Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 18.01.2023

18/01/2023

Rejîma Îranê ji bo şopandina cil û bergên jinan li kolanan kamera bicih kirin

Li gorî rojnameya Wall Street Journal, rejîma Îranê “polîsên exlaqî” bi kamerayên çavdêriyê yên kolanan cil û bergên jinan kontrol dike û kesên ne li gorî qanûna cil û bergan tevbigere wan ceza dikin

Xwebûn

Hilbijartina Hevjînê Girîng e

Ji bo mirovekî di jiyanê de nav hilbijartinan de hilbijartina herî girîng hevjîn/hevser e.

Tercîha hevjînê ku şaş be, jiyana mirov û yê zarokan hemûyan dikeve bin bandorê û jiyan tevlihev dibe.Zarok her dem aramî û rêkûpêkîya mal baldarin û li gor wê tevgerên xwe baş dikin. Ku malekê de aramî tune be, nav hevseran de gengeşî hebe tu caran di wê malê de zarokên pêşketî dernakevin, giyan û psîkolojiya wan tim tevlihev dimîne.

Çandname

Piştî kuştina Mîr Perwer, vê carê diya wî canê xwe ji dest da

Hunermend Mîr Perwer roja 23’yê berfanbara 2022’yan li Parîsê li Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kayaligel Emine Kara û Abdurrahman Kizil hatibû kuştin. Cenazeyê wî anî bûn Mûşê lê di dema definkirinê de gelek bûyer derketibûn. Û niha diya wî Filiz Aydin canê xwe ji dest da.

Dîyarname

“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”

Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê di Newroza 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Di doza kuştina Kûrkûtî de Polîsê ku bi tohmeta “bi qestî kuştiye” dihat dadkirin, beraet kir.

Parezerê malbata Kurkut Serdar Çelebî biryarê dadgehê ji Botan Timesê re nirxand.

Botan Times

‘Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’

Walîtiya Şirnexê gef li welatiyên ku bêyî agahiya wan darên wan tên birîn û li dijî vê derdikevin xwar. Ji welatiyan Ahmet Koluman got ku walîtiyê gefa betalkirina tapûyên wan lê xwariyê û wiha got: “Ji me re gotin; ‘we bivê û nevê jî em ê daran bibirin.’ Lê me bikujin jî em ê dev ji vê doza xwe bernedin.” 

Ajansa Mezopotamyayê

Ji ber kuştina bigûman a li girtîgehê doz vebûye

Ji ber mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyî, bi tohmeta ku “karê xwe baş nekirine” doz li 5 gardiyanên Girtîgeha Aydinê vekirine.

bianet Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan