Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêrîya li medyaya Kurdî-15.03.2023

15/03/2023

‘Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin’

Li Kadîfekaleyê ku Rahaşan Demîrelê bi bendena xwe agirê Newrozê lê hil kiribû, îsal dê Newroz di 19’ê Adarê de bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Mahsûn Koç, diyar kir ku êdî dawiya desthilatê hatiye û divê hemû kesên aştîxwaza li qadên Newrozê bin. 

Ajansa Mezopotamyayê

MC û Haalandî dîrok nivîsî

Êvara 14’ê mehê di Lîga Şampiyonan de du maç hebûn. Ji van Manchester City (MC) tîma alman RB Leipzing kir mêvan lê bê rehm tevggeriya: Tam 7 gol avêtin, ji van 5 gol Haalandî avêtin û 5 rekor şikandin. Werin em ji serî de lê binêrin.

Dîyarname

Iraqê ji Tirkiyeyê xwest avê berde

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wana ji Tirkiyeyê xwestine para avê ya Iraqê zêdetir ji robarê Dîcle û Firatê berdin. Berdevk ragihand ku pêwîstiya Iraqê her saniyek bi bi 400-500 metre kûp avê heye

Xwebûn

“Mirov ji bo neçin tiwaletê avê venaxwin”

Li ser erdhêjên 6ê Sibatê re 37 roj derbas bûn. Lê li herêma erdhêjê hêj problemên av û hîjyenê nehatine çareser kirin.

Gotina bijîşkekî ji Semsûrê ya,“Mirov bo neçin tiwaletê avê venaxin” rewşa heyî radixe ber çavan.

Botan Tîmes

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan