Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 16.03.2023


Navenda Nûçeyan
Polîsan edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirim desteser kir
Polîsan rojnameger Aren Yildirim birin Midûriyeta Emniyetê ya Watanê ya Stenbolê.
Polîsan vê sibê saet di 06.00ê de girt ser mala edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî ya li Uskudara Stenbolê.
Yildirim birin Midûriyeta Emniyetê ya Watanê li Fatîhê.
bianetkurdi
Em çawa xwe motîve bikin?
Jiyan bi serê xwe dewam dike, ma tu dixwazî xwe teslîmî wê bikî û bi gotina “tê û diçe” rêya xwe bidomînî? An jî hûn dibêjin, “Ez dizanim ez çi dixwazim, ez çawa dikarim motîvasyonê bistînim û ji bo vê yekê çareseriyek bibînim”?
Çandname
Foto-nûçe: Kes nayê hawara me!
Riha piştî erdhejên 6ê Sibatê bi berbanga 15ê Adarê re bi lehîyê hisîya. Di serî de Tiktok, vîdyoyên milet ji platformên sosyal medyayê belavkirin di saetên pêşî de mezinîya trajedîyê dan dinya alemê. Jêderên resmî li Riha hejmara mirîyên lehîyê yek li yek zêde kirin û ber bi êvarê re deh teqle kirin.
Botan Times
Helebceyên nû ferz dikin
Dibe ku di ser komkujiya Helebceyê re 35 sal derbas bibin lê êşa wê û birînên ku di civaka gelê kurd de vekirine hîn pir germ û taze ne. Neyar û dijminên gelê kurd bi van komkujiyan hewl didin mirinê nîşanî gelê kurd bidin.
Xwebûn
Newroz Şemzînan de dest pa kerd
Şemzînanê Gulemêrge de agirê Newrozî hame vînatayişî û çalakiyê Newrozê emsarî dest pa kerdî.
Emsar bi diruşma “Her ca Newroz, her game azadî” Newroz 43 cayan yeno pîrozkerdişî. Gorey bernamey ke saziyanê kurdan kerdo hedre, Newrozo yewîn eyro Şemzînan de bî.
Diyarname