Çavdêriya li medyaya Kurdî-12.03.2023

12/03/2023

Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir

YNK û PDK ji bo hilbijartina Başûr ligel Komeleya Dadgerî, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî li hev civyan û di civînê de her 5 aliyan li ser şêwazê hilbijartin û qeydkirina dengdêran li hev kirin.

Dîyarname

Bajar bi bajar bernameya Newrozê

Newroza îsal dê bi dirûşma Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Bajar bi bajar bernameya Newrozê eşkere bû. 

Ajansa Mezopotamyayê

Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin

Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Adnan Ozcan û Kalender Polat ên ku ji bo bîranîna ku wê di 28’emîn salvegera Komkujiya Gazî de li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nehate hînbûn ku Ozcan û Polat ên hatin binçavkirin birine ku derê.

Xwebûn

Dibê çê?

Ji vê hefteyê pê ve ez ê bi nivîsên di warê teorî û rexneyên edebiyatê û xebatên çandî de bi we re bim.

Ev çend sal in ku derbarê teoriyên postkolonyal, civaknasiya edebiyatê, teoriyên çandê û perwerdehiyê de dixebitim. Hem dersên ku min tevî telebeyên xwe xwendin û hem jî lêkolîn û nivîsên min li dora wan babetan çerx kir. 

Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

PIAR: Kilicdaroglu bi 15 puanan li pêş Erdogan e

Weşana paşê

36 partîyên sîyasî dê tevlî hilbijartinan bibin

Te hay ji vê heye?

Çavdêriya li medyaya Kurdî 05.03.2023

Dîroknasa Kurdolojiya Rusyayê Evgenia I. Vasilyeva

Çavdêriya li medyaya Kurdî 29.01.2023

“DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 23.01.2023

Karkerên înşaatê xwestin yewmiyeya wan bibe