xwebûn

Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin

 Ji sê parêzvanên mafên mirovan ên layiqî Xelata Olof Palme hatin dîtin Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, bi lêv kir ku cihê şanaziyê ye ku her sê xelat jî layiqî jinan hatiye dîtin. 

Ajansa Mezopotamyayê

Alphabet, şîrketa serekî ya Googleyê wê 12 hezar karmendên xwe ji kar derbixe

Biryara ji kar derxistinê ya şîrketa Alphabetê dê bandorê li ser ji sedî 6ê xebatkarên wê yên li seranserê cîhanê bike. Ev biryara şîrketê heta niha biryara herî mezin a ji kar derxistinê ye.

bianet Kurdî

Naskirina rapbêjên kurd “xwe-nasîna” kurdan e!

Reqso yek ji stranbêjên kurd e ku ji sala 2010ê ve stranên bi şêweyê Rapê dibêje. Ew dibêje girseyeka guhdarên rapa kurdî heye. Ew ciwan, hişyar û zana ne û civata mezinan qîmetê wan nizane.

Botan Times

Gelo bûyera li Mêrdînê tê veşartin?

Şeva 19’ê mehê ku bi 20’ê mehê ve dihat girêdan saet dor 00.30 li Mêrdînê 5 kesên ji Duhokê hatin kuştin. Kes an kesan bi çekan êrîşê kurdên ji Duhokê kirin û di êrîşê de Ehmed Celaledîn Îbrahîm (44 salî) û diya wî Wehîde Heyder (75 salî), Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn (hevjîna Hacî Ebdullah) û keça wan Hindirên Ebdullah hatin kuştin. 

Dîyarname