Çavdêrîya li medyaya Kurdî- 19.01.2023

Çavdêrîya li medyaya Kurdî- 19.01.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî- 19.01.2023
Botan Times
  • 19 Ocak 2023 06:34

Wê HDP tev li hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn nebe

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku bi kesên Destûra Bingehîn bin pê dikin re Destûra Bingehîn nayê çêkirin û ev tişt got: “Em ê tev li hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ên ji bo ‘ser nixumandinê’ nebin.”

Xwebûn

Oxfamê li ser aboriya mirovan lêkolîneke balkêş belav kir

Oxfam saziyeke alîkariya mirovî ya navneteweyî ye ku navenda wê li Îngilistanê ye. Saziyê eşkere kir ku di du salên dawî de 42 trîlyon dolar serwet derketiye holê ku ji vê sedî 63’yê wê ketiye bêrika sedî 1’ê dinyayê. Sedî 37’ê din ketiye bêrika sedî 99’ê mirovên din ên dinyayê. 

Dîyarname

Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin’

Welatiyên ku bertek nîşanî doza girtina HDP’ê û blokekirina hesabên wê yên alîkariya xezîneyê dan gotin ku ew çi qas êriş bikin ew ew qas xurttir dibin. 

Ajansa Mezopotamyayê

Tîma Gençlerbirligiyê ji ber ku kurd e peymana futbolîstekî xwe betal kiriye

Tîma Gençlerbirligiyê duh bi futbolîstê kurd Rodîn Cem Depremî re peyman îmze kiriye û îro ew peyman betal kiriye.

bianetKurdî

“Ziman fêm nakin lê Mamoste dibêjin pêdivîya wan bi perwerdehiya taybet heye”

Rojeke xwendekerekî 13 salî malbata wî ji destê wî girtibû û anîn ji min re. Malbata wî jî nû ji Nîsêbînê koçî Stenbolê kiribûn. Mamosteyê wî zarokî gotiye, “di zarokê we de problemek heye nikare rehetî fêm bike û bi kesekî re hevaltiyê nake, pêdiviya wî bi perwerdehiya taybet heye.”Dêrûnas Şînda Barış

Rewşa xwendekarên Kurd yên li metropolan dijîn Dêrûnas Şînda Barış bi van gotinan rave dike.

Botan Times

Nûbihar Komele: Divê em dersên hilbijêrkî yên kurdîyê tercîh bikin

Komeleya Nûbiharê derbarê dersa hilbijartina dersa Kurdî daxuyanî belav kir. Komele dibêje, Hilbijartina dersan di xwendingehên navîn da mafekî fermî ye ku bi xwendekaran hatîye dayîn. Di nav van dersan da di polên 5-6-7-8ê da kurmancî û zazakî jî hene. Ji bo mirov bikare van dersan hilbijêre divê dêûbav bi rêya daxwaznameyan serî li rêvebirîyên xwendingehan bidin û ji nav van dersên hilbijêrkî kurmancî yan jî zazakîyê îşaret bikin. Îsal ji bo serdema biharê serîlêdan heta 10ê Sibata 2023yê dikarin bên kirin.

Çandname