Çavdêrîya li medyaya Kurdî- 13.03.2023

Çavdêrîya li medyaya Kurdî- 13.03.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî- 13.03.2023
Botan Times
  • 13 Mart 2023 06:30

Jehrîkirina xwendekaran hedefgirina nirxên şoreşa jinê ye

Ji mehan ve êrişên bi gazên jehrê li dijî rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îranê têne kirin. Hema bêje rojane xwendekarên keç tên jehrîkirin. Di encamê de bi dehan ji wan jiyana xwe ji dest dan. Eger ev diyardeya dewam bike dibe ku rewşa li welat ji bin kontrolê derkeve û bi girêktir bibe. Her wiha xwepêşandanên gel ên li dijî dewletê ku ji piştî qetilkirina Jîna Emînî de dest pê kirine berfirehtir dibin.

Dîyarname

“Doktorên me hatin herêma erdhêjê lê dîtin ku nexweşxane nînin”

Bijîşkên li Amedê ji bo 4 hempîşeyên xwe yên di erdhêjê de jîyana xwe ji dest dayîn qurnefîl danîn ber xirbeyên avahiya Galerîayayê.

Botan Tîmes

Qetlîma Gaziyê nehate jibîrkirin: Kujerên ku dihatin dadgehkirin, ceza nekirin

Erkan Şîmşekî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku digel faîlên qetlîamê diyar bûn jî ew nehatine cezakirin. Şîmşekî gotiye Tansû Çîller, Mehmet Agar, Hanefî Avci û hin kesên din berpirsiyarên qetlîamê bûn.

bîanet Kurdî

TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir

TUÎK’ê di forma ku xwest bi rojnameya me Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Her wiha polîsan careke din şandina Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.

Xwebûn

Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî

Bi hezaran sal e agirê Newrozê tê vêxistin. Agirê Newrozê bi têkoşîna Kawayên Hemdem her ku tê hilkirin û gûrkirin, medyaya îktidarê dike xwelî. 

Ajansa Mezopotamyayê