Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 11.03.2023

Jina Dr Qasimlo Hêlîn Qasimlo mir Jina Rêberê PDK-Î Dr. Abdurrahman Qasimlo Hêlin Qasimlo di 89 saliya xwe de mir. Helîn Qasimlo (Bi navê xwe yê orjînal Helen Krulich) di sala 1934’an de hatiye dinê. Ew çekoslovak e. Dema Çekoslovakya welatekî komunîst bû û Dr. Qasimlo jî wekî xwendekarekî çûbû wê derê li Pragê hev […]

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 11.03.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 11.03.2023
Botan Times
  • 11 Mart 2023 06:55

Jina Dr Qasimlo Hêlîn Qasimlo mir


Jina Rêberê PDK-Î Dr. Abdurrahman Qasimlo Hêlin Qasimlo di 89 saliya xwe de mir.

Helîn Qasimlo (Bi navê xwe yê orjînal Helen Krulich) di sala 1934’an de hatiye dinê. Ew çekoslovak e. Dema Çekoslovakya welatekî komunîst bû û Dr. Qasimlo jî wekî xwendekarekî çûbû wê derê li Pragê hev nas kiribû. Di salên 60’an de li Zanîngehê di pîrozbahiyek de wan hev naskiribû û ji hev hez kiribûn.

Diyarname

Ger hilbijartin di 14ê Gulanê de biencam nebe, wê di 28ê Gulanê de dubare bibe

Serokê YSKyê Ahmet Yenerî gotiye “Hilbiajrtin di 14ê Gulanê de ye. Li gorî Destûra Bingehîn ger hilbijartin di dora yekem de biencam nebe, dora duyem wê di 28ê Gulana 2023yan de pêk bê.”

bianetKurdî

Dibê çê?

Ji vê hefteyê pê ve ez ê bi nivîsên di warê teorî û rexneyên edebiyatê û xebatên çandî de bi we re bim.

Ev çend sal in ku derbarê teoriyên postkolonyal, civaknasiya edebiyatê, teoriyên çandê û perwerdehiyê de dixebitim. Hem dersên ku min tevî telebeyên xwe xwendin û hem jî lêkolîn û nivîsên min li dora wan babetan çerx kir. 

Botan Times

Duristî jehrkuja durûtiyê ye

Nîşana yekem a duristiyê, rastî û rastgotinî ye. Belê rastgotinî jî bi tena serê xwe ne pîvana duristiyê ye. Nîşana duristiyê ne gotina bidev e; kiryar û tevgera şênber e. Lewre duristî hestyarî, pejnkarî û rastiya heqîqetê divê

Xwebûn